Kesên beşdarî pêngava paqijiyê ya TEV-DEM`ê bûyîn, banga tevlêbûn û hevkariyê kirin da bigihin encama ku dixwazin ji bo çanda paqijiya giştî di nava civakê de belav bibe û jîngeheke paqij ava bibe.
TEV-DEM`ê di 28`ê Adara borî de û bi dirûşma “Paqijiya bajar ji paqijiya civakê ye” dest bi hemleya paqijiyê kir. Hemle li Qamişlo, Hesekê û heta navçeya Tirbespiyê dest pê kir.
Bi dehan welatî, endamên komînan, meclis, Kongra Star, meclisa malbatên şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaredariyên gel tev li hemleyê bûne.
Li gorî berpirsên hemleya paqijiyê li bajarê Hesekê ku armanca wan xurtkirina çanda paqijiyê di nava civakê de ye. Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM`ê ya kantona Hesekê Ferhan Daûd destnîşan kir ku hişyarkirina civakê erkeke û wiha axivî: “Ji ber komkirina çopê û avêtina wê bi awayekî bêserûber li bajarê me gemar heye. Ji ber vê yekê jî hemleyên bi vî awayî girîng in.”
Daûd diyar kir ku ew bi hemû rêbazan hewl didin ku diyardiya parastina paqijiya giştî di nava welatiyan de belavkirî be û ew jî ji bo bajar paqij û xweşik bimînin her wiha bighêjin jîngeheke paqij.
Endamê Koordînasyona TEV-DEM`ê Ayid Îbrahîm jî têkildarî hemleyê wiha gotinû: “Hemle dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin. Dema zanabeûna civakê dighêje çanda paqijiyê, wê demê dê parastina hebûna xwe bi awayekî tendurist û dûrî nexweşiyan bike. Ji ber vê yekê jî me xwest bi rihê Buharê em dest bi vê hemleyê bikin û parastina xweza û paqijiyê bikin.”
Li gorî berpirsên hemleyê, hemle dê mehekê dewam bike û dibe ku were dirêjkirin.
Werşeyên şaredariya gel, xebatkarên paqijiyê ku tev li hemleyên paqijiyê bûne karên xwe di paqijkirina bajar û taxan de bi awayekî rojane didomîne. Hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê Nebîl Şêx diyar kir ku xebat û stratejiya ku şaredariya gel li gorî wê dixebite, parastina paqijiyê ye ku ev yek bi awayekî rojane, heftane û mehan were kirin her wiha îşaret bi beşdarbûna di hemleya paqijiyê de û pêşkêşkirina destekdayîna pêwîst, kir.
Rêveberên hemleya paqijiyê banga girîngiya beşdarbûna hemû welatiyan kir û diyar kir ku bêyî hevkariya civakê dê hemle negihêje armancên xwe.
ANHA