Rojnameya Ronahî

‘Wefadar bin, Sala 2022`yan bikin sala Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo’

Serbest Etê/Qamilşo

Luqman Ebduleh ku Rêber Apo dîtibû got, 4’ê Nîsanê guhertineke dîrokî ya gelan û gerdûnê ye. Rêbertî bi felsefeya xwe gelên cîhanê ji taritiya derxistin. Ji ber wê divê gelên cîhanê wefadar bin, sala 2022`yan bikin sala Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo.

Luqman Ebduleh ku yek ji kesên Rêber Apo di 1995’an dîtiye, tevlî malbata xwe ji sala 87’an Tevgera Azadî ya Apoyî nas dike û ji wê demê ve xebatê dike. Lukman doktorê 25 sala yê dirana ye, herwiha di avakirina desteya dendurîstî de cîh girtiye û niha jî endamê PYD’ê ye.

Luqman Ebduleh bi pêmana 4`ê Nêsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê kurd Abdula Ocelan ji rojnameya me re axivî.

`Bi dîtina Rêber Apo, tevayiya dîrok û nirxên mirovayiyê hatin ber çavê min`

Luqman dema xwendina xwe li zanîngeha Tişrîn ya Latîqiyê dike, Rêber Apo dibîne û kêliyên hevdîtina bi Rêber Apo re weke xewneke jibîrnebûyî pênase dike û wiha di nirxîne: “Li ser daxwaza xwendekarên Kurd, malbatên kurd yên li Latiqiyê û herwiha gelê herêmî ku bixwe Elewyî ne, sala 1995`an Rêber Apo li mala partiyê cîvînek li dar xist. Civîn nêzî 50 kesî pêk hat û 3 saetan pirtir dewam kir. Bi vê cîvînê cara yekê min Rêbertî dît, ew bûyer ji bo min dirokî  bû. Lewra guhertineke cewherî di mejî û hestên me de çêkir. Berî wê kêliyê, me ew Kesayeta mezin li ser zimanê kesan, bi riya nirxandinê wî me nas kiribû. Bi hevdîtina Rêbertî me rastiya kesayeta Rêbertiyê nas kir. Bi axaftin û sekna rêbertiyê, em mest bûbûn. Lewra tevayiya dîroka Kurdistanê û nirxên mirovayiyê di kesayeta Rêbertî de li ber çavên me derbaz bû. Rêbertî hêz dida 50 kesî, ev me dît, lê ya rast hêz dida taevayiya gelê Kurd. Rêbertî wiha dikir ku mirovê pê re ji rewşa fîzîkî derkeve, ji ber wê em bi ruhê xwe ve bi sekin û axaftina wê ve hatin girêdan.”

`Ji bo me 4`ê Nîsanê guherineke gerdûnî û sererastkirina dîrokê ye`

Doktor Luqman li ser 4`ê Nîsanê û derketina Rêbertî ji bo gelan wiha nirxand: ” 4’ê Nîsana 1949`an (jidayîkbûna Rêber Apo), ji bo me tê wateya sererastkirina dîrokê. Ne ji gelê Kurd tenê re ji cîhan û gerdûnê re jî wisa ye. Rêbertî di demekê ku gelê Kurd di windayiyeke mezin de bû, hat dinê. Gelê Kurd ji ruh û naveroka kurditiya xwe dûrketibû. Îdelojiya Rêbertî ne tenê hebûna kurdan ji nûve afirand, wê Kurdan bi hezarên salan biparêze. Bi fikir û felsefeya jiyana Azad, mejî û jiyana mirovan sererast dike, xwezayê diparêze.’’

Doktor Lukman tekoşina Rêber Apo ya 50’ê salan bîr anî û wiha dewamî da gotina xwe : ‘‘Rêbertî bi têkoşêna xwe ya bênavber ya 50’î salî, guhertineke mezin li tevayiya gelên cîhanê kir. Bi taybetî guhertineke bingehî ya gelê Kurd çêkir. Lewra pêwîstiya wî bi rêberekî hebû. Rêberekî ku wî ji windayiyê ve rizgar bike, dîroka wî ya talankirî, raxîne ber çavê wî, rastiya wî ya dizyayî, vegerîne bijînîne. Mezintiya Rêber Apo wisa diyar dibe ku bi çend hevalên xwe re bêderfet, bê bingeh û ji nebûnê, hebûn afiandin. Xebateke ku ji bin sifirê dest pê kirin, bi sedhezaran şoreşger, fedayî û şagird çêbûn. Gelê ku mirî dihat hesbandin, rakirin ser piyan, bi dehan gelên din jî hişiyar kirin. Êdî gel, çarenûsa xwe divisînin. Bi rastî ji bo mirovayiyê Rêbertî, Mehdiyek e.”

`Wefadarê Rêbertî bin, sala 2022`yan bikin sala azadiya fîzîk ya Rêbertiyê bin`

Luqman Ebduleh herwisa bal kişand ser rola Rêbertî di guhertina ‘Sîstema Koletiya Nû’ (Modernîteya Kapîtalîst) de û wiha şirov kir: “Sîstema cîhanê ya nû li ser kolekirin û qirkirina gelan xwe ava kir û xwe diparêze. Li hember vê fikirê Rêbertî yê azadiya gelan hişt ku sîsemta desthilat ya hegemonîk, li ser berjewendiyên xwe bitirse. Ji ber wê bi komployeke Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertiyê, xwestin rê li ber lehiya gelan ya azadiyê û berxwedanê bigire. Lewra bi fikirê Rêbertî taritiya li ser gelên cîhanê hatibû spandin, bû ronahî. Lê tersa aramancên wan çêbû, tevlî dîlgirtin û tecrîda giran, Rêbertî têkoşîn û berxwedan geş kir û îdelojiya azadiya gel pêş xist. Ji aliyekî din ve jî vê komployê girêdana gelan, bi rêber Apo re diyar kir. Bi dehan jin, mêr, keç û xortên Kurd û gelên din xwe şewitandin û got in, `Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin`.

‘Pêwistiya mirovayiyê ji her demê pirtir bi Rêber Ocelan heye’

Luqamn Ebduleh rewash cîhanê azivî û axaftina xwe wiha qedan: “Hêzên Hegemonîk bi navê demokarîtiyê bang dikin, lê bi riya çînîtiyê, netewperstî û olperstî rojbijroj cîhanê tarîtir dikin. Rêbertî bi fikir û felsefeya Neteweya Demokartîk van pirsgirêkan giş çareser dike. Needaletî û nedemokrasiya li cîhanê heyî, tenê gel qurbaniyê didin. Ji ber wê dem dema gelan e. Gelên cîhanê divê wefadarê nirxên xwe bin, wefadarê Rêberê Mirovayiyê bin. Divê vê tecrîdê qebûl neke, rabin ser piyan,  ciyê Rêbertiyê ne girtîgehe, ji ber pêwistiya mirovayiyê ji her demê pirtir bi Rêbertiyê heye, banga me ew ku gelên cîhanê Sala 2022`yan bi têkoşîna xwe bikin sala Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo.