Rojnameya Ronahî

Peyamên NEWROZA 2022yan

Kakşar Oremar

Bihar xweş e bi navê te“ lêêê… vê carê“: zêdetir bi „peyamên te“ NEWORZ, NEWROZ….”

– Sal 2722 ya Kurdî, 2022´an ya Mîladî ye. Jiyan dîsa bi wateya xwe ya dîrokî bi hatina NEWROZê re tê guherandin.

– Erdnîgariya NEWROZê: li Tacikistan, Azerbaycan, Efxanistan, Îran û Kurdistanê ye.

Li hinek welatên din yên ku „aryayî“ lê dijîn jî tê pîrozkirin.

– Ji çil salên borî û şûn de tabloya herî xweşik, watedar, rengîn û tije bengînî ya pîrozkirina Newrozê li KURDISTANê reng û rûyê xwe yê dîrokî û delal daya nîşandan.

– Ji girtîgeha Amedê bi dirûşma“Berxwedan Jiyan e“ NEWROZ“ê li pey sedan salên dirêj dest bi jiyanake nû kir.

– Pêşengên wê „Mezlûm Dogan û hevalên wî“, lê kesê ku sirra wê berxwedanê bi raya giştî û Kurdan re parve û bi nêrîneke dîrokî-felsefî şirove kir“ Serok Ocalan„ e.

– Qehremanê ku di Şahnameya Ebulhekîm Firdûsî ( 940 – 1020 M) de weke „Kaweyê Hesinkar“ tê naskirin „sê rastiyên veşartî“ ji me re eşkere û bi me dide selimandin:

  1. Hebûna Kurdan li Xorasanê di dema ku Sasanî li bakurê rojhilatê Îranê xwedî desthilat bûn û bi hêrişa Ereban re hebûna wan têkçû.
  2. Kaweyê Hesinkar di Şahnamê de weke rêber û serhildêrê şoreşekê li dijî hegemonya „Erebên mislman“ navekî „efsaneyî“ ye, lê asta têgehiştina Firdûsî dide selimandin dema ku dûr ji hestên neteweperetî eşkere dike ku hingî jî dîsa Kurd „pêşengên berxwedan“ê li dijî dagîrker û „Zehak“ên serdemê bûne.
  3. Ji sed sal berê dema ku dewlet bi awayê modern li Îran û welatên din yên Rojhilata Navîn hatin damezrandin, navê „Kurd“ ji Şahnamê hat hildan, nasyonalîtsên Kurd jî li dijî vê „siyaseta Riza Pehlewî û rewşenbîrên Îranî yên neteweperest“, tolê ji Firdûsî distînin, anku wî weke mirovekî şovenîst didin nasandin, lê bi ya min ev nerast e.

– Îro Newroza ku serdema „Kawa û Zehak“ bi bîra me tîne dîsa li Kurdistanê tê pîrozkirin. Paytexta Newrozê di qada siyasî da AMED, di qada çandê de KIRMAŞAN, di qada berxwedanê de ROJAVA û di qada diyarkirina destkeftiyên siyasî-netewî de jî HEWLÊR-SILÊMANÎ ne, lê ji bîr nekin ku guherandinên li her dera Kurdistanê çêdibin yên li ser hev û xwedî bandor bin.

– Di demeke nêz de encamên pîrozkirina Newroza 2022an yên li bakurê Kurdistanê bi hevdîtinên bi bêrêz Ocalan, PKK û HDPê re bêtir bikevin ber çavan. Sedema vê yekê „bêhêziya Erdogan a di qadên aborî-siyasî, kiryarên AKP-MHPê yên şovenîstî, şerxwazî, înkarkirina pirsa Kurd, hêrişên li ser ROJAVA-BAŞÛR û kiryarên din yên antîdemokratîk in“ ku êdî cîhan nikare bipejirîne eger bipejrîne jî „hêza Kurdan“ ew neçar kirine ku li hemberî „îrade û rastiyên felsefeya çareseriyê a serok Ocalan“ bikevin ser çokan.

– Di van şertên wiha de divê êdî aliyê Kurd bi zelalî ji „Erdoganê -selefî-xapandakar“ re bêjin ku: êdî bes e, em ne yên xapandinê ne an jî hûn nikarin me weke amrazê bihêzkirina xwe bi kar bînin, emê dîsa bîra we bînîn ku ger we li Îmraliyê guhdarî bikira, ev rewşa we ya îro wê xwedî tabloyeke din bûya.

– Li pişt ekranê sirr û razên din jî hene, encama tevan biserkeftina doza Kurdan e, lê ne tenê li Kurdistanê belkî rûberê wê yê berê li Rojhilata Navîn û pişt re li derên din jî guherandinên mezintir bixwe re bîne.

– Di 30-40 salên derbasbûyî de ji ber „bêtifaqiya partiyên siyasî“ li „Kurdistana mezin“ „derfetên zêrîn û mezin“ ji destê Kurdan çûn. Êdî bila ji vir û şûn de ew derfet neyên wendakirin.

– Werin em tev bi hesreta xwezî û daxwaziyên Hz. Ehmedê Xanî, Şêx Ubeydulahê Nehrî, Hacî Qadirê Koyî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Celadet Bedirxan, Simkoyê Şikak, Cegerxwîn, Pîremêrd, Pêşewa Qazî, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dilşad Merîwanî, Mezlum Dogan, Zekiye Alkan û… hezaran kesên din ku di ber doza:“ azadî, serxwebûna Kurdistanê û bilindkirina pirensîpên exlaqî û nirxên mirovahiyê“ canê xwe fîda kirin, xebatê bikin ku him „partiyên siyasî“ li Kurdistanê nêzî hev û bibin hêza ku dikarin hemû „êşên hezaran salên bindestî û koletiyê“ çareser bikin.

– Îsal pîrozbayîyên Newrozê herî zêde li hemû Kurdistanê hatin pîroz kirin, lê peyama yekê û dawiyê a vê carê ji „dagîrker û korbînên“ sedsalê re evb û:“ Em li her dera cihanê, ji Ewropa heya hemû bajar û gundên Kurdistanê hene û yê hebin jî. Yên ku bixwazin me „weke berde“ bibînin, em „berdedaran“ jî ceza û wan dispêrin „zibildanka dîrokê…“

– Xalên din jî hûn binivîsin…..