Rojnameya Ronahî

Seydayê Tîrêj Kurdbûn û xwebûn dihona

Serbest Etê/Qamişlo

Çerxa dîrok û çanda Kurdî bi destê destanbêj, helbestvan û hozanan tê gerandin ango hebûn û xweseriya Kurdan tê parastin. Ji Uryan heta Melayê Cizîrî, Feqeyî Teyran, Ehmedê xanî, Cegerxwîn û hwd. ji şoreşgerên wêje bûne hilgirên xetîreya helbesta Kurdî ya resen ku pê riya gelê xwe ronî dikirin. Yek ji wan jî Seydayê Tîrêj e.

Sedayê Tîrêj kî ye?

Helbestvanê helbesta klasîk ya kurdî Seydayê Tîrêj, bi navê xwe yê rast mela Nayifê Hiso di nava malbateke xizan ya êla Bûblanî de sala 1923`yan li gundê Necim yê nêzî Amûdê ya rojavayê Kurdistanê tê dinyayê. Ew jî weke gelek helbestvanên Kurd di medreseyên olî de dest bi xwendinê dike. Seyda sala 1937`an li navçeya Amûdê bi cî dibe û li wir dest bi xwendina dibistanê dike. Piştî xwendina pênc salan ji ber rewşa aborî, xwendinê nadomîne. Têkiliyên wî bi helbestvan û nivîskarên Kurd yên mîna Cegerxwîn, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re çêdibe û tevlî Komeleya Xwebûnê dibe. Tevî geşbûna hestên welatparêzî û şorşegerî, evîna wî ya nivîsa helbestê, gur dibe. Ji ber vê xebatê sala 1952`yan rejima Sûrî dixe zindanê û dîwana wî ya helbestan jî (berî çapê) desteser dikin û dişewitînin. Piştî derketina ji zindanê, li cem êla EL-Cibûr ya Ereb xwe vedişêre û li wir xebata xwe didomîne.

Tîrêj, Kurdbûn û xwebûna vedigot

Tîrêj yek ji şopdarên helbesta klasîk bû. Helbesta wî rengvedana jiyana gelê Kurd ya wê serdemê bû. Dengvedan û şahida şerê azadiya gelê Kurd bû. Ne berxwedana Kurdan tenê, ya tevayiya gelan ya sedsala 20`an di helbestên wî de dihat dîtin. Şoreşên gelên Rojhilata Navî û dinyayê; ji şerê serxwebûna Cezayir heta berxwedana Vietnamê, ji têkoşîna Filistînê heta şoreşên Amerîkaya Latîn di helbestên xwe de dihonan.

Seydayê Tîrêj, helbestên xwe li ser şopa helbestvanên klasîk yên Kurd dirisan. Bi helbesta xwe di deryaya helbestên Melayê Cizîrê de melewanî dikir; evîna keç û xurtên gelê xwe vedigot, banga zanist û xwendinê li wan dikir. Di helbesta xwe de bi dengê Feqiyê Teyran pesnê xwezaya welêt dida û bi deşt, çiya, sûlav, mêrgan re diaxivî. Bi helbesta xwe xewna Ehmedê Xanî vedijand, xweseriya gelê xwe dikir amanc. Derd, kovan, şîn, şahî, paşketin û pêşveçûna gelê xwe dihona û bi `Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan` dijiyandin. Riya azadiyê bi `Gorî te bikim cerg, dil, mêlak û hem can` cangorîtî destnîşan dikir; bi `Jîn divê kotek û zor e`, Seyda diyar dikir ku azadî û xwebûn zor in û bi lavayan mirov nagihe qonax û armancan. Di helbesta xwe de li ser pişta qulingê xwe silav li Qazî, Şêx Se`îd û girtiyên riya azadiyê li girtîgehên Amedê dikirin, pesindarê xweşikbûna zozanên Serhed û Şerefdînê bû, şopedarê felsefeya Mezdek û Manî bû. Di dawiyê de digot, Ez Tîrêj im eger ne wiha bim, ez gunehkarê te me`. Bi rastî jî Seyda heta kêkiya dawî ya jiyana xwe ji ya xwe nehat xwarê. Xizan û perîşaniya xwe kir dewelmendiya wêjeya Kurdî. Çewa Seyda bi dengê Feqiyê Teyran, di deryaya Cizîrî, xewna Xanî û helbestvanên din de mezin bû, ji helbetvanên Kurd yên klasîknivîs bû kaniyeke deherike, bû tîrêjeke ku esmanê helbesta klasîk ronî dike û xezîneyeke dewlemend ji nifşên pey xwe re, hişt.

Xezîneya hiştî

Berhemên Sedayê Tîrêj yên çapkirî ev in: Dîwana Xelat (Çap, 1985), Dîwana Zozan )1990) Dîwana Cûdî û Serpêhatiyên Kurdan beşa-1 (1992), û çapa duduyan (2002). Herwiha berhemên wî yên neçapkirî jî ev in: Mewlûda Kurdî, Dîwanek Helbestan, Serpêhatiyên Kurdan beşa 2.

Seydayê Tîrêj sê caran hatiye xelatkirin; Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê sala 1995`an, Xelata Sedsaliya Rojnamevaniya Kurdî li Hewlêrê 1998`an û Xelata Koma Helebce ya Folklora Kurdî 2001`ê.

Tîrêja ziman û helbesta kurdî venamire

Şemiya Adara sala 2002`yan, saet heştê êvarê li nexweşxaneya Îsam Bexdê ya bajarê Hesekê dilê çerxgerê helbesta klasîk Seydayê Tîrêj radiweste. Bi dehhezaran Kurdan -bi rêxistin û partî, rewşenbîr û helbestvanan, pîr û kal, mêr û jin, keç û xort, xwendevan û nexwendvan- ji gund, bajar û herêmên Rojava bi slogana `Seydayê Tîrêj namire, helbesta Kurdî namire, zimanê Kurdî namire` li gundê Girkeftar yê Navçeya Til Birak bi merasimeke mezin spart axê.

Ev jî şîreta wî ya ji bo Kurdan e:

Bes e cilka xewê bavê li te şerm e tu razabî

Bizane ku cîhan dewr e divê her dem tu pê ra bî

Şev û roj tim wek hev nayên cih û warê xwe dighêzin

Di vî çax û zemanî de divê pispor û zana bî

Ji karwanê dem û wextê nemîne li paş Kurdo

Bi hêvî û lavlavan ewê heqê te winda bî

Bi ilm, xwendin û zanîn divê pişta xwe bişdînî

Bi kona re bidî û bistîn, ne yê sîwak û werda bî