Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan wê êdî li gorî dilê xwe bike

10/07/2018
in ROJEV
A A
Erdogan wê êdî li gorî dilê xwe bike
Share on FacebookShare on Twitter

Li Tirkiyê bi sondxwarina Erdogan re rejîm bi fermî guherî. Guhertina rejîmê û derxistina 19 hezar kesî ji kar, cihekî berfireh di çapemeniya Ewropayê de girt.
Li Tirkiyê, piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê li meclîsê sond xwar, rejîm bi rengekî fermî guherî. Sîstema hikumetê ku ji Serokwezîr û wezîran pêk tê wê qediya û li şûna wê Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê dest pê kir. Bi vî rengî rejîma yekzilamî li Tirkiyê bi fermî dest bi kar kir.
Beriya ku Erdogan li meclîsê sond bixwe, hikumeta Tirk “Biryarnameya Rewşa Awarte ya dawî” weşand. Bi rêya vê biryarnameyê re 18 hezar û 632 kes ji kar hatin avêtin, 12 komele, 3 rojname û qenaleke televîzyonê hatin girtin. Vê rewşê bi rengê “rejîma Erdogan xurt dibe” cihê xwe di çapemeniya Ewropayê de girt.
KOMARA DERXISTINA JI KAR
Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê “Frankfûrter Allgemîne Zeîtûng” (FAZ) bi sernavê “Tirkiya Erdogan-Komara derxistina ji kar” cih da guhertinên ku Erdogan di nava rejîmê de kiriye. Di şîrove-nûçeya rojnameyê de ku bi navê nûçegihanê rojnameyê yê li Atînayê Mîchael Martens ve hate amadekirin, hate destnîşankirin ku piştî biryarnameya dawî wê Erdogan êdî karibe bi fermanê her guhertinê li gorî dilê xwe bike.
Deûtsche Welle jî bi sernavê “Erdogan sûltanê destpêkê yê Tirkiyeya nûjen e” cih da mijarê. Pisporên ku li ser mijarê ji Deûtsche Welle re axivîn diyar kirin ku sîstema serokatiyê ya li Tirkiyê nabe ku bi sîstemên li Fransa û DYA re bê nirxandin û erkên ketine destê Erdogan yek bi yek raxistin pêş çavan.
QRALÊ ROJÊ YÊ TIRK
Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Dîe Presse jî li ser xurtbûna rejîma Erdogan û biryarnameyên beriya wê hatin weşandin, nûçe-analîzek weşand. Rojnameyê gotina, “Qralê rojê” ku ji bo qralê Fransayê Lûdwîg ê 14. dihate gotin, ji bo Erdogan bi kar anî. Rojnameyê işaret bi bûyerên li Tirkiyê diqewimin kir û destnîşan kir ku Erdogan hemû erk xistiye nava destê xwe û bûye “qralê rojê yê Tirk”.

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.