Hemza Sêvo/ Qamişlo
Zimanê Kurdî ji bo hemû qadên civaka Kurdî bi nivîskar, rewşenbîr, zimanzan, dîroknas û hwd ve stûneke serke ye. Lewma jî her kesayeteke ku xwedî hizrekî Kurdî ye gotin û ristên nirxdar li ser zimanê xwe anîne ziman.
Dîroka weşandina yekemîn jimara kovara Hawarê 15’ê Gulana 1932’yan wek Roja Zimanê Kurdî ji 2006’ an vir de tê pîrozkirin. Beriya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin. Lê belê heta kovara Hawarê tu nivîs bi tîpên latînî nehatiye nivîsandin.
Tevahiya nivîskar, helbestvan, kesayetên xwedî bandor di nava civakê de bal kişandine ser girîngiya zimên ji bo civakê. Lewma jî hin navdarên Kurd ji serdemên cihêreng ziman nasandine û girîngiya bikaranîna wê ji bo miletê Kurd destnîşan kirine, ji wan, helbestvanê Kurd Melayê Cizîrî, Cegerxwîn, Celadet Bedirxan, Şêx Meişûqê Xeznewî û Konê Reş.
Melayê Cizîrî zimanê Kurdî nirxdar dike
Melayê Cizîrî, xwe û zimanê xwe û welatê xwe, hem jî zimanên din û helbestvanên din û welatê wan daye ber hev û tu carî xwe û zimanê xwe û welatê ji wan kêmtir nedîtiye. Di beyta jêr de bibînin. Awa nasnameya hunerî û zimanî û mekaniya xwe li gel yên din dinirxîne û bêyî ku nijadperestiyê bike, nêrîna xwe wiha tîne ziman:
Ger Luiluiê Mensûr Ji Nezmê Tu Dixwazî
Wer Şî’ra Melê Bîn, Te Bi Şîrazî Çi Hacet
Di vir de Melayê Cizîrî li gel guhdarên Kurd daxive, ew guhdarê Kurd ku ketiye dû ziman û nasnameyek din û jê re dibêje, eger tu li dû gewhera nivîskî û helbestan î, here helbestên Melayê Cizîrî bixwîne ku bi Kurdî hatine nivîsandin û pêwîstî bi yekê nake bikevî dû Şîrazî, ku mebesta wî helbestvanên Furisê mîna Hafizê Şîrazî û Seidî Şîrazî ye. Melayê Cizîrî şîretê li Kurdan dike û dibêje, Girîngiyê bi ziman û kultura xwe bidin. Eger gelên din bûne xwedan dewleta hunerî û diravê (sikke) xwe yê hunerî ku nîşana paşatî û serbxwebûnê ye, Melayê Cizîrî jî dengê xwe bilind kiriye û dibêje, Min jî wek nûnerekî zimanê Kurdî, diravê helbestê qezenc kiriye û ew dirav niha li cîhanê tê bikaranîn.
Celadet Bedirxan bal dikişîne ser fêrbûna ziman
Mîr Celadet Bedirxan di Kovara Hawar de ji sala 1932’yan li Şamê derheqê zimanê Kurdî de wiha tîne ser ziman: “Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimên ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine. Ji bona ku mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ku bi kêrî wî bê.”
Li hêlekê Mîr Celadet Bedirxan fêrbûna ziman bi netewbûnê ve girêdide û dibêje: Kuro Eyb e, şerm e, fihêt e yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêje ez Kurd in.”
Cegerxwîn bi ristên helbestê zimanê Kurdî şêrîn dide nîşandan
Cegerxwîn jî mîna helbestvan û rewşenbîrên Kurdan ên din bi ristina helbestê şêrînbûna ziman û dewlemendiya zimanê Kurdî daye teysandin, ev yek jî di hin malkên jêrîn de tê xuyakirin.
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî ziyan
Binêre zimanê te çend dewlemend
Li bajêr, tu carek xwe bigihêne gund
Bibêhne çi şêrîne ev reng ziman
Şêx Meişûqê Xeznewî zimanê Kurdî şêrîntir didtî ji zimanê Erebî
Tevî ku tiştekî baş e mirov fêrî zimanê çandê din bibe, lê fêrbûn û axaftina bi zimanê dayîkê ya herî girîng e ji bo her mirovekî/ê. Şêxê Şehîdan, Meişûqê Xeznewî bi zimanê Kurdî û Erebî dizanî bû, lê di Newroza Qamişlo ya 2005’an de berî ku nameya xwe bigihîne gelê Kurd, derbarê zimanê Kurdî de wiha got: “Ez dixwazim du xebera bêjim bi Kurmanciya xwe ya şikestî… ez bi guman im wê ev Kurmanciya min a şikestî wê nêzî dilê we be bêhtir ji Erebiya min î xweş. Eger şikestinek di Kurmanciya min de hebe, ne suncê min e, eger dibistanên me hebane, me fêrî ziman, xwendin, çand û kelepora me kiribaya, wê bi 10’ê caran Kurmanciya me ji wiha baştir ba.”
Konê Reş jî zimanê Kurdî weke tacekê dibîne
Nivîskarê Kurd Konê Reş li ser dîrok û danasîna zimanê Kurdî wiha dibêje: “Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê Kurd e. Zimanê me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye. Kok û rehên zimanê me vedigere hezarê salan, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Feratê standiye, bi Çiyayê Cûdî, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye. Bi Keleka Nûh Pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra Botan, Cizîra Mîr Şeref di dinayê de belav bûye. Îro, zimanê me taca serê me ye.!”