Rojnameya Ronahî

ŞOREŞ ŞOREŞGERA DIXWAZE

Di van kêliyan de ji min re şerê hest û ramanan dayîn pir zehmet û bi êş tê.

Dikevim nava dorpeça hesret û bîranînan. Bê ku hincet û astengiyan derxînim, penûsa şermok dikim zimanê dile xwe. Her ku peyv û hevokek pêşdikeve penûs dibe şervanek hîn bihêztir û wêrektir. Tirsa min tenê ewe ku şerim xwe ji bîr bike û bi wan hestan serxweş bibe. Laşê min diciniqe û ewrên dikevin şikefta çavên min bi qesrika mijûlankê min de vedişêre. Asoyên demjimera xweyalên min hertim di wan rojên nava rûmeta evîndaran da dicemide. Ref bi ref rêwitiya bajarên şoreşgeran dikim. Bajarê ku bi xwîna şoreşgeran hatiye xwemilandin, sînorên mirinê ji nava dil û ramanan rakiriye û lorikên dayikan tinekiriye. Li şûna şopên çîrokên ber dergûşan îro destana lêhengan tê gotin zarokan ra, liser singa dayikan şoreşgerên bibin xelatê welat mezin dibin.

Navê wan zarokan Zehra, Viyan, Rustem, Mazlûm, Cûdî, Peyman, Rodî, Nûcan û bi hezaran wek wan navan bûn û kenê wan zarokan wek destana tolhildana serfiraziyê ser zimanan digeriya. Xwastek û xweyalê her şoreşgerêkê ji bo wan keliyên azadiyê bi wan pakrêwanan re jiyan kirin.

Dema ku ez jî wek her şervanekê dikevim rêwitiya wan keliyan ji xwe ra dibêjim ez şoreşgerek û jinek pir bi şans û hilbijêrim. Hembêza Kobanê wek dayika me tevayan bû, ewqas ji dil û can em hembêz dikirin ku dema xwatir xastinan de jî şewata dil me gerim nedikir. Kobanê mirovahî û gerdûn ronî dikir, şewqa wê evîndarên niştîman diwelidandin.

Di sala 2013’an, me gotina ‘Şoreş Şoreşgera Dixwaze’ ji Heval Cemal bihîst, ev gotin heya roja me ya îro jî weke gûharekê di bîra me tavahî rêhevalan de dimîne. Erk û berpirsyartiya ji me dihat xwastin pîroz û dîrokî bû. Kelêcana hatî afirandin pirs û nêrînên werin gotin didan ji bîr kirin. Li kelêka wê kelêcanê xemginiyek veşartî dihate jiyan kirin. Hestên jidûrketina çiyan pênase kirin, dibe ku bi çend hevokan neye hûnandin. Ji ber ku çiya ji bona gerîlla qadên azad û rasteqiniya lêgerînê bû. Dibin asîmanên bê dawî de rêwitiya gerîla ber bi qadên şoreşê destpê kiribû.

Sînorên di nava welat de carekdin xwe bi awayekî zindî pêşkeşê me dikir, wan sînoran penabertiya nava kurdistan di anî ziman. Behndayin û dilê hevalan wek birûska lêdida, ji hêrsa lêvên xwe yê qeliştokî dipirçiqandin û wekû dijmin dinava lepên wan de be diranên xwe dişidandin. Li şuna ziman baxive çavan li hev temaşe dikir, kesekê nedikarî gotinekê bîne ser ziman… weke dîmenekê bîranîn Serokatî di hişên wan de zindî dibûn ku çawa Rêbertî sînor bi kelêcan û bi gavên dîrokî derbaz debaz dikir. Di wan kêliyan de her hevalekî bi rihekî fedayî sînorên dorpêçkirina Kurdistanê derbaz dikirin û diçûn gel Rêbertî. Belê… êdî dem hatibû gavên li ser erdnîgariya Kobanê dihatin avêtin, diwarên xapandin û tinekirinê hatin hilweşandin.

Watedayin û mêzekirina mirov çiqas kûr û ferêh be, ewqas dikare kesayet mezin, wêrek û dilnizim bi afirîne. Temenê bi çend sal û demsalan hatiye diyarkirin wê bi biryardarî, vîn, hêvî û rêhevaltiyek rast û têrker were jiyan kirin. Dibe ku di dema şahadetê de nav û navnîşanek jî têrker nebe, lê pewîste qet neyê ji bîr kirin ku rêheval û şoreşgertiya serdemê jiyan kirin û dan jiyan kirin.

Şevên bê xew û sar despêkiri bûn. Erd û asîman şer dikir, cenga azadiyê di çend kolanên hilweşyayî da berdewem dikir. Zarokên Kurdistanê wek pêlên deryayê diherikîn kolanên sar. Dengê keleş û bimbeyan edî wek amûrek sitranê ji gûhanre dihat. Dema awaza tililiyan destpê dikir govenda bê sitran dor dihate gerandin. Tiliyên ji şevên zivistanê dicemidîn li ser tetika kelêşê wek agirê dîlê şervanan gerim û geş dibû.

Di kolanan  de bêhna xwîn û barûtê tevlîhev dibû, rengê asîman her diçû dişibiya zifta reş, qerînên bê deng ji kesera dilê dayikan dihat. Gotinên bê behnok li ser rûyên ken, keziyên bi destê dayika hatibun hûnandin bejnên zirav dipêçan û dilê her şervanêkê dikeliya bi silavdayîna kolanên Kobanê. Bê ku hev nasbikin di eniyên şer de xatirên ne di cihda ji hev dixastin. Bê ku dûdilî û gûmanek jiyan bikin beramberî bablîsoka xeniqandinê, nefesa azadiyê dikişandin. Peymana serkeftinê hatibû mohr kirin.

Sozên şoreşgeran, xeyalên pakrewanan, xewnên lêhengan û nifirên dayikan pêk dihatin. Qada azadiyê govenda keç û xurtên kurdan parzemîna cîhanê dihejand. Tiliyên ser xelekên bomba îro dîlana serkeftinê digerandin.

Jîn Kobanê/pajk.org