Rojnameya Ronahî

`Divê li hemberî êriş û sûcên li dijî jinan têkoşîn xurttir bibe`

Darîn Silê/Qamişlo

Welîde Bûtî got, rojên salê tev rojên jinê ne. Çimkî jin her roj li ber xwe dide û têkoşîna xwe xurt dike. Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bi hêz û berxwedana jinê şoreş hat lidarxistin.  Li hemberî sûcên li dijî jinan tên kirin, divê jin xwe pirtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Têkildarî berxwedan û têkoşîna jinê ya li hemberî dagîrkeriyê, girîngiya 8’ê Adarê û pêwîstiya xurtkirina azadiya jinê, endama Koordînasyona Kongreya Star ya Rojava Welîde Bûtî ji rojnemeya me re axivî. Herwiha da zanîn ku sûcên li dijî jinan tên kirin, dihêlin ku jin li hemberî pergala desthilatdar, pirtir li ber xwe bide û têkoşîna xwe mezin bike.

`Li hemberî zor û zehmetiyan têkoşîneke mezin hatiye kirin`

Welîde Bûtî Roja Jinan ya Cîhanî li jinên Kurdistan û cîhanê, bi taybetî jinên têkoşer yên bi salan e li ber xwe didin pîroz kir û wiha got: “Di nava civakê de ya herî zêde rastî êriş û sûcan tê jin e. Çimkî hişmendiya heyî jinê qebûl nake. Ev hişmendî ne ji niha ve, bi sedê salan e li hemberî jinê heye. Dijmin her tim di kesayeta jinê de kiryarên qirêj û sûcên giran li ser civakê dike. Jinan gelek zor û zehmetî kişandinê, lê li beramberî wê têkoşîneke mezin hatiye kirin. Ji bo wê, Ji dîrokê heta niha jin li ber xwe dide û li hemberî hişmendiya mêr ya serdest ku jinê piçûk dike û wê xwedîhêz û hebûn nabîne têkoşînê dike.”

Welîde Bûtî teqez kir ku rêxistin û têkoşîna jinan dewama deskeftiyên 8`ê Adarê ne û wiha axivî: “Rojên salê tev rojên jinê ne. Çimkî jin her roj li ber xwe dide û têkoşîna xwe xurt dike. Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bi hêz û berxwedana jinê şoreş çêbû. Jin vê şoreşê birêxistin dike û xwedîroleke pir girîng e. Heriwha jinên cîhanê jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji xwe re dikin mînak. Jin bûye pêşenga vê civakê û guhertinên pir mezin di nava civakê de çêkirine. Destkeftiyên jinê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê tev berhemên têkoşîna jinê ya dirokî ne. Divê em jî van destkeftiyan biparêzin û li keda xwe xwedî derkevin.”

`Bingehê rêxistina civakê jin e`

Welîde Bûtî bîr xist ku di şoreşa Rojava de jinan gelek berdêl dan û ev li axaftina xwe zêde kir: “Di nava salên şoreşê de, gelek êriş, destdirêjî û komkujî, herwiha sûcên giran li ser jinê hatin kirin. Ji her alî ve (siyasî, aborî, leşkerî) jin dibû amanca dagîrkeran. Li herêmên dagîrkirî jî dijmin her tim êrişî jinan dikir. Çimkî dagîrker jî dizanin bingehê rêxistina civakê jin e.”

Welîde şideta li ser jinê ya sala cûyî bîr anî û wiha got: “Sala 2021’ê şideta li ser jinê zêde bû. Çimkî jin têkoşîneke xurt dikin. Îsal têkoşîna jinan ji ya salên borî xurttir e. Ji bo wê dibe ku li ser gelê Kurd û jinan êrişên girantir bên kirin. Ji ber wê ev sal ji bo me pir girîng e. Çawa ku bi berxwedan û pêşengiya YJA Star`ê ya sala 2021’ê planên mêtingeriyê hatin hilweşandin û êrîş hatin pûçkirin, sala 2022’an jî, bi heman astê û bi berxwedanê wê êrişên metingerî bên şkandin.”

`Sala 2022’yan ji bo me saleke pir girîng e`

Welîde Bûtî got, sala 2022’yan ji bo ku em welatê xwe azad bikin û ji mirovayiyê re bibin mînak, emê heta henaseya xwe ya dawî û bi biryardayeriyeke mezin têbikoşin. Bi vê pêmanê, emê li dijî dagîrkeriya tirkî bisekinin û nehêlin ku xaka me dagîr bikin û îradeya jinê bişkînin. Ji ber wê sala 2022’yan ji bo me saleke pir girîng e. Ji bo ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo û azadiya xwe bi dest bixin, ev sal berpirsyariyeke mezin dide me jinan,

Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Rojava Welîde Bûtî di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî berpirsên sûcên li dijî jinan hêzeke rastî û çalak ava bikin û ji kesên sûcdar jesan bixwazin, da ku destkeftiyên jinê werin parastin û jin mafên xwe bi dest bixe.