Rojnameya Ronahî

`Hunermend Mihemed Şêxo ji bo gelê Kurd dibistana hunerê ye`

Darîn Silê/Qamişlo

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo di şert û mercên herî dijwar de bi hunera xwe bû dengê gelê xwe û ji bo azadiya gelê Kurd bi hunera xwe, têkoşîneke pir mezin kir. 33 sal di ser wefata Mihemed Şêxo re derbas dibin, lê hê deng û awazên wî di nava gelê Kurd de dijîn.

Hunermend Mihemed Şêxo, hunermendekî Kurd û ji rojavayê Kurdistanê ye. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di sala 1948`an de ji dayik bûye û di sala 1989`an de li bajarê Qamişlo ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest daye.

Mihemed Şêxo Qonaxa seretayî ya xwendina xwe li gund qedandiye. Herwiha ji bo dewamkirina xwendina xwe di 1965`an de tê bajarê Qamişlo û li dibistana Irûba qonaxa navîn dixwîne. Di sala 1965`an de dema ku qonaxa navîn de dixwend nexweşî di çavên wî de derdikeve û çavên wî lewaz dibin, ji ber wê leşkeriyê nake.

Mihemed Şêxo beriya tembûrê li gelek amûrên muzîkê yên din daye, mîna biziq, bilûr, ûd, keman û gîtar.

Derketina derveyî Rojava

Ji ber qedexeya stranên kurdî li Sûriyê di 1969`an de hunermend Mihemed Şêxo berê xwe dide paytexta Lubnanê `Beyrûtê`. Li Beyrûtê 2 salan beşa muzîkê dixwîne û wek stranbêj û sazvan dibe endamê Yekitiya Hunermendên Lubnanî. Li wir tevlî komên muzîkê jî dibe wek, Koma Newroz, Koma Serkeftin û Koma Bihar.

Zindan û îşkencekirin

Mihemed Şêxo di 1972`yan de vedigere Rojava, li bajarokê Rimêlan kar dike, li wir serkêşiya tîma muzîkê jî dike. Piştî vegera li Rojavayê Kurdistanê îstixbarata hikumeta Şamê dev ji şopandina Mihemed Şêxo neqeriya, gelek caran rastî girtin û îşkenceyê dihat, lê ew ji helwesta xwe venedigeriya û kar û xebata xwe domandin. Nêzî salekê li rojava dimîne û di 1973`yan de bi qaçaxî diçe Başûrê Kurdistanê, piştre bere xwe dide paytexta Iraqê. Li wir di radyoya Bexdayê de kar dike û di demeke kurt de 10 stranan tomar dike.

14 kasêt wî hene

Mihemed Şêxo yekem kasêta xwe `Ey Felek` di sala 1975`an de li Mehabadê derxist. Stranek bi zaravayê soranî bû ku yekem hunermendê ji Rojava bi soranî stran dibêje. Bi vî awayî di sala 1976`an kasêta duyemîn jî derxist. Di salên 1980 heta 1982`yan de kasêtên din jî derxistin. Hejmara kasêtên wê bi giştî dibe 14.

Di 6`ê Adara 1989`an de Mihemed Şêxo bi nexweşiya dil dikeve. Yekser wî dibin nexweşxaneya Watanî ya Qamişlo, çend rojan li nexweşxaneyê dimîne û di 9`ê Adarê de jiyana xwe ji dest dide û li pey xwe mîrasek hunerî ji 120 stranan dihêle.
Bi boneya salvegera wefata hunermend Mihemed Şêxo hunermend Sefqan Orkêş axivî û diyar kir ku Mihemed Şêxo ji bo parastina çanda gelê kurd dest bi karê çand û hunerê kir û axaftina xwe wiha domand: “Hunermend Mihemed Şêxo (bavê Felek) Ji bo gelê kurd dibistana hunerê ye. Çimkî di her stranek wî de êşa gelê kurd tê ziman. Stranên wî bi taybetmendiya xwe ya netewî û şoreşgerî dihatin naskirin. Ji guhdaran re çîroka gelê Kurd û azarên wê bi rêya stranan digot.”

`Bi huner û fikirê xwe Kurdistanî bû`

Sefqan Orkêş got, Mihemed Şêxo bi huner û fikirê xwe Kurdistanî bû. Herwiha yek ji wan hunermendan e ku êşa gelê xwe di nava stranên xwe de digot. Mihemed Şêxo berî 33 salan jiyana xwe ji dest da û niha bûye sembola hunera Kurdî. Di stranên xwe de bal dikişand ser êşa gelê kurd li her çar parçên Kurdistanê.

Sefqan da zanîn ku armanca Mihemed Şêxo ya sereke ew bû ku di rêya stranên xwe de êş û bindestiya gelê kurd bîne ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku Mihemed dest bi hunerê kir di wê demê de ji ber rejîma Sûriyê kesekî nikarîbû gotiba ez kurdim. Lê  Mihemed Şêxo tevî ku zext û zordariya rêjîmê, karê xwe yê hunerê dewam kir. Her çiqasî ji hêla rejîmê dihat binçavkirin û di zindanan de zilim didît, lê hê bêhtir bi çand û hunera kurdî ve dihat girêdan. Niha hunermendên kurd dibêjin, me moralê hezkirin û parastina çand û hunerê ji hunermend Mihemed Şêxo girtiye.”

`Evîna wî welatê wî bû`

Sefqan Orkêş diyar kir ku Mihemed Şêxo di her stranê de nameyekê cûda dida derdora xwe û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Di her sitrana Mihemed Şêxo de şîrovekirina zilma li ser gelê kurd de dihat kirin. stanên wî li ser welatparêzî û êvîniyê bûn. Evîna wê jî wlatê wî bû. welatê xwe bi gotinên evîniyê temşîl dikir. Di strana xwe ya `Ay lê gulê gula min` de behsa ala kurdistanê dikir. Armanca wî di vê stranê de giringiya ala kes û sor û zer bû.”

`Ji bo azadiya gelê xwe kar dikir`

Sefqan got, dema Mihemed Şêxo bi kurdî stran digotin, ti kes nedikarîbû ji ber rejima Bais bi kurdî biaxiviya. Hunermendan zor û zehmetî dikişand heta ku stranên bi zimanê kurdî digotin. Stranên Mihemed Şêxo di wê demê de roleke girîng dilîst û pir bi bandor bû. Tevî zor û zehmetiyan jî, Mihemed Şêxo ji bo azadiya gelê xwe kar dikir û her demê bawer bû ku wê gelê kurd ji bindestiyê xelas bibe û azad bijî.

Hunermend Sefqan Orkêş di dawiyê de bal kişand ser rola hunermendan û diyar kir ku ji bo parastina neteweyan rola hunerê pir girîng e û wiha got: “Erka hunermendan e ku bi rêya stranan, êş û azarên gelê xwe bigihînin cîhanê. Herwiha bang li hunermendên kurd kir ku li mebesta stranên Mihemed Şêxo xwedî derkevin, ji ber ku hunermend Mihemed Şêxo çand û hunera  gelê kurd parast.”