Jiyan Ebas-Qamişlo
Tevî zordariya rejima Sûriyê, sala 2004`an bi sedhezaran Kurd ji bajarê Qamişlo heta paytexta Sûriyê Şamê rabûn serhildanê. Ew serhildan, bû çirûska yekê ya bihara gelan û bingehê destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê.
Rejima Be`sê li Sûriyê her dem neteweya Kurd li ser berjewendiyên xwe xeter didît. Ji bo wê Kurdên Rojava ji gelek mafên xwe yên jiyanê, nasname û biryaran bêpar bûn. Ji bo derxistina dijminayiyê di nava neteweyên li Sûriyê de, siyaseta netewperestiya erebî didan pêş û neteweyên din di nava xwe de didan fetisandin. Di dema desthilatiya rejima Be`sê de, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê Kurdan nikaribû doza mafê xwe bikin û yên dikirin jî dihatin kuştin, destgîrkirin û işkencekirin. Heta niha jî çarenûsa gelek mirovên di zindanên rejimê de ne diyar e. Serhildana Kurdan ya 12`ê Adara 2004`an li dijî desthilatiya netewperest serhildana destpêkê bû. 18 sal di ser wê serhildanadê re derbas dibin.
12’ê Adara 2004’an li Stadyûma 12’ê Adarê (Beledî) di dema lîstina maça di navbera tîma Cîhad (ya bajarê Qamişlo) û tîma Fitiweyê (ya Dêrazorê) de, komên şovenîst yên ji aliyê rejimê ve hatîn birêxistinkirin, dest bi avêtina dirûşmên li dijî Kurdan kirin. Li se bersiva Kurdan bi dirûşman, van komên şovenîst êrişî Kurdan kirin. Di êrişê de di gel 2 zarokan, 9 kesên ji qamişlo şehîd bûn. Piştî êrişê gelê Qamişlo serî hilda û serhildan li seranserê rojavayê Kurdistanê û bajarên din yên Sûriyê belav bû. Di vê serhildanê de 40 kes şehîd û bi sedan jî birîndar bûn.
Têkildarî mijarê dayîk û bavê şehîd Ehmed Yusiv ku di wê serhildanê de şehîd bûbû ji me re axivîn. Dayîk Eyşê Berekat wiha got: “Bi pêmana salvegera 18`an ya Serhildana Qamişlo, ez bejna xwe li hemberî şehîdên serhildanê û şehîdên şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê tevan ditewînim. Serhildana gel ya 2004`an li hemberî rejima Be`sê weke bahozê li bajarên Rojava û bajarên din yên Sûriyê belav bû.”
Kurdan li hember pergala zordest li ber xwe da
Dayîka şehîd Ehmed diyar kir ku rejima Sûriyê xwest vîna gelê Kurd bişikîne û neçarî teslîmiyetê bike, lê gelê Kurd nîşan da ku dikare li hemberî pergala zordest li ber xwe bide û axaftina xwe wiha domand: “Kurd tê gihîştin ku li dijî wan komplo tê kirin, ji ber wê xwe bi rêxistin kirin û li hemberî komployê rawestiyan. Rejima Sûriyê li hemberî Kurdan serî li her rêbazê da. Bi hezaran kes girtin û işkence kirin.”
Dayîka Eyşê da zanîn ku di serhildana 12`ê Adarê de gelek guhertinên mezin çêbûn û got, di vê serhildanê de ji kiryarên rejima Be`sê yên hovane re sînorek hat danîn. Di encama berxwedan û fedekariya gelê me de, serhildan li seranserê Rojava û bajarên din yên Sûriyê belav bû. Vê serhildanê, Peymana Adana ya di navbera rejima Sûriyê û Tirkiyê de ya li dijî Kurdan eşkere kir. Jixwe piştî peymanê, qanûn hatin derxistin û êrişa ser Kurdan hat destpêkirin. Lê gelê me serî dananî. Berovajî wê ji bo parastina xwe, refên xwe birêxistin kirin û li her derê dest bi çalakiyên protestoyî yên aştiyane û demokratîk kir. Herwiha banga berdana girtiyan kir.
Dayîka Eyşê axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Em soz didin şehîdên şoreşa 12`ê Adarê û şehîdên azadiyê ku emê li ser şopa wan bimeşin û li dijî dagîrkeran têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.”
Hesabê rêjimê berovajî xeyalê wê derketin
Bavê şehîd Emed, Xelîl Yûsiv jî diyar kir ku pir eşkere bû ku bûyerên 12`ê Adarê ne ji ber xwe çêbûne; bi plan û amadekarî bûn û gotina xwe wiha domand: “Jixwe ji kiryarên piştî êrişê diyar bû ku êriş berê hatiye plankirin. Lê plan û hesabên rejimê berovajî bûn û xeyalên wê zîvirîn. Lewra serhildana Kurdan ku ji Rojava gihat heta Şamê ne di hesabê wê de bûn. Herwiha çîna siyasî ya Kurd û partiyên tevgera kurdî jî ew texmîn nedikirin. Lê jixwe pir caran bûyerên serhildan û şoreşan wisa derdikevin.”
Xelîl Yûsif axaftina xwe wiha qedand: “Bi kurtayî gelê Kurd piştî serhildanê êdî tirs şkand. Ya herî girîng ew e ku planên rejimê yên nijadperest û şovenîstan şkandin. Ew roj ev roj e, têkoşîna Kurdan ya ji bo azadiyê ranewestiyaye. Serhildana 12`ê Adarê jî wê her di dîroka gelê Kurd de li Rojava wek pêngava pêşî ya şoreşa azadiyê bê zanîn.