Mihmed Xanim / Qamişlo
Gelê Kurd bi serhildana 12ê Adarê komploya rêjima Sûriyê ya derxistina tevlîheviyê di nava gelên herêmê de têk bir, bi baweriyeke bihêz serî hilda û li seranserê cîhanê deng veda.
12`ê Adara 2004`an rêjima Sûriyê xwest di navbera gelê Kurd û Ereb de tevlîheviyê derxe. Rejimê li dijî gelê Kurd bi alîgirên xwe kar anîn û komkujî bi wan dan kirin. Di encamê de bi dehan Kurd şehîd û birîndar bûn. Li dijî vê komkujiyê gelê Kurd jî rabû serhildanê.
Planên qirêj yên rêjima Sûriyê ji bo derxistina aloziyê bûn
12`ê Adara 2004an sibeha roja Înê, tirên ji Dêrazorê ber bi Qamişlo ve ket ser rê û saet li derdora 11:30`an gihîşt bajarê Qamişlo. Ciwanên rêjimê anîn, di tirênê de sloganên nijadperestî yên mîna `Bimirin rêberên Kurdan û bijî Sedam Hisên` diavêtin. Ew ciwan bi hinceta ku alîgirên tîma Fitiwê ya Dêrazorê ne, derbasî Stada 12’ê Adarê bûn. Endamên rêjimê bê vevnêrîn derbasê stadyûmê kirin. Lê alîgirên tîma Cîhadê tev di venêrînê re derbas kirin. Diviya alîgirên tîma Fitiweyê di beşa mêvanan de rûnin, lê rêjimê bi zanabûn tevlî alîgirên tîma Cîhadê kirin.
Destpêka bûyerê û derketina aloziyê
Beri destpêkirina maçê re, alîgirên tîma Fitiwê sloganên nijadperestî yên mîna `Bijî Sedam Hisên, rêberên Kurd yên xayîn tine bibin avêtin û bi keviran êrîşî alîgirên tîma Cihaê kirin. Piştî êrişê hêzên rejimê bi fermana Parêzgerê Hesekê Selîm Kebûl, destwerdan kirin û keober gule li beşa alîgirên tîma Cîhadê reşandin. Ev rewş di dîmenên dezgehên çapemeniyê yên wê demê belav kiribûn jî diyar bû. Di encamê de di gel 2 zarokan, 9 kes şehîd bûn.
Belavbûna serhildanê li seranserî bajarên rojavayê Kurdistanê
Piştî vê komkujiyê li bajarê Qamişlo, gel dest bi serhildanê kir û pişt re li bajarên din jî belav bû. Rejima Be`sê bi awayekî hovane êrîşî xwepêşanderan kir. Di encamê de bi dehan Kurd şehîd û bi sedan jî birîndar bûn. Herwiha bi sedan ciwan hatin destgîrkirin. Hêzên rejimê rê nedan ku birîndaran bibin nexweşxaneyan û nexweşxane jî dorpêç kirin.
Roja duduyan Kurdên Rojeva tevan piştgiriya Qamişlo kirin. Heta serhildan gihîşt bajarên weke Heleb, Lazqiye û Şamê jî. Di serhildanan de gelê Kurd daxwaziya mafên xwe û rawestandina siyaseta şovenîs kir. Lê rejima Be`s bi guleyan bersiv da. Roja duduyan ya Serhildana Qamişlo di gel jin û zarokan 24 kes şehîd bûn. Pişt re rejimê dest bi pêla destgîrkirinê kir û ser 2 hezar û 700 kesî re destgîr kirin.
Rêjima BeA`sê kiryarên xwe yên hovane li hemberî serhildana gel domandin
Rejima Sûriyê roja sisiyan ya Serhildanê siyaseta xwe ya çewisandinê domand; bi sedan kes girtin û Kurdên Rojava ‘xirabker’ bi nav kirin. Herwiha di çapemeniya girêdayî xwe de, dest bi propagandaya li dijî serhildêran kir û ji alîgirên xwe re got, ‘Kurd dixwazin bi desteka Amerîka ji Sûriyê qut bibin’. Herwiha merasimên veşartina şehîdan qedexe kir. 16`ê Adarê welatiyên kantona Efrînê ji bo şermezarkirina siyaseta rejimê herikîn qadan, lê rêjjimê gule li sivîlan barandin û di encamê de 5 sivîlên din şehîd bûn. Bi vî awayî jimara şehîdan bi fermî gihîşt 38 kesan.
Hevgirtina gelên herêmê komploya rêjima Sûriyê bêbandor kir.
Serhildanê 10 rojan bênavber dewam kir. Kurd tev beşdarî serhildanê bûn. Ji Ereb jî hin kes beşdarî serhildanê bûn. Ev jî dihat wateya hevgirtina Kurd û Ereban û vê hevgirtinê nîşan dida ku komploya rêjimê têk çûye. Ev serhildan wek destpêka serhildanên gel yên li dijî rejimê hat dîtin. Di heman demê de bû bingehê şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an.
Di encamê de li rojavayê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk, pişt re jî sîstema federal ya Rojava-Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatin ragihandin. 18 sal di ser Serhildana Qamişlo re derbas bûn. Stada 12’ê Adarê ku rejimê dixwest bike stada fîtneyê, bûye stadeke wisa ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tevan himbêz dike. Herwiha sîstema nijadperest bi tevayî bin ket. Şervanên Kurd û Ereb, bi hev re di binê sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de îro di ber cîhanê tevê de şerê dagîrker û terorîstan dikin.