Newroz îsal ku wê li 72 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê pîrozkirin, li Amedê bi daxuyaniyekê hat ragihandin.
Navenda Nûçeyan
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê li hev civiyan. Di civînê de deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û aktîvîsta TJA’yê Emel Temel; Ji partiyên Tifaqa Kurdistanî Serokên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KDP-Bakur, Partiya Azadî, Partiya Azadî û Mirovan (PÎA) û Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) jî tevlî civînê bûn.
Newroz wê îsal bi dirûşma “Dem dema serketinê ye” li 72 bajaran bê pîrozkirin.
Metna deklarasyonê bi Kurdî û tirkî hate amadekirin. Metna Kurdî ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û metna Tirkî jî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç ve hat xwendin.
Di deklerasyonê de destpêkê qala dîrok û wateya Newrozê hat kirin û piştre jî polîtîkayên şer ên ji aliyê deshilata AKP-MHP’ê ve li dijî gelê Kurd tên meşandin hatin vegotin. Her wiha di deklerasyonê de daxwaza azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Dîsa hat xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û partiyên kurd neyên lîstika dijminê xwe û li dijî polîtîkayên li ser yekitiya xwe ava bikin.
Herwiha bal kişand ser berxwedan, nûjeniya nevrozê û ev peyame hat dayîn: “Di pêvajoyeke wiha dîrokî de em Newroza 2022’an bi şîara “Êdî dema parastina destkeftiyan û bidestxistina mewziyên nû ye” pêşwazî dikin. Newroz destpêka biharê ye, roja hêviyên nû destkeftiyên mezin e. Gelê Kurd ê ku bi Newrozê re xwe ji nû ve afirand, ji bo bidestxistina azadiya xwe ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Em ê Newroza 2022’an weke Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora agirê Newrozê bên cem hev, coş, hêrs û serhildana xwe bilind bikin, daxwazên xwe yên azadiyê biqîrînin û dera ku lê ne Newrozê pîroz bikin. Ji bo ruhê berxwedanê yê jinê ku di 8’ê Adarê de derketiye holê bi rihê azadiyê di Newrozê de mezin bikin û ber bi serkeftinê ve bibi, em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan û Newrozê bi coş pîroz bikin.
Newroza Azadî û Serkeftina Dîrokî li gelê Kurd, Kurdistaniyan û hemû gelan pîroz be.”