Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM: Komploya 12’ê Adarê berdewama Komploya Navneteweyî bû

13/03/2022
in Uncategorized
A A
TEV-DEM: Komploya 12’ê Adarê berdewama Komploya Navneteweyî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

TEV-DEM’ê diyar kir ku 12’ê Adarê şofenîstên Baas’î komployek li dijî gelê Kurd kirin da ku vîna gelê berxwedan bişkînin û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmî de derxîne. Herwiha da zanîn ku ev berdewamiya komploya navnetewî bû û got, Serhildana 12’ê Adarê ji komployan re bû bersiv.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê got, “Serhildana 12’ê Adarê asta rihê şofenîst û nîjadperestî yê zihniyeta Baasê li hemberî kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê eşkere dike. Her wiha asta bandor û teslîmbûna vîna vê rejîma şofenîst ji faşîzma Tirk re derdixe holê.”

Daxuyanî wiha ye:

“12’ê Adara 2004’an, li dijî gelê me yê Kurd komployeke mezin hate kirin. Ev komplo berdewama komploya navneteweyî bû ku ji aliyê çend şofenîstên Baas’î  yên li Sûriyê ve hatibû plankirin û organîzekirin. Armanca wan ew bû ku îradeya gelê me yê berxwedêr bişkînin, çand, nirx û destkeftiyên me tune bikin. Her wiha da ku bi rêya derxistina fitneyên mezhebî di navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên din ên herêmê de nakokiyê di navbera çandên civakî de bixuliqînin û di encamê de kurdan neçar bikin ku wan ji warê wan koçber bikin. Lê tavilê ev hewldan veguhertînin serhildana gel ku bi îradeyeke xurt û hevgirtinî ji komployên binkeftî re bû bersiv.

Ev serhildan, li tevahî bajarên Rojava û bajarên mezin ên Sûriyê belav bû. Serhildana 12’ê Adarê ku ji bin kontrola rejîmê derket bû bûyereke cîhanî ku bala civata navneteweyî bi aliyê xwe ve kişand. Her wiha rejîma Sûriyê di krîzeke siyasî, aborî û civakî de tengijand û wî neçar kir ku hevsengî û giraniya xwe ya siyasî di hundir de û li derveyî winda bike ku heta roja me ya îro berdewam dike.

Daxuyaniya wê demê yên li ser zimanê serokê rejîmê ku dibêje ‘Kurd beşekî sereke ji tevna niştimanî ya Sûriyê ye’ daxuyaniyeke girîng ber bi gavên çareserî, diyalogên aştiyane û mizgîniyeke pêkanîna reforoman li Sûriyê û destpêkirina pêvajoyeke nû ve bû. Lê destwerdana dewleta Tirk a faşîst di Sûriyê de proseya siyaseta aştiyane vala derxist û têk bir. Ji vir ve dewleat Tirk a faşîst bendên peymana Edeneyê bi kar anîn û dest bi tesfiyekirina hesabên siyasî yên herêmî û navneteweyî li Sûriyê kir, rejîma Sûriyê li hemerî çareseriyên aştiyane ji berpirsyarî û erkên xwe yên exlaqî reviya. Heta niha jî heman helwestê nîşan dide, nemaze bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ya ku hemû tevahî çandên civaka Sûriyê temsîl dike û ji bo Sûriyeke demokratîk, pirrengî, nenavnedî, naskirina nasnameya niştimanî ya Sûriyê bi rêya nivisandina destûreke demokratîk ku mafên hemû pêkhate û beşên civakî misoger dike, dixebite. Heger ne bi vî awayekî be wê alozî dewam bike.

Serhildana 12’ê Adara 2004’an asta rihê şofenîst û nîjadperestî yê zihniyeta Baasê li hemberî kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê eşkere dike. Her wiha asta bandor û teslîmbûna vîna vê rejîma şofenîst ji faşîzma Tirk re derdixe holê, nemaze li gel peymana Edeneyê.

Heta îro, îradeyê vê rejîmê jê hatiye standin. Di demekê de ji aliyê dewleta Tirk ve qada hewayî ya Sûriyê tê binpêkirin û gelek herêmên wê bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê wê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û hewla qutkirina beşên din ji xaka Sûriyê têne kirin, ev rejîm bi kîn û nefretê li civaka me ya Kurd dinêre û li hemberî dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên li herêmên Sûriyê, bi taybet ên dagirkirî tu helwestên berpirsyartiyê nîşan nedaye.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibînin ku rewşa Sûriyê ber bi xirabbûnê ve diçe, di hemû aliyan de di valahiyeke siyasî ya mezin û xeter de dijî. Domandina aloziyê, tê wateya domandina karesteke rasteqîn û mirîneke hêdî hêdî. Sedema vê yekê hilweşandina rewşa aobrî û civakî ye. Em bang li civata navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku derbarê vê karesetê de destwerdanê bike.

Em soz didin şehîdên Şoreşa 12’ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê ku em ê li ser şopa wan bin, têkoşînê xurt bikin heta ku bighêjin îradeyeke civakî ya azad.”

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.