Serbest Etê/Qamişlo
Salvegera 18`an ya Serhildana 12`ê Adarê û şehîdên wê bi merasîmekê li bajarê Qamişlo hatin bîranîn.
Bi dûrişma `Bi Ruhê Pêngava Gurzê Gelan Em Salvegara 18`an ya Serhildana 12`Adarê bi bîr tînin`, Îro (12`ê Adara 2022`yan) saet 10:30`yê sibehê, bi beşdariya bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê, Dêrazorê û nûnerên Rêveberiya Xweser li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê ya bajara Qamişlo merasîmên salane ji bo bîranîna serhildana 12`ê Adarê hatin lidarxistin.
Bi pêyama vê rojê, Stadyûm bi wêneyên Rêber Apo, Şehîdên Serhildana 12`ê Adarê, Şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û aliyên şoreşê hat xemilandin.
Merasîm, bi sirûda Ey Reqîb ya ku ji aliyê Koma Serdem ya Leşkerî û bi deqeyekê bêdeng li ser giyanê pakrewanên Serhildana 12`ê Adarê û tevayiya pakrweranên Tevgera Azadiyê dest pê kir. Herwiha li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî.
`Projeya neteweya demokartîk wê planên dijminan bin bixin`
Yûnis şehîdên 12`ê Adarê bi bîr anîn û wiha got: “Berî şoreşa 19`ê Tîrmehê, gelê Kurd ji ber hişmendiya BE`S ya desthiltdar û şofnîst dihat perçiqandin û mafên wî dihatin paşguhkirin. Herwiha heman desthilatê bi planên xwe dijminatiya gelê Kurd didomand. Yek ji wan planan jî komkujiya li vê stadyûmê ya 2004`an ya li dijî gelê kurd pêk anî. Rêjîma BE`S`ê bi vê planê xwest tevliheviyê di navbera gelên ku bi hezarên sala bi aştî bi hev re dijî, derxe. Lê gelê kurd bi rêxistbûyîna xwe ew plan bin xist. Îro jî bi ruhê Serhildana 12`ê Adarê, Berxwedana Kobanê û pêngava Gurzê Gelan, planên dijmin bi hevgirtina gelan ya di bin sîwana Neteweya Demokartî wê bi ser nekevin. Li ser wî bingehî wê gelên Herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji bo avakirina Sûriyeke demokartîk û misogerkirina maf û azadiya gelan wê têkoşînê bidomînin. Herwiha ji bo çareseriya krîza Sûriyê ji diyalogê re amede ne.”
Pişt axaftina Rêveberiya Xweser, Tîma Pilingên Taykwendo hûnerên werzişî pêşkêş kirin. Herwiha bi vê bîranînê, Tîma Herêma Cizîrê û ya bajarê Dêrazorê ya goga piyan, lîstineke dostane lîstin. Lîstin jî bi encama wekheviyê 0-0 qediya.