Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermendê Nemir Mihmed Şêxo li Qamişlo hat bîranîn

09/03/2022
in Uncategorized
A A
Hunermendê Nemir Mihmed Şêxo li Qamişlo hat bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo (Bavê Felek) di salvegera 33`an ya koça dawî li bajarê Qamişloyê hat bîranîn.

Hunermend Mihemed Şêxo yek ji wan hunermendê ku êşa gelê xwe di nava stranên xwe de vegotiye. Mihemed Şêxo di sala 1948`an li gundê Xecukê yê başûr rojavayê bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û di 9`ê Adara 1989`an de li bajarê Qamişlo di encama nexweşiya dil de koça dawî kir û li pey xwe mîraseke hunerî ji 120 stranan hêla ye.

Her sal di roja salvegera koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo de şênî, rewşenbîr, hunermend û saziyên çandê serdana gora Mihemed Şêxo ya li taxa Hilêliyê dikin. Îro jî di saetên sibehê de mîna her sal bi rakirina gurzê gulan û gotina stranên hunermend Mihemed Şêxo serdana gora wî hat kirin.

Herwiha ji aliyê Desteya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê, ji bo salavegera 33`yan ya koça dawîn ya Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo merasîmeke bîranînê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, pişt re li ser navê Desteya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê,  Ebdulmecîd Xelef axivî û dazanîn ku hunermend Mihemed Şêxo careke din di bîranîna xwe de ew civandin û got: “Em bi temenê xwe 10 salî bûn dema me li kolana bang dikir û digot `Bavê Felek Namire`, ji ber ku bi rastî hunermend Mihemed Şêxo cihê rêzgirtinê ye. di sala 1997`an de li Serêkaniyê min li gel mamosteyên pêkhateyên ereb li kasêteke kurdî guhdar kir, tê de stranek Mihemed Şêxo hebû  wî mamosteyî got `ev dengê kê ye, çi qasî bi êş stranê dibêje`, bi vê yekê hat naskirin ku Mihemed Şêxo hiştiye pêkhateyên din bi azarên me hîs bikin.”

Herwiha endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayîd Ibrahîm jî axivî û diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo kula di dilê gelê Kurd de bi rêya hunera xwe de parve dikir û bi `Bilbilê Kurdistanê` hatiye naskirin û wiha axafitina xwe berdewam kir: “Mihemed Şêxo ji nav hunermendên ku bandor li gelê xwe kiriye, ji ber vê yekê hezkirina wî di dilê her kesekî de maye û sax e di wijdanê her welatiyekî welatparêz de.”

Piştre hunermend û birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo jî di merasîmê de axivî û dazanîn ku hunermend Mihmed Şêxo di temeneke kurt de berhemeke dewlemend afirand û wiha got: “33`ê sal derbas dibin, lê bîranîna wî her sal mîna sal yekê ye. Hunermend Mihemed Şêxo bi huner û nêrîna xwe Kurdistanî bû, roj bi roj bi awayekî tê bîranîn.”

Merasîm bi gotina stranên Hunermend Mihemed Şêxo ji aliyê Koma Navenda Mihemed Şêxo, hunermend Îmad Xelef, Ziwan Ibrahîm, Amir Remo, Beha Şêxo û Evîn Bêzê ve bi dawî bû.



Post Views: 68
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.