Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê şopên wehşeta DAIŞ’ê, gorên komî

09/07/2018
in Uncategorized
A A
Li Reqayê şopên wehşeta DAIŞ’ê, gorên komî
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kir zilm û wehşeta ku nehatiye dîtin li dijî gelê bajêr pêk anî. Şervanên QSD’ê jî piştî ku Reqa rizgar kir şopên wehşeta çeteyan yek bi yek derdikevin holê. DAIŞ’ê bi sedan welatiyên bê guneh qetil kir. Heta niha Hezar 238 cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine hînbûn ji gorên komî hatine derxistin.

Bi hezaran welatiyên sivîl ên herêma Reqayê bi destên çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û di gorên komî de hatin binaxkirin. Ji dema ku Reqa hatiye rizgarkirin ve, Yekîneya Bersivdariya Yekemîn heta niha hezar û 238 cenaze ku nasnameyên wan nehatine naskirin dîtin û li goristanê spartin axê.
Bi destpêkirina pêngava Xezeba Firatê re, Yekîneya Bersivdariya Yekemîn hat avakirin. Yekîneyê ji destpêka hatiye avakirin ve bi awayekî rêk û pêk xebatên xwe dimeşîne.
Yekîne ji 4 endaman pêk dihat û bi dilxwazî xebatên xwe li gundewarên Reqayê birêve dibir. Bi pêşveçûn û berfirehbûna serweriya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re yekîneyê jî kar û xebatên xwe berfirehtir kirin. Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin hejmara endamên yekîneyê jî zêde bû û gihişt 40 endaman. Di nava endamên yekîneyê de 4 bijîşk hene. Peywira sereke ya vê yekîneyê ew e ku cenazeyên welatiyên sivîl ku çeteyên DAIŞ’ê bê ser û ber li herêmê binax kirine, derxe û bi awayekî guncaw li goristanan bispêre axê.
Yekîneyê di bajarê Reqayê de 4 gorên komî dîtin, gora Parka Lawiran, gora El-Reşîd a li paş dadgeha kevn a bajêr û heta niha 600 cenaze li van goran hatine vedîtin û belgekirin. Li gora Panorama û gora Bexdayê jî 500 cenaze hatine dîtin û belgekirin.
HÊJMARA CENAZEYAN NAYÊ ZANÎN
Çeteyên DAIŞ’ê li gelek navçe û deverên bajêr li nêzî gulistan, parka lawiran û lîstokgehan, çalên bi awayekî paralel kolandibûn û cenazeyên sivîl bê ser û ber avêtibûn goran.
Di gorên komî de cenazeyên zarok, jin û ciwanên ku çeteyan ji xwe re kiribûn mertalên zindî, hene. Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ji hêla QSD’ê ve, Yekîneya Bersivdariya Yekemîn hezar û 238 cenaze derxistine.Li gorî belgeyên yekîneyê, welatiyên bajêr 117 daxwaznameyên cenazeyan pêşkêş kirinê, lê yekîneyê tenê 17 cenaze derxistine.Ji bo cenazeyên welatiyan bi awayekî guncaw bêne derxistin, yekîne xebatên derxistinê bi alav û amûrên hêsan dimeşîne. Welatî bi rêya dayîna agahiyên derbarê cihê gorên xizmên xwe de yan jî bi rêya cil û amûrên kesayetî cenazeyan nas dikin û bi vî awayî alîkariya yekîneyê dikin.
Cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine naskirin, yekîne agahiyên girêdayî her cenazeyekê li ba xwe belge dike û li goristanên şehîdan ên bajêr dispêrin axê.
Tevî hemû xebatên ku yekîneyê di vî alî de pêk anîne, lê dîsa jî ji ber tunebûna alav û amûrên pêşketî gelek caran rastî astengiyan tê.
Derbarê vê mijarê de serokê yekîneyê ya herêma başûrê Reqayê Ebdulreûf axivî û diyar kir ku yekîne ji ber tunebûna alavên nû nikare bi awayekî sîstematîk cenazeyan derxîne û nasnameyên wan bidin nasandin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.