Rojnameya Ronahî

Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn

Ji ber ku vîna jinê tevlî têkoşîna sosyalîzmê nekirin, bû sedem ku têkoşîna jînan jinûve were nirxandin.

Di sala 1918’an de bi tevlîbûna 1200 delegeyên jin yên gundî û karker konferanseke jinan tê lidarxistin. Piştî vê konferansê yekem rêxistina xweser ya jinê tê birêxistinkirin û jin li jêr vê saziyê birêxistin dibin. Stalîn di sala 1929’an de bi vegotina “Pêwîst e dewlet pêdiviyên jinê pêşwazî bike” vê rêxistinbûna xweser dide girtin. Neçar dikin ku jinên şoreşê, bibin jinên malên xwe.

Ji ber ku vîna jinê tevlî têkoşîna sosyalîzmê nekirin, bû sedem ku têkoşîna jinan jinûve were nirxandin. Yên ji navên herî lipêş ên têkoşîna sosyalîzmê û nûnerên Marksîzmê yên jin Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn bûn, lê nekarîn sînorên desthilatdariyê derbas bikin. Rosa û Clara pê bawer bûn ku azadiya jinê bi serxwebûna aborî mumkin dibe, lewma jî bawer dikirin ku heke jin tevlî hilberînê bibe, wê azadiyê bidest bixîne. Dihizirîn ku ger jin bi proleterya re tev bigerin û tevlî têkoşînê bibin wê ev têkoşîn, azadiya jinê jî bîne. Sekna Rosa û Clara di nava rêxistinê de bi awayeke birêgez û radîkal bûn.

 

Rosa Lûxembûrg bi mebesta aliyên ku rexne dike derbas bike, di 1’ê Çileya sala 1916’an li beramberî polîtîkayên dewletê, bi navê Yekîtiya Spartakûs grûbekê birêxistin dike. Ji ber dijbertiya grûbê li beramberî polîtîkayên dewletê, Rosa bi girtîgehê tê cezakirin. Di nav van salan de jî meqale û nivîsan dinivîse. Di salên girtîgehê de nivîsên li ser şoreşa Rûsyayê û rexneyên ku li beramberî Bolşevîkan pêş dixîne balkêş in. Rosa di refên têkoşîna xwe de bi zilaman re têkoşîneke dijwar dimeşîne. Rosa bi asîbûn û serhişkbûna xwe ve li gor dema xwe jineke nejirêzê ye, di derdora xwe de hem heyrantî hem jî acizî ava dike. Rosa Lûkxembûrg dema ji girtîgehê derdikeve xebatên xwe berdewam dike û bi hevalên xwe re Partiya Komînîstên Elman ava dike. Ji ber raman û nivîsên xwe pir caran tê girtin, di sala 1919’an 16’ê Çile ji hêla leşkerên împaratoriyê ve heya dimire tê lêdan û paşê jî wê diavêjin çem. Rosa ji bo bibe jineke azad û birûmet ticar ji rastiyên xwe paşvenegeriya û ji mirinê netirsî. Rosa Lûxembûrg bi jiyan û berxwedana xwe mirin binxist.

Biryara ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê were pîrojkirin

 

Clara Zetkîn jî di 5’ê Tîrmeha 1857’an li Saksonyayê tê cîhanê. Bi Rosa Lûxembûrg re di nav netewa Elman de bi proleterya Rûs re di nava piştgîriyê de ye. Dema vê têkoşînê dimeşîne jî hewl dide ku pirsgirêka azadiya jinê jî bike rojev. Sernivîsa metna axaftina kongreya rizgariya enternasyonala duyemîn di sala 1889’an li Parîsê di derbarê rizgariya jinê de amade dike. Clara Zetkîna 32 salî, bi awayeke xwebawer û bi zimaneke rewan yekemîn axaftina xwe dike û di têkoşîna çînê de nûnertiya doza keç û jinan dike. Clara di vê axaftina xwe ya bi bandor de van xalan tîne zimên: “Pêwîst e sosyalîst bizanibin ku, di roja îro de di pêşketina aborî de karkirina jinan zerûrî ye. Sosyalîst beriya hertiştî divê bizanibin ku berbendiya (bağımlılık) aborî û serbixwebûn, bi koletî û azadiya civakî re pêwendîdar e. Yên ku rizgariya her tişta di sûretê mirov de ji xwe re kirine durûşme, nikarin nîvê zayenda mirov mehkûmê koletiya civakî, siyasî û berbendiya aborî bikin. Çawa ku karker bi destê kapîtalîstan kirine jêr nîr, jin jî li jêr nîrê zilam de hiştine û heya jin negihîje azadiya aborî wê wiha jî bimîne. Şertê sereke ji bo serxwebûna aborî ya jinan karkirin e.”

Çawa ku ji van axaftinên Clara jî fêm dibe, wê bawer dikir ku azadiya jinê jî wek azadiya tevahiya mirovahiyê bi rizgarbûna kedê ji nîrê sermayeyê mumkin dibe. Ew pê fikirîbû ku tenê di civaka sosyalîst de jin jî wek karkeran wê bibe xwedî maf. Bi vê axaftina Clara Zetkîn yekem car di enternasyonala duyemîn de mijara jin û sosyalîzmê dikeve rojevê. Di vê enternasyonalê de biryar tê girtin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê were pîrozkirin. Di sala 1907’an de bi kombûyîna 59 jinên ji 15 welatan di yekemîn kongreya navnetewî ya jinên sosyalîst de roleke bi bandor dileyîzin. Di wê rûniştinê de biryar tê girtin ku hemû rêxistinên jinan ên sosyalîst bibin yek. Ruxmî ku Clara femînîst bû lê dijberî dike ku bi jinên burjûva re yekbûn çêbibe. Clara Zetkîn di bizava jinên Elman de li beramberî ên nerm (ılımlı) têkoşîneke pir mezin dide meşandin. Bi Helene Stocker re ku Komeleya Parastina Dayîkan saz dike dibe heval. Telebên Helene Stoker ên wek ‘ji jinên ku beriya zewacê jî dibin dayîk re belavkirina dermanên parastina bihemlbûnê û qanûnîbûna mafê kurtajê’ destek dike. Herçend bizavên jinan ev helwest mehkûm kirin jî, hevaltî û helwesta van her du jinan heya ku Clara Zetkîn dimire, dewam dike. Di vê navberê de Clara Zetkîn wek sekretera giştî ya rêxistina navnetewî ya jinê tê hilbijartin û di sendîkabûyîna jinê de jî roleke çalek digre ser xwe. Di sala 1908’an de ji ber ku ji berjewendiya çîna proleter bêtir pêşî dide berjewendiya jinê, erka wê ya di nav SPD’ê de tê sekinandin. Clara pir caran dide diyarkirin ku ji bo wê wateya jiyanê şerkirin e û ji bo ku bi awayeke birûmet bijî qet dest ji têkoşînê bernade. Clara Zetkîn keça mamosteyeke gund e, di temenê zarokînî de bi pirtûkên ku dixwîne, di rêya nirxên ku pê bawer dike berçavgirtina mirinê fêr dibe û jiyana xwe li ser vê xetê dide diyarkirin. Heya sala 1933’an ku dîroka mirina wê ye, heya dawî parastina tiştên ku pê bawere ji xwe re dike rêgez.

 

Rosa û Clara ji nasnameya zayendî pirtir, bi têgihîştina çînê têkoşîn meşandin. Lêbelê li gorî dema xwe tişta ku bi navê têkoşîna jinê jî kirin, ne di wê astê de ye ku piçûk bê dîtin.

Çavkanî:Pirtûka Divê Jin Çawa Bijî?