Rojnameya Ronahî

‘Piştî şoreşê tevayiya rojên salê weke 8`ê Adarê tên dîtin’

Darîn Silê/Qamişlo

Jinên Kurd, Ereb û Suryan diyar kirin ku bi pêşengiya şoreşa Rojava 8’ê Adarê gihîşt wateya xwe û gotin, Rêber Apo bûye rêberê jinên cîhanê, lewra jinan hêza têkoşîna azadiyê jê girtiye.

Bi hatina Adarê re her tişt zindî dibe. Meha Adarê hem ji bo gelê Kurd meha berxwedan û qehremaniyê ye, hem ji bo jinan meha têkoşînê ye. 8`ê Adarê bi têkoşîn û berxwedana xwe, xwe bi cîhanê dide naskirin û mafê xwe bi dest dixe.

Weke ku tê zanîn 8`ê Adarê bi Roja Jinên Kedkar Yên Cîhanê tê naskirin. Li New Yorkê ji bo bidestxistina mafê xwe 129 jinan berxwedaneke dîrokî kir. Li Kurdistanê jî bi derketina tevgera jinên berxwedêr re û bi saya ked, lehengî û wêrekiya wan, bi taybetî yên mîna Sakîne Cansiz, Bêrîtan Zîlan û Arînan, herwiha yên şehîd bûyîn, dîroka jinê hat nivîsandin.

Derbarê roja 8`ê Adarê `Roja Cîhanî Ya Jinan` jinên Kurd, Ereb û Suryan nêrînên xwe ji me anîn ziman. Herwiha behsa girîngiya vê rojê kirin û bal kişandina ser guhertina di vê rojê de berî şoreşê û piştî wê.

Jina Suryan ya bi navê Reşa ​​Yûhena Şemûn diyar kir ku 8`ê Adarê girîngiya jinê di tevayiya aliyên jiyanê de û di civakê de diyar dike û wiha got: “Jin ji kevin ve girîngiya wê heye, lê piştî şoreşa Rojava, jinên herêmê di nava civakê de pirtir xwe dan naskirin. Em jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi wêje, zanîn, statûya bilind û zanista xwe tên naskirin û bala jinên cîhanê dikişînin. Ne di milê zanistê tenê, di milê leşkerî de jî jinan li Rojava xwe isbat kir.”

Reşa bal kişand ser rola jinan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û axaftina xwe wiha domand: “Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê roleke girîng di berxwedana azadiyê de lîstin û lehengiyên dîrokî bi dest xistine. Bi salan li ber xwe dan û ew qalibê ku bi ser wan de hatibû sepandin ji holê rakirin. Jinan di tevayiya warên jiyanê de kedeke pir mezin daye û mohra xwe li şoreşê dane.”

`Em deyndarên Rêber Apo ne û rêberê me jinan e`

Reşa Yûhena Şemûn gotina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya Rêber Apo, jin îro di qadên şer de têkoşînê dikin û di her qada jiyanê de jî kedê dide. Hevalê jinê yê yekê Rêber Apo ye. Rêber Ocalan jin ji taritiyê derxistin, deriyê ronayiyê ji wan re vekir, ji koletiyê rizgar kirin û qada azadiyê ji wan re vekir. Ji bo wê em her tim dibêjin em deyndarên Rêberê xwe ne û heta rêbertî azad nebe jin jî azad nabin.”

Jina Ereb ya bi navê Belqîs Hemendî jî, behsa girîngiya Roja Cîhanî ya Jinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “8`ê Adarê weke rojeke dîrokî û bingehî tê dîtin. Bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyê, jin bi çavekî mezin meyzeyî vê rojê dikin û hêz û baweriya xwe tê de dibînin. Hêz û berxwedana jinên Sûriyê hiştin ku gelek jin tevlî şoreşê bibin û baweriya wan bi wan were.”

`Piştî şoreşê tevayiya rojên salê weke 8`ê Adarê tên dîtin`

Belqîs diyar kir ku berî şoreşa Rojava were lidarxistin jinan zêde wate nedida 8`ê Adarê û got, piştî ku şoreş hat lidarxistin û jinan xwe tê de bi rêxistin kir êdî ev roj ne weke rojên din tê dîtin. Çimkî jinê di vê rojê de gelek kar û xebatên têkîldarî jin û civakê da meşandin. Ji wê demê ve jinên bakur û rojhilatê Sûriyê berxwedana xwe didomînin û li ber xwe didin. Ne tenê roja 8`ê Adarê tevayiya rojên di salê de weke 8`ê adarê dibînin. Ji bo wê jî berxwedana û çalakiyên jinan bê navber dewam dikin.

Belqîs Hemendî di dawiya axaftina xwe de got, Rêber Apo ku bûye serokê jinan, hişt ku jin bi ser bikeve ji bo wê jî dibêje, `azadiya min bi azadiya jinê re ye`. Ji bo wê, wek jin çi jime bê xwestin emê bikin. Dema jin serkeftî be zarokên wê civakê jî wê biserkeftî bin, ji ber ku paşroja civakê bi jinê ve girêdayî ye. Ji bo ku jin asta têkoşînê li hemberî zihniyeta zilam ya serdest mezin bike, xebata xwe dewam dike.

`Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji jinên cîhanê re bûne pêşeng`

Jina Kurd ya bi navê Evîn Qafûr ku Cîgira Hevseroka Desteya jinê ya herêma Cizîrê ye jî, 8`ê Adarê di serî de li Rêber Apo, tevayiya şehîdên Azadiyê û li jinên cîhanê pîroz kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re isbat kirin ku li gorî fikrên xwe yên azad dixebtin û banga mafên xwe dikin. Herwiha edalet û wekhevî di nava civakê de pêk tînin. Ji bo parastina ewlehiya herêmê jî şer dikin û li tevahî cîhanê bûne pêşengê têkoşîna azadiyê. Jinên cîhanê, jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji xwe re weke mînak dibînin.”

Evîn bîr xist ku berî şoreşê ji ber desthiladariya rejima Sûrî, ti kesê nikariya vê rojê weke roja jinan pêroz bike û got, piştî şoreşê bi ewlehî jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, dikarin bi cil û bergên xwe yên çandî çalakiyên fistîval û şahiyan, ji bo vê rojê li dar bixin û 8`ê Adarê pîroz bikin.

Cîgira Hevseroka Desteya jinê ya herêma Cizîrê Evîn Qafûr di dawiyê de bang li tevayî jinên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku asta tekoşîna xwe xurtir bikin. Herwiha got, armanca berxwedanê yeke, mil bi mil emê bigihîjin azadiyê.