Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên ciwan bi tabloyên xwe çanda kurdî diparêzin

06/03/2022
in Uncategorized
A A
Jinên ciwan bi tabloyên xwe çanda kurdî diparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Kurd yên Rojava ji bo parastina nasnameya Kurdî û mîrateya wê ya kevnar bi her awayî têdikoşin. Hinek bi rêya rîş û rengan li dijî qirkirina çandî tê dikoşin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava, jinan di warê siyasî, leşkerî, civakî û çandî de hebûna xwe hîn zêdetir îspat kirin, di pêşxistina şoreş û civakê de xwedî roleke pêşeng bûn. hin ji wan ji bo parastina axa xwe ji êrişên dagirkeriyê çek hilgirtin, hinekan jî ji bo parastina nasnameya gelê xwe ji qirkirinê û misogerkirina mafên xwe tevlî qada siyasî bûn, hin ji wan jî ji bo parastina çanda kurdî ji qirkirinê rîş û reng bikar anîn.

19 jinên ciwan ji bajarê Kobanê bi xêzkirina wêneyan û vekirina pêşangehan nasname û çanda kurdî diparêzin û peyama xwe dighînin civakê.

Her sê jinên ciwan bi wêneyên xwe beşdarî Pêşangeha Sêyemîn a Şêwekariyê ya li Kobanê bûn û bi wêneyên xwe name didan cîhanê.

‘ Wênesazî zimanekî duduyan e ‘

Jina ciwan a bi navê Îlham Îsa got ev cara sêyemîn e ku beşdarî pêşangeha şêwekariyê dibe.

Îlham Îsa der barê tabloyên xwe de destnîşan kir ku ew bi 5 tabloyên cuda beşdar bûye. Yek ji wan tabloyan şerê Kobanê û xemgîniya zarokên ku dê û bavên wan şehîd bûne û tabloyek jî mîrata kevnar a kurdî nîşan dide.

Îlham Îsa bang li hemû jinên ciwan ên hezkiriyên wênesaziyê kir ku xwe bi pêş bixin û serkeftinê bi dest bixin, her wiha bang li hemû aliyan kir ku piştigiriyê bidin behreyên ciwanan.

Jina ciwan a bi navê Emîra Nebî got ew bi 4 tabloyên ku folklora kurdî û bedewiya xwezayê nîşan dide beşdarî pêşangehê bû.

Di tabloyeke Emîra Nebî de rola jinan di şoreşa Rojava de bi taybet berxwedana şervanên YPJ’ê nîşan dide.

Emîra Nebî di vê çarçoveyê de got YPJ’ê şerê dijmin kiriye û li dijî êrişên dagirkeriyê axa xwe parastiye. Her wiha îşaret pê kir ku jinên ciwan ên wênesaz bi rîş û hunera xwe û ji bo parastina çand û şaristaniya xwe li hemberî dijmin tê dikoşin.

Tabloyan diyarî şehîdên Pêngava Gurzê Gelan dike

Nesrîn Mihemed jî diyar kir ew bi beşdarbûna Pêşangeha Sêyemîn a Şêwekariyê kêfxweş e û hêviya serkeftinê ji hevalên xwe re xwest. Her wiha bang li hemû jinên ciwan kir kir ku behreyên xwe derxînin û pêş bixin.

Nesrîn Mihemed diyar kir ku ew tabloyên xwe diyarî giyanên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan dike.

Nesrîn Mihemed bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got yek ji tabloya wê xemgîniya zarokekî biçûk li ser mirina çûkekê ye û got: “Heger cîhan li ser mirina mirovan xemgîn bibe sûc nedihatin kirin.”

26’ê Sibatê bi beşdarbûna 19 jinên ciwan ên ji Kobanê û bi çavdêriya şêwekar Mihemed Şahîn bi diruşma “Rengên keskesora Meştenûr sirûda azadiyê dixemilîne” Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn hate vekirin. Pêşangeh 3 rojan dewam kir, di pêşangehê de 70 wêne hatin pêşandan.

ANHA

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.