Bi dirûşma “Aştiya demokratîk bingeha avakirina exlaq e” Komîteya Civak û Baweriyan a herêma Dêrikê civînek lidarxist. Di civînê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Kongreya Îslama Demokratîk re şandibû jî hate xwendin.Di civînê de gelek zanyarên olî yên herêma Dêrikê amade bûn. Civîn bi dirûşma “Aştiya demokratîk bingeha avakirina exlaq e” li Hola Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan hate lidarxistin.Endamê komîteya amadekar a civînê Mazin Harûnî xêrhatina mêvanan kir û girîngiya konferansê ji beşdaran re şîrove kir. Her wiha nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulhah Ocalan di sala 2014’an de ji Kongreya Îslama Demokratîk a li Amedê re şandibû, di civînê de hate xwendin. Di civînê de semîner hatin pêşkêşkirin.
Komîteya amadekar da zanîn ku dê gelek civînên bi vî rengî li hemû heremên Bakurê Sûriyê werin lidarxistin…ANHA






