Rojnameya Ronahî

Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê dergûşa jinên afirîner e

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Jinên nivîskar û hunermed ji bo pêşandana çanda jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, her sal bi rengê jina azad Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê li dar dixin. Di mihrîcanê de rola jinan ya di parastina û pêşxistina çanda civakê de tê dîtin.

Ji bo xurtkirin û hevgirtina jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, di Mihrîcana Huner û Wêjeya jinê de, her yek li gorî çand û hunera civaka xwe tevlî mihrîcanê dibe. Ev jî derfetê dide tevayiya gelên herêmê ku çanda hev ji nêz ve nas bikin. Herwiha mihrîcan ji bo teşwîqkirina afirîneran, dibe ronahî.

Eger çand û hunera civakê winda bibe, civak jî winda dibe. Ji bo wê, yên ku bi tîkoşîna xwe civakê diparêzin, jin in. Berî Şorşa Rojava ji ber desthiladariya rejima Sûriyê, çanda gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd ber bi tinebûnê ve diçû. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan bi taybetî jinên Kurd, ziman, çand û hunera gel hat pêşxistin û parastin. Jinên herêmê ji tevayiya pêkhateyan, di qada siyasî, leşkerî, civakî û çandî de ji tevayiya cîhanê re nîşan dan ku ti kes nikare li hemberî îradeya wan bisekine. Herwiha jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi lidarxistina Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê, ev nîşan da.

‘Jin huner û çanda civaka xwe temsîl dike û ji qirkirinê jî diparêze’

Di mihrîcanê de jinan gelek çalakî li dar xistin û tê de gelek tîmên hunerî beşdarî pêşkêşkirina dîlanên folklorî bûn. Di nava wan de Koma Yursosa ya Suryanî, Koma Şehîda Lorîn û Koma Ronahî Bawer hebûn. Ji bilî beşa govendê, helbest û çîrokan yên bi sê zimanan (Suryanî, Erebî û Kurdî) hatin pêşkêşkirin. Her yekê ji wan rengê çanda xwe nîşan da; xemla xwe li mihrîcanê zêde kir. Herwiha di mihrîcanê de beşdaran, hunerên destan, folklora kevneşopî û cilûbergên gelên herêmê vedibêjin pêşkêş kirin. Di mihrîcanê de gelek tabloyên ku reng û folklora jinan radixin ber çavan hatin nîşandan.

‘Mihrîcan ji bo jinên afirîner derfet e’ 

Tevî şert û mercên dijwar yên ku gel tê re derbas dibe û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, jin bi berxwedan û vîna xwe ya azad li hemberî şert û mercan li ber xwe dide. Tevî encamên ku rastî wê hatine jî, lê dikarîbû bi çand û hunera xwe beşdarî mihrîcanê bibe.

Rojnameya me li ser şert û mercên mihrîcanê bi hin beşdaran re hevpeyvîn çêkir. Yek ji wan keça bi navê Me`iab Salih ya 20 salî ya Ereb e. Li ser beşdarbûna xwe ya mihrîcanê wiha ji me re axivî: “Ev cara yekê ye ku ez bi karê xwe yê destan tevlî Mihrîcana Hunera û Wêjeya Jinê dibim. Ev mihrîcan ji bo jinên afirîner derfet e. Jin bi karê xwe yê destan bi helbest û çîrokên xwe, bi deng û govednên xwe, bi wênesazî û şanoyan ji cîhanê tevê re nîşan dide ku ne ji bo karê malê tenê hatiye cîhanê. Jin sal bi sal di vê mîhrîcanê de, bi rengê jina azad û bedew çanda civaka xwe diparêze û pêş dixe.”

Di heman çarçoveyê de Rîm Hesen ya şanogera Koma Darsî ya bajarê Hesekê li ser lîstika xwe ya di şanoya zewicandina piçûkan de wiha got: “Tevî zehmetiyên ku jin rûbirû tibin, îradeya wê li hemberî hişmendiya mêr ya desthilatdar têdikoşe û her tim di karê xwe de serkefti ye. Em vê yekê di pêşkêşkirina karê jinan yê di mihrîcanê de dibînin. Ji bilî ku mihrîcan ji bo pêşxistina jinan derfet e, herwiha ew bi şanoyên xwe hişmendiyeke baş di nava civakê de ava dike.”

Wênesaz Solîn Osê jî diyar kir ku gelek cudayî di navbera mihrîcana îsal û sala çûyî de hene. Solîn axaftina xwe wiha domand: “Ev sala duduyan e ez tevlî mihrîcanê dibim. Îsal tevlîbûna jinan ya ji tevayiya bajaran, bala min kişand. Ev tê wateya ku êdî jin gihîştiye wê baweriyê ku ew çanda civaka xwe neparêze, wê dijmin civaka wê winda bike. Bi vî ruhê berxwedanê, jinên me bi karê xwe yê destan û dengê xwe yê awaz û cilên xwe yên pir xweşik, tevlî mihrîcanê bûn.”

Di dawiyê de Solîn Osê diyar kir ku ew bi du tabloyan beşdarî mihrîcanê bûye. Wênesaziyeke wê behsa jinên niha li kêlaka yên berê bike. Tabloya din jî wêneyê Mihemed Seîd Axa yê ku di sînemeya Amûdê de dema zarok ji agir parastin, şehîd bûyî ye.

Belavakirina xelatan

Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê bi belavkirina xelatan bi dawî bû. Di beşa wêjeyî û hunerî de ji bo 15 serketiyên mihrîcanê mertalên pesindayînê û miqdarek pere hatin dayîn

Di beşa çîrok û helbestên kurdî de

Di asta yekê de Fecîna Kurd, asta duduyan Kewser Hico, asta sisiyan Mîdiya Berekat.

Helbestvan Anahîta Sîno

Di beşa çîrok û helbestên erebî de;

Asta yekê; Heceb, asta duduyan Selma Şiro, asta sisiyan Neciwa Xelef û Sema Îsa

Helbestvan; asta yekê û duduyan Heceb, asta sisiyan; Neciwa Xelef û Sema Îsa

Gotar asta yekê: Fatima Ehmed ji Helebê

Beşa wênesaziyê;

Asta yekê Hêvîn Elî, asta duduyan Zekai Selamê, asta sisiyan Mîdiya Efranî

Xelatgira asta yekê ya wênesaziyê Hêvîn Elî wiha got: “Ev cara pêncan e ez tevlî Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê dibim. Her sal dema ez tabloyên hevalê xwe dibînim, heskirina min ji karê min re pirtir dibe. Min ji berxwedan û rûkeniya jinên beşdarî mihrîcanê bûyîn pir moral girt.”