Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Paqijiya bajêr neynika çand û hişmendiya civakê ye”

06/03/2022
in Uncategorized
A A
“Paqijiya bajêr neynika çand û hişmendiya civakê ye”
Share on FacebookShare on Twitter

Rêvberiya Mekteba Jinan ya Komîteya Şaredarî û Ekelojiyê ya Kantona Hesekê Nûra Mehmûd Şihab da zanîn ku paqijiya bajêr hişmendî û çanda civakê dide diyarkirin û got, ji bo wê paqijiya bajêr erkê li ser milê her kesî ye.  

Bi pêmana 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî, Rêxistina Kongra Star 23’yê Sibatê rêzeçalakiyên xwe yên derbarê 8’ê Adarê de, bi daxuyaniyekê li Herêma Cizîrê eşkere kirin. Bi heman mebestê, Mekteba Jinan ya Komîteya şaredarî û Ekelojiyê ya Kantona Hesekê bi tevlîbûna Kongra Star, saziyên civaka sivîl bi armanca ekolojiyeke paqij û bitendurist û bi pêmana 8 ‘ê Adarê dest bi hemleya paqijkirina Kantona Hesekê –Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Hemleya paqijiyê ya bajarê Hesekê li çarxeriya Rojava ya ku dikeve destpêka bajêr hat destpêkirin. Têkildarî vê mijarê Rêvberiya Mekteba Jin a Komîteya Şaredarî û Ekelojî ya Kantona Hesekê Nûra Mehmûd Şihab axivî.

“Paqijkirina bajêr berpirsyariya her kesî ye”

Nûra Mehmûd Şihab Roja 8’ê Adarê li tevahî Jinên cîhanê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya parastina çanda paqijyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “8’ê Adarê ji bo her jinê bi wate ye, roja 8’ê Adarê roja wekhevî û mafdayînê ye. Bi boneya 8’ê Adarê me gelek çalakî dane ber xwe, yek jê hemleya paqijiya bajar e. Ji sibehê ve me dest bi hemleya xwe kiriye, me çarxeriya destpêka bajar û kolanên fermî kiriye hedef. Paqijiya bajar pir girîng e, dema mirov derbasî bajarekî dibe pêşî li ekolojî û paqijiya wî bajarî dinêre, wê demê çand û hişmendiya wî gelî diyar dibe. Ji bo wê jî paqijiya bajar berpirsyariya hemû welatiyan e.”

Nûra Mehmûd Şihab da zanîn ku paqijiya bajar mirovan ji nexweşiyan diparêze û wiha axivî: “Pêwîst e her kes ji mal, kolana xwe dest pê bike, paqijiya bajar ne tenê li ser milên şaredariya gel bihêle, alîkariya karkarên paqijiyê erkeke exlaqî ye. Dema her kes bibe alîkar û bajar were paqijkirin dê xelkê wî bajarî ji nexweşiyan dûr bikeve.”

“Xwedî li çanda paqijiyê derkevin û xwe ji nexweşiyan biparêzin”

Nûra Ehmûd Şihab destnîşan kir ku jin ji bo rûniştandina çanda paqijiyê di nava tevgerê de ne û wiha anî ziman: “Jin ji bo avakirina ekolojiyek paqij û bi tendurist li mal, kolan û bajarê xwe kar û xebatan dikin. Pêwîst e em çanda paqijiyê di nava civaka xwe de bidin rûniştandin da ku em wan ji nexweşiyan biparêzin. Bi heman mebestê di rojên pêşiya me de em ê daran biçînin da ku bajarê xwe bi boneya 8’Adarê bixemlînin û xweşik bikin”.

Nûra di dawiya axaftina xwe de bang li her kesê kir ku xwedî li çand û bajarê xwe derkevin û xwe ji nexweşiyan biparêzin.

JINHA

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.