Rojnameya Ronahî

Komîteya Çandiniyê tevî zehemtiyan alîkariya cotkaran dike

Hevserokê Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl ya Dêrazorê Enes El-Hesanî diyar kir ku komîteyê zêdetirî hezar û 500 tonî semad li cotkaran belav kir û sotemenî li xwediyên bîrên tirwazî jî belav kir.

Çandinî ji girîngtirîn stûnên aboriya civakî ya Dêrazorê ye. Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyan ji cotkaran re peyda dike da ku çandiniyê li herêmê  geş bike.

Cotkaraên herêmên gundewarên rojavayê ji kêmbûna ava çemê Firatê û kêmbûna barana îsal bi fikar in ku di mewsimê zivistanî de xisarê bibînin.

Li gundewarên rojavayê Dêrazorê zeviyên çandiniyê bi du awayan tê navenda. Beşek ji ava çemê Firatê û beşek din bi rêya bîrên tirwazî tên avdan. Desteya Aborî û Çandiniyê sotemeniyê dide cotkaranê xwedî bîrên tirwazî.

Di vê derbarê de Hevserokê Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Enes El-Hesanî got: “Ji destpêka mewsima çandiniyê ve me dest bi dayîna ruxsetên çandiniyê ji cotkaran re kir da ku desteka pêwîst ji bo çandiniyê weke semad û sotemeniyê werbigirin.”

Li tevahî Dêrazorê nêzî 20 hezar û 273 ruxset hatin dayîn. Ji wan  13 hezar  ji bo bîrên tirwazî û koperatîfên çandiniyê ye, her wiha zêdetirî 7 hezar ruxset ji bo bîrên tirwazî ye.

El-Hesanî di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Me dest da ku ji sedî 78 ji rûbera çandiniyê ji bo mewsimê zivistanê. Me ji sedî 22 ji mewsima havînê re hiştiye. Me semad û mazot ji bo avdana duyemîn li cotkarên gundewarên Dêrazorê belav kirin. “

Enes El-Hesanî diyar kir ku wan di aliyê miqdarê mazota ji bo çandiniyê de rastî zehmetiyan hatin, lê ev yek derbas kirin û ji bo her dominekî 10 lître mazot hate belavkirin.

El-Hesanî wiha pêde çû: “Destekdayîna ji zeviyên çandiniyê re bi vî awayî ye: 20 lître ji her 1 donim ji zeviyên ku bi rêya bîrên tirwazî têne avdan, 10 lître ji zeviyên nêzî keviyê çemê Firatê. Pêwîstiya herêmên gundewarên Dêrazorê bi awayekî giştî bi 16 milyon lître mazot heye.”

Têkildarî semadê jî El-Hesanî wiha domand: “Ji bo avdanê yekemîn me 515 ton semada yoryo belav kir. Niha jî em dixebitin da ku hezar û 50 ton ji semad yoryo li hemû aliyan re belav kir. Ji wan 250 ton ji herêma rojhilat, 250 ton ji aliyê navîn, 200 ton ji aliyê rojava re û 300 ton ji aliyê bakur re.”

El-Hesanî anî ziman ku miqdarê semadê têrê nake û pêwîstiya cotkarên tevahî herêmên Dêrazorê bi cih nayne.

Hevserokê Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Enes El-Hesanî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komîteya çandiniyê dê destekê bide cotkarên herêmê û avdana 5 caran misoger bike. Em hêvî dikin ku cotkar hemû berhemên xwe bibin Şîrketa Pêxistina Civaka Çandiniyê da ku parastina genim û peydakirina wê li herêmê bikin.”

ANHA