Rojnameya Ronahî

Dibistana Colan piştgiriya xwendekarên xwe dike û girîngiyê dide mewhîbeyên wan 

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Li dibistana Colan ya seretayî ya li bajarê Qamişlo, gelek şagirtên xwedîmewhîbeyên cuda hene; weke nivîsa çîrokan, xêzkirina wêneyan, dengbêjî û şanoyê. Ji bo xwedîderketina li van mewhîbeyan rêveberî û mamosteyên dibistanê bi xwendekaran re dibin alîkar.

Ji bo xwedîderketina li xwendekarên xwedîmewhîbe perwerdeya dibistanê pir girîng e. Perwerde dihêle ku xwendekar li mewhîbeya xwe xwedî derkevin û asta pêşxistinê li gel wan zêde dike. Li Dibistana Colan ya li taxa Hilêliyê jî, ji bo bilindkirina moralê xwendekarên xwedîmewhîbe rêveberiya dibistanê çar mamosteyên jin û mêr diyar kirin da li xwendekaran xwedî derkevin, herwiha mewhîbeyên wan pêş bixin û wan hê zêdetir teşwîqî mewhîbeyê bikin.

Derbarê mijarê de rêveberiya dibistanê, mamoste û xwendekarên wê, nêrînên xwe ji me re anîn ziman. Herwiha rêveberê dibistanê got, me xwest alîkariya xwendekaran bikin, da ku bizanin girîngiyê bidin mewhîbeya xwe û paşguh nekin.

`Ji bo mewhîbeya zarokan biencam bibe, pêwîstî bi perwerde û alîkariyê heye`

Mamosteya bi navê Cîhan Osê ku perwerdeyê dide xwendekarên refa sisiyan û li aliyekî din jî xwendekarên jêhatî fêrî xêzkirina wêneyan dike wiha got: “Xwendekarên di milê xêzkirina wêneyan de jêhatî û heskirina wan di milê xêzkirina de heye, ez bi wan re dibim alîkar. Dema bixwazin wêneyekê xêz bikin, destpêkê ez gavên xêzkirinê pêşkêşî wan dikim, pişt re her xwendekar li gorî asta xwe wêne xêz dike. Asta xwendekaran di milê xêzkirinê de pir baş e. Rast e mewhîbeyên wan hebûn, lê nizanîbûn ka çawa vê mewhîbeyê derxin. Ji bo wê jî dema ez bi wan re dibim alîkar hêz û îradeya wan xurttir dibe. Mewhîbe ji ber xwe ve dernakeve, divê piştgirî hebe da ku mirov bikare vê mewhîbeyê derxe û pêş bixe. Niha asta xwendekaran ji destpêkê baştir e. Çimkî rojbiroj mewhîbeya wan xurttir dibe û heskirina wê di dilê wan de mezintir dibe.”

Cîhan da zanîn ku bi pênûsên rengîn wêneyên pir xweşik û biwate tên xêzkirin û axaftina xwe wiha domand: “Di xêzkirina wêneyan de em pênûsên tep û yên avî jî bi kar tînin. Wêneyên ku xwendekar xêz dikin pir xweşik in. Hin çaran mirov dibêje kesekî pispor xêz kiriye, ne xwendekarekî piçûk. Ev cihê kêfxweşiyê ye, herwiha xwendekar keda xwe di wêneyê de dibîne.”

Mamosteya Mûzîkê Xunav Xelef jî diyar kir ku, mewhîbeya Mûzîkê di nava xwendekaran de girîngiya wê pir heye û axaftina xwe wiha domand: “Jimareke baş ji xwendekaran, ji dengbêjî û şanoyê hes dikin. Hin xwendekar dengê wan pir xweş e. Ez wan fêrî asta deng û rêzmanên girêdayî mûzîkê dikim. Stranên ku dibêjin tev kurmancî ne, piraniya wan yên hunermend û helbestvanên me yên Kurd in. Gelek caran stiranên Mihemed Şêxo jî tên gotin.”

`Ez bi alîkariya mamosteyan pir kêfxweş im`

Xwendekara bi navê Darîn Nîhad Osman ya dehsalî ku di refa 5`an de dixwîne wiha axivî: “Ez pir ji şanoyê hes dikim. Ez û hevalên xwe bi hev re naveroka şanoyê dinivîsin. Piraniya şanoyên me li ser dê û bav, paqijî, girîngiya dibistanê û li ser hevaltiyê ne.”

Darîn got, li malê dayîka min, li dibistanê jî mamoste û hevalên min bi min re dibin alîkar. Ez li dibistana Colan pir kêfxweş im. Çimkî mamoste û rêveberiya dibistanê li me baldar in û giringiyê didin mewhîbeyên me. Hêvî dikim di dema pêş de em tevlî tevayiya çalakiyên hunerî bibin, herwiha pêşbirk di navbera me û xwendekarên dibistanên din de çêbin.

`Armanc xurtkirin û pêşxistina mewhîbeyên xwendekaran e`

Derbarê piştgiriya mewhîbeyên xwendekaran de, rêvberê dibistana Colan Ferhan Elî jî teqez kir ku di destpêka her salê de rewşa xwendekaran dişopînin û xwendekarên ku mewhîbeyên wan hene wan hildibijêrin, da ku bi wan re bibin alîkar û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî perwerdeya dibistanê, em hefteyê du rojan xwendekarên xwedîmewhîbe perwerde dikin û piştgiriya mewhîbeyên wan dikin. Li dibistana me piraniya mewhîbeyan, xêzkirina wêneyan e.”

Ferhan diyar kir ku xwendekarên ji xwendina pirtûkan jî hes dikin em hin caran wan dibin Bexçeyê Xwendinê, da ku li wir saetên xweş bi xwendina pirtûkan derbas bikin û çanda xwendinê li gel wan pêş bikeve.

‘Divê malbat li zarokên xwe xwedî derkevin û girîngiyê bidin paşroja wan’

Rêveberê dibistana Colan, Ferhan Elî bal kişand ser zêdebûna mewhîbeyên li dibistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê salê jimara mewhîbeyan, ji sala çûyî zêdetir bûye. Lewra di vê salê de me giringî pirtir da mewhîbeyan û me hin saetên ji bo berwerdeya xurtkirina mewhîbeyan diyar kirin. Wek rêveberê dibistana Colan, ez hêvî dikim ku tevayiya dibistanên heyî piştgiriyê bidin xwendekarên xwe yên xwedîmewhîbe û jêhatî, da ku em di paşrojê de nifşekî xwedîhêz û jixwebawer bigihînin. Banga min ji malbatan re jî ew e ku li xwendina zarokên xwe xwedî derkevin û girîngiyê bidin paşroja wan.”