Rojnameya Ronahî

Nisrîn Ebdullah: Emê parêzvanên mîrateya Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg bin

Serbest Etê-Qamişlo

Fermandara YPJ`ê got, emê parêzvanên mîrateya Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg bin, lê em têkoşîna xwe mehkûmî rojekê tenê nakin. Herwisa divê jinên cîhanê rêxistineke hevgirtî, biarmanc û li ser rêgezên têkoşîna zanistî ya hevbeş ava bikin.

Têkildarî Roja Jinên Cîhanê 8`ê Adarê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nisrîn Ebdullah ji rojnameya me re axivî.

Fermandara YPJ`ê destpêkê jinên cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bîr anîn û ev nirxandin kir: “YPJ, di bîranîna jinên ji bo rewakirina 8’ê Adarê xwe kirîn qurban, dijî û kêliyên têkoşîna wan zindî dike. Em baş dizanin ku ev roj bi hêsanî bi dest neketiye û 120 jinan canê xwe gorî kir. Em jî soza têkoşînê bi bîranîna wan nû dikin û heta dawî emê şopdarên daxwazî û xeyalên wan yên misogerkirina mafên jinan bin.”

‘Ji bo têkoşînê rojek ne bes e’

Nisrîn Ebdullah herwiha diyar kir ku YPJ xwe mehkûmî rojeke ji aliyê sêstema desthiladar ve hatî diyarkirin nake û axaftina xwe wiha domand: “Ev roj ji bo me, roja nûkirina plan û projeyên têkoşîna xwedîderketina li mfên jinê ye. Têkoşîna YPJ dike, ne têkoşîna koma jinên xwedîçek e; YPJ, jinên rêxistinkirî ne û xwediya îdelojiyeke wisa ye ku li hemberî sîstema desthilatdar ya mêr têdikoşe. YPJ têkoşîna avakirina jin, mêr, civak û cîhaneke nû dike. Ez bi baweriyeke xurt dibêjim, emê şopdar û parêzvanên mîrateya Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg bin. Emê xewn û xeyalên wan bi têkoşînê bikin rastiyên misogerbûyî.”

Durûtiya sîstema desthiltdar ya mêr

Herwiha li ser girîngiya çareserkirina doza azadiya jinê, fermandara YPJ`ê wiha axivî: “Bi serkeftina doza azadiya jinê, wê pirgirêkên civak û welatan tev bên çareserkirin. Herwiha wê durûtiyê di qada zagon û mafan de bê rakirin. Lewra peymanên navnetweyî derbarê mafên jinan de, mixabin tenê niviskî dimînin. Hê mafên jinê tên binpêkirin, ji her milî ve mafê biryara jiyana azad, kar, zewac, zagon û hwd. tên paşguhkirin. Hê jin tê sinetkirin, destdirêjî lê tê kirin û ti zagon wê naparêzin. Ev jî dibe egera têkoşîna me.”

`YPJ`ê nasnameyên parçekirina jinê ji holê rakirin`

Têkildarî destkeftiyên jinê yên di nava şoreşa Rojava de Nisrîn Ebdullah diyar kir ku têkoşîna YPJ`ê nasmeyên sexte yên bi ser jinê de hatîn spandin yên mîna koletî, çînîtî û olî şkandin û jin bû xwedînasnameya xwe û ev agahî dan: “Jixwe van nasnameyan ne kesayeta jinê tenê parçe dikir, civak jî parçe kiribû. Ji ber wê divê jin bi têkoşîna xwe faktorên parçebûnê ji holê rake. Jinên cîhanê jî eger di çarçoveyeke yekgirtî de û bi armancên hevpeş têbikoşin, wê bikarin cîhaneke bi rengê xwe biafrînin. Li bakur û rojhilatê Sûriyê ev di lûtkeya jor de bi pêşengiya YPJ`ê pêk hat. Jin bi biryara xwe rengê xwe û yê jiyana xwe hildibjêre û ti kes nikare ti pergalan bi ser me de bispîne. Ji ber wê, jinên azadîxwez yên ji aliyê erdnîgarî, civakî û çandî ve ji me dûr, hatin tevlî vê têkoşînê bûn û yên mîna şehîd Avaşîn (Almanî), Şehîd Hêlîn (Ingilîz) û gelek hevalên enternasyonalîst li ser vî erdî ji bo aramnacên pîroz şehîd bûn.”

‘Çeka YPJ`ê, rêxistin, xweperwerdekirin û zanist e’

Fermandara YPJ`ê herwisa bal kişand ser girîngiya çek û perwerdeyê û wiha anî ziman :  “Cîhana di nava şer de be, divê mirov û civak jî xweparstinê erkê bingehî bibînin. YPJ jî li welatekî wisa ye ku li hemberê wî, ev çend sal in, hem êrişên rejiman, hem yên çeteyan didomin. Vê rewş jî neçariya rakirina çekan bi xwe re anî. Lê me bi felsefeya xweparstinê, çek rakir û emê ti carî nebin hêzeke êrişkar. Herwisa wê çek ti carî ji me re nebe amûrê sereke yê parastinê. Ji destpêkê ve bi dirûşma `Eger hêza me têra binxistina cîhanê tevê jî bike em êrişî ti kesî nakin, lê eger dinya tev jî êrişî me bike, emê li ber xwe bidin` me xwe bi rêxistin kir. Eger jin bixwe xwe neparêze, bira, bav û hevjîn wê nikaribin wê biparêzin. Mînaka êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên ser Şingalê jî vê teqez dikin. Eger 10 jinên rêxistinkirî hebûna, wê rewşeke wisa xerab neqewimîbûya. Jixwe çek tenê nabe hêza xweparstinê, divê ev çek bi felsefe û îdeolojiyeke zanistî bê rakirin. Jin wê xwe bi xwenaskirin û zanebûna hebûna xwe biparêze. Ji ber wê em perwerdeya îdelojîk didin pêş. YPJ`ê jî bi misogerkirina rast ya bikaranîna çek, xwe perwerde kir, xwe bi rêxistin kir, xwe û civaka xwe parast. ”

‘Pêwîstî bi rêxistineke jinan ya cîhanî û hewzeke tecrûbeyên têkoşînê heye’

Li ser hêza ku YPJ xwe dispêriyê û girîngiya avakirina rêxistineke jinê ya cîhanê, Nisrîn Ebdullah axaftina xwe wiha domand: “YPJ di armancên xwe de pir zelal e û her tim wê têkoşerên parstin û zanakirina jinê be. Herwiha emê têkoşîna avakirina sîstemeke dermokratîk, azad û wekhev bidin. Em hêza xwe ji parastina xwe ya rewa tenê digirin,ji ber wê divê civak û jin bê hêza cewherî nemîne. Lê nebe xwedîartêş, lewra yek ji têkoşîna me ya bi sîsteman re em li dijî hişmendiya artêşbûnê şer dikin.

Pêwîstiya jinên cîhanê ji bo têkoşênê bi xwerêxistineke cîhanî heye. YPJ jî pêşengiya vê têkoşînê dike. Lê mixabin gelek tevgerên jinan ku li şûna têkoşîna azadiya jinê bikin, dikevin xizmeta sîstema desthiltdar. Ev tevger, ji naveroka xwe derdikevin û têkoşîna jinê temsîl nakin. Armanca me ya sereke avakirina rêxistineke cîhanî ya jinê ye. Rêxistineke yekgirtî wê biarmanc û bi rêgezên têkoşîna zanistî ya hevpeş be. Çimkî em di wê baweriyê de ne ku cîhana niha, bi serkêşiya hişmendiya sermeyadar ya mêrê desthiltdar dişewite. Ya bikare vê rewşê biguherîne wê jin be. Divê têkoşîna jinê jî li her welatî bi rengekî guncaw bê kirin. Li hin welatan pêwîstiya jinê bi rakirina çek heye, li hin welatan jî têkoşîn di warê maf, zagon, çand û hunerê de ye. Lê tevî wê jî pêwîstiya jinên cîhanê bi hewzekî -ku tevayiya tecrûbeyên jinê li kom bibin- heye, ji bo ku jê sûd bigirin.”

`Bidestxistina maf û azadiya jinê, wê tevayiya gelên cîhanê azad bibin`

Fermandara YPJ`ê Nisrîn Ebdullah herwisa diyar kir ku cîhan di pêvajoyeke ku mirovayî ji ber sîstema desthilatdar ya mêr de tê tinekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e jin, bi zanistî û vîna azad ji bo azadiya xwe têbikoşe. Ji ber wê em bang li jinên cîhanê dikin ku roja 8’ê Adarê bi helwesteke bihêz û hevpeş, rêxistineke berfireh ya cîhanî ava bikin. Lewra bi bidestxistina maf û azadiya jinê, wê tevayiya gelên cîhanê azad bibin û mafên xwe bi dest bixin û cîhaneke aram û bi aştî ava bibe. Em bi hev re şoreşa nan û gulê li ser xeta azadiya jinê ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bidomînin.”