Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêmana herî mayînde ya demokratîkbûnê azadiya jinê ye

06/03/2022
in Uncategorized
A A
Hêmana herî mayînde ya demokratîkbûnê azadiya jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Rêber APO

Jina bi kêmayî tê dîtin, bingehê wê derewa herî rajêr ya mêrê windakirî ye û hêmana herî mayînde û berfireh ya demokratîkbûnê, dîsa azadiya jinê ye.

Di şaristaniya Rojhilata Navî de hebûna jinê, di çareserkirina hemû pirsgîrêkên civakî de, di rewşa navendê de ye. Bê ku em pêşveçûna wê ya dîrokî dubare bikin, ji bo dema pêş pêwîst e dirûşma me ew be ku em şkandina zayendî ya sisiyan li dijî mêr pêk bînin. Heta ku wekheviya zayendî ya civakî pêk neyê, daxwaziya azadî û wekheviyê nayê ti wateê û ev pêk nayê. Hêmana herî mayînde û berfireh ya demokratîkbûnê, dîsa azadiya jinê ye.

 

Pratîka civakî ya herî ne baş, serdestiya mêr ya ku bi ser jinê de disepîne ye

 

Aliyê lawaz yê sîstema ku jin kiriye mal, dîsa pirsgirêka jinê ye. Herî baş jin di wê rewşê de ye ku rola çîna karkeran ya demekê bîne cih e. Berî çînîtiyê pêwîst e esîltiya jinê were dahûrandin da ku çînîtî û neteweyîtî were fêmkirin û çareserkirin. Azadiya jinê ya rast, bi rakirina viyan û hestên koleker ên mêr, bav, dildar, bira dost û hwd. encex gengaz bibe. Evîna herî baş, xweyîtiya herî xeternak e. Heta ku em hemû qalibên raman, ol, zanist û huner ên ku bi serdestiya mêr nexin bin nirxandineke tund, nasnameya jinê ya azad dernakeve holê. Pêwîst e pêşî jin bibe malê xwe da ku ji malbûnê rizgar bibe. Jina ku ketibe rewşa mal û xweyîtiyê, wê pêşiyê li birûmetbûna mêr jî bigire. Rabûn û rûniştina bi jineke wiha re, ji bo mêrê azad jî asteng e. Jineke ku wiha hatibê daxistin, ji berevajî ve dibe mêrê daxistî.

Girêdana asta azadiya civakê ya bi asta azadiya jinê ve, destnîşankirineke rast e. Dema em ji aliyê xweşikayiyê ve li mijarê binihêrin, diyar e ku kesê ne azad be xweşik jî nabe. Herwiha jiyanake ku nexweşik be, encex li sînorên prîmat pêkwere. Weke nihêrîna li damezraka huner, nîhêrîna li damezraka jinê ê rasteqîntir be. Ne weke mal û milk, ne weke karker û gundiyan. Dîtina jinê ya weke perçeyê hestyar ê xwezayê, fêmkirina ku pîroziyekê hildigire, bangkirina wê ne bi zimanê mêrê serdest, têgihîştina zimanê jinê yê bisir, ji aliyê jiyaneke xweşik ve, pir girîng e. Pratîka civakî ya herî ne baş, serdestiya mêr ku li jinê ferz dike û bêteşeya wî ye. Ti tişt li qasî helwesta mêr a hov ku li ser jina bêçare hatî hiştin, ne qederparêz e. Li gor min mêrê herî bihêz, têgihiştî, hestyar, yê ku ji wekhevî û azadiyê fêm dike, herwiha demokrat û civaka bi wan ve girêdayî, bi pîvanên li hember jinê ku em destnîşan dikin û bicîhanîna pêdiviyên wê dê pêkwere.

 

Civaka di koletiyê de kûr bûyî, civaka ku jinê biçûk dixe ye

 

Civaka ku herî bêtir di koletiyê de kûr bûyî, civaka ku jinê biçûk dixe ye. Civaka ku herî bêtir ji jiyanê fêm nake jî, civaka ku jiyaneke bêser û ber bi jinê re qebûl dike ye. Dîsa jiyana herî ne baş û ji peroşdarî û watedariyê dûr, jiyana bi jina kole re ye.

Dema em di bin van nirxandinan de li civaka Rojhilata Navîn binihêrin, em ê çêtir fêm bikin bê çima li paş e, bê wate, zalim, kereh û tênegihîştî ye. Ev yek baş diyar e, dema ku civaka mêr hevqasî hêsan, ji xweşikayiyê dûr û weke mêl li jinê binihêre, bextewar nabe û dê ji aştiyê bêpar di nava kerehiyê de bijî. Civakên mêr ên bi vî rengî, nikarin pîroziya jiyanê, bilindayiya welat, rûmeta rast û nêzîkayiyeke bi wate ya li xwezayê biafirînin. Dema ku nikaribin biafirînin jî, wek hêncetê dê “jina şeytan” nîşan bidin. Şeytan û jina ku bi kêmasî tê gotin, dereweke mêrê ku herî bêtir winda kiriye. Hata ku li hember bîrdoziya bi serdestiya mêr, sinc, hêza civakî û takekesan têkoşîneke hêzdar neyê dayîn, jiyana azad nayê qezenckirin. Civakeke demokratîk a ras nayê afirandin. Herwiha weke wekheviyê sosyalîzm jî nayê pêkanîn. Vebijarka polîtîk a gelan tenê ne demokratîk e, civaka demokratîk û zayenda azad e.

Bîrûbaweriya jinê ya azadiyê û tevgera wê, nirxê herî bilind ê rêhevaltî û mirovatiyê ye 

 

Bi awayek berbiçav têkoşîna azadiya jinê, ji damezrandina partiya xwe heta bi tevgera jinê ya girseyî, heta bi rêxistinbûna civaka sivîl û heta bi damezrakbûna siyaseta demokratîk, pêwîste di nava hev de were meşandin. Jin çiqas ku ji destê civaka bi serdestiya mêr rizgar bibe, bi înisiyatîfa xwe ya azad tevbigere û bihêz bibe, dê hewqasî bibe xwedî  kesayetiyeke azad û xwedî nasname. Sergirêdana jinê ya zûka, koletiya herî zalim e. Negirêdana serî ango “aqil”, helwesta herî esîl e. Em ji çarçef û laçikê bigirin heta bi porno, rajêriya sepandinên ku bi destê mêr li ser jinê tên ferzkirin, ti caran li qasî xirabiya çîn û neteweyan nabe. Herwiha destekdayîna hêrsa jinê, bîrûbaweriya wê ya azadiyê û tevgera wê, nirxê herî bilind ê rêhevaltî û mirovatiyê ye. Rojhilata Navîn liqasî çanda xwedawendiyê, herêmeke şaristaniyê ye ku koletiya jinê herî bêtir lê tê jiyandin e. Pêwîste bi pêkanîna sêyemîn a şikandina zayendî, ji bo jinê meşeke mezin bête destpêkirin. Rabûna ketinên mezin jî dê mezin be. Di vî bingehî de, dema em weke bawermendên ola xwedawendeke nû nêzîk bibin, em ê bigihîjin dayîkbûna pîroz û jinîtiya evînê yên ku em heq dikin.

Post Views: 91
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.