Komeleya Niştimanî ya Lêkolînerên Jin û Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê bi pêmana Roja Jinên Cîhanê sempozyumeke zanistî li ser zehmetî û astengiyên li pêşiya lêkolînerên jin yên Tûnisê li dar xistin.
Bi pêmana 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, 2’yê Adarê Komeleya Niştimanî ya Lêkolînerên Jin û Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê sempozyumek zanistî bi dirûşma “Rola jin û keçên ciwan di warê zanistî de li Tûnisê çiye?” li ser zehmetî û astengiyên li pêşiya lêkolînerên jinê Tûnisê lidarxistin. Di sempozyûmê de komek ji aktîvîst û lêkolînerên jin ên ku di karê xwe de rastî zehmetiyan hatine, beşdar bûn.
“Divê jin di lêkolîn û îcadan de bi ser bikevin”
Seroka Beşa Dibistana Bilind a Pîşesaziya Xwarinê Dr. Fatin Qişûrî têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Ji ber çend sedeman ne hêsan e ku jin bibe lêkolîner. Yek ji wan jî ew e ku pêwîst e peywira xwe ya lêkolîneriyê bi lênêrîna malbata xwe û mezinkirina zarokan re li hev bîne. Lêkolîn û îcad yek ji wan kêşeyên ku divê jin di wan de bi ser bikevin û hemû zehmetiyan derbas bikin. Di hemû zehmetiyan de ez bi ser ketim û hîn jî bi zehmetiyên din re rû bi rû me, lê divê hûn bi sebir û hêvî bin.”
“Di xebata lêkolîn û îcadê de jin rastî destavêtin û devavêtinê tên”
Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinan Radiya El-Jerbî jî got ku dema lêkolînerên jin dosyayê ji bo fînansekirinê pêşkêş dikin rastî tacîzê tên û wiha pê de çû: “Ne maqûl e ku mirov ji jinek lêkolîner bixwaze ku belgeya jêhatiya pîşeyî bide da ku lêkolînê bike, dema ku ew xwediyê doktorayê be jî.”
“Lêkolînerên jin rastî zehmetiyên îdarî û pirsgirêkên darayî tên”
Rêvebera Komeleya Niştimanî ya Lêkolînerên Jin Najla Bin Mîlûd jî diyar kir ku lêkolînerên jin rastî zehmetiyên îdarî û pirsgirêkên darayî tên û wiha domand: “Em dibînin ku hejmara xwendkarên zanîngehan ji sedî 60 jin in. Civak hîn jî tenê xwedîkirina zarokan weke erkê jinê dibînin.”
JINHA