Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo şehîdên Xelîfanê 150 roj in çalaki didomin

04/03/2022
in Uncategorized
A A
Ji bo şehîdên Xelîfanê 150 roj in çalaki didomin
Share on FacebookShare on Twitter

Gelên Rojava, ji bo ku cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûyîn bistînin ji 5’ê Cotmehê ve çalakiyan didomînin.

Gelên Rojava ku ji bo cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbûn bistînin ji 5’ê Cotmeha 2021’ê ve tim li qada ne û dibêjin, ‘’Çalakî, meş, mîtîng, grêvên birçîbûnê her çi hewce bike em ê bikin lê em ê cenazeyên xwe ji xayinan bistînin. Hewce bike di vê rêyê de em ê şehîd jî bibin’’ û ev 150 roj in çalakiya xwe didomînin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) 3’yê Cotmeha 2021’an di daxuyaniyê de ragihandibû şeva 29’ê Tebaxê saet li derdora 02:3’an komeke gerîla ya ku ji heft kesan pêk hatî dema ku ji qada Qendîlê dixwestin bicine herêma BehdînaNê PDK’ê ew kirine kemînê û wiha gotibû:

‘’Zelal bûye di encama vê êrîşê de 5 hevrêyên me bi teqezî şehîd bûne, hevrêyeke jî bi îhtîmal dibe ku bi birîndarî hêsîr ketibe. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma heft kesî de bû, rasterast ev rûdan dîtiye û piştî demekê bi sax û silamet ji cihê rûdanê dûr ketiye. Hevrêyê me Hakî xwe gihandiye hêzên me û êrîşa ku bi destê hêzên PDK’ê pêk hatî ji gelek aliyan ve zelal kiriye.’’

Li Sêmalka çalakiya 111 rojan

Di serî de li Rojava li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê Kurdan piştî ku HPG’ê derheqê rûdana li Xelîfanê daxuyanî da derketin qadan.

Gelên Rojava 5’ê Cotmeha 2021’an li Sêmalka ya li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiya domdar kir. Çalakiya ku 111 rojan dom kirî, bi daxuyaniya ‘’Têkoşîna me wê li hemû qadan bidome’’ li Sêmalka hate qedandin. Li hemû qadên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev ji 150 rojî zêdetir e çalaki didomin û xayintiya PDK’ê tê protestokirin.

PDK’ê êrîş bire ser çalakiyê û ambargo danî ser Rojava

Di roja 77’an a çalakiya Sêmalka de 15’ê Kanûna 2021’an hêzên PDK’ê êrîş birin ser çalakgeran. Di êrîşa PDK’ê de 2 jê bi giranî 15 kes birîndar bûn. Piştî êrîşê roja dî sînor hate girtin û ambargo û dorpêç hate danîn.

Gelên Rojava bi çarçoweya fermanên dewleta Tirk a bi destê PDK’ê li dijî girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka derketin qadan û ev biryar şermezarkirin.

Dengê ji Kobanê: Emê bi ruhê berxwedanê dagîrkeriyê têk bibin

Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo ku cenazeyên gerîla werin standin 20’ê Sibata 2022’an bi dirûşma, ‘’Bi berxwedana Kobanê em ê dagirkeriyê û xayintiyê têk bibin’’ li Kobanê çalakiya kondanînê çêbû. Di çalakiyê de hate gotin, ‘’Gelê Kurd û fedayiyên wê, xeta berxwedanê danîne ber xwe, PDK jî xeta îxanetê. PDK bi hevkariya bi dijminên Kurd re ispat kir ku li dijî yekîtiya Kurd dijminatiyê dike.’’

Li herêma Cizîrê meşa girseyî

Gelên Herêma Cizîrê 28’ê Sibata 2022’an ji bo şehîdên Xelîfanê li Tirbespiyê hatin cem hev. Di meşê de bi deh hezarnan kes hazir bûn. Hate gotin,’’Em hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin, em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku destekê bidin têkoşîna azadiyê. Hevkariya PDK’ê û Erdogan teşhîr bikin.’’

Gelê Efrînê li ser piyan bû

Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker bêgav man ku koçî Şehbayê bikin ji bo ku PDK’ê şermezar bikin 2’yê Adarê bi diruşma ‘Bimre Xayintî’ ji navçeya Ehdasê ya Şehbayê heta bi Deriyê Serdemê meşiya. Di meşê de hate gotin, ‘Xayintiya malbata Barzanî heta îro didome û her roj zêdetir dibe. Şehîdên me heta dawiyê li dijî xayintiyê li ber xwe dan.’

ANF



Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.