Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li herêma Metîna çepereke artêşa Tirkan ya dagîrker tine kirine û sê dagîrker ceza kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê’ de li Metîna çalakiyek pêk anîne.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
“Di 2’ê Adarê saet di 16.00’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran li dagîrkerên li Girê Ortê yê girêdayî xeta Qaşûrê dane. Di vê çalakiyê de çepereke dagîrkeran hate îmhakirin, 3`ê dagîrker hatin cezakirin û 2 dagîrker jî birîndar bûne.
Di 23’ê Sibatê de saet di 14.00’an de Qada Girê Hakkarî ya girêdayî herêma Metînayê 3 caran, di 24’ê Sibatê de qadên Kunîşka, Kela Bedewê, Karker û Sîda yên herêma Zapê 9 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di 25’ê Sibatê de saet di 14.00’an de Golkaya herêma Metînayê û qadên Çemço yên girêdayî herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.
Di 26’ê Sibatê de Girê Şehîd Şerîf yê Xakurkê, Serê Metîna ya girêdayî Metîna û qadên Şikefta Birîndaran ya Zapê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di 27’ê Sibarê de Girê Ortê yê girêdayî Metînayê 2 caran û qada Saca ya girêdayî herêma Zapê carekê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.
Di 28’ê Sibatê de Deriyê Hirçê yê herêma Garê du caran û Girê Ortê yê Metînayê 3`ê caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di 1`ê û 2’ê Adarê de qadên Çemço û Kunîşka yê herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.
Di 2’ê Adarê de saet di navbera 16.20-18.00’an de qada Werxelê ya girêdayî Avaşînê bi balefirên şer û çekên giran sê caran hatine bomberdûmankirin”