Akademiya Civaka Demokratîk a Kobanê dewreyeke perwerdê ya bi navê şehîd Sarya Cûdî ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan re destpê kir.Akademiya Civaka Demokratî di encama xebat û kedeke mezin de beriya çend rojan şaxê xwe li bajarê Kobanê bi navê Akademiya Şehîd Hogir vekir, Dewreya yekem di şaxê Akademiyê de bi navê Şehîd Sarya Cûdî hate destpêkirin.
Dewreya destpêkê bi beşdarbûna 30 endamên meclîsa malbatên şehîdan hate destpêkirin. 15 ji endamên dewreyê jin in.
Dewre wê 25 rojan dewam bike, di dewreyê de wê li ser gelek mijaran dersên cuda werin dayîn.
Yek ji Rêveberên perwerdeyê Serdar Benek da zanîn ku armanca dewreyê ew e ku civak di aliyê bîrdozî de were pêşxistin û girîngiya perwedeyê hîn bibe û wiha got: “Çawa pêwîstiya mirov bi xwarinê heye, ewqasî pêwîstiya mirovan bi perwerdeyê jî heye.”
Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê di 6 mehên dawiyê de hezar endam perwerde kirin.






