Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
Jîno Reşîd da diyarkirin ku ji ber hişmendiya mêr ya desthilatdar di civaka paşverû de jin tê kuştin. Herwiha desthilat bi hikûmet û saziyên xwe ve hevkariya sûcdaran dikin û jina azadîxwaz dikin amanc.
`Di hefteykê de 4 jin hatin kuştin“
Li gorî datayan û şopandina rêxistinên jinên serbixwe li başûrê Kurdistanê sal bi sal, roj bi roj kuştin û sûcên li hemberî jinê ji aliyê mêran ve pirtir dibin. Herî dawî 19ê Sibatê kuştina Şinyar Huner ji aliyê hevjînê wê ve bi şewitandinê hat kirin. Li gorî medya xwecihî, li başûrê Kurdistanê di nava hefteyekê de 4 jin bi destê mêran hatine kuştin. Desthilatê jî eşkere kir ku ji destpêka salê ve heta niha 9 jin hatine kuştin. Lê li gorî çalakvanan jimar zêdetir e û rastî ji aliyê desthilatê ve tê veşartin.
`Jin ji aliyê hişmendiya mêr ya desthilatdar ve tê kuştin`
Têkildarî sûcên li hemberî jinê endama Meclisa Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd ji me re axivî.
Jîno bal kişand ser rewşa jinan û sedemên sûc û kuştinê û ev nirxandin kir: “Li başûrê Kurdistanê bingehê sedemên sûcên li hemberî jinan, hişmendiya rêveberiya malbatî ya hişmendiya desthilatdariya zilam e. Ev hişmendiya mêr jinê namûs û milkê xwe yê taybet dibîne û sûcên li hemberî jinê wek mafê mêr dibîne. Jixwe li Başûr hişmendiya zilam, jinê bi nîvaqil û di asta jêrmirovan de pênase dike û dibîne. Herwiha jinê wek xizmetkara zilam û mekîneya çêkirina zarokan dibîne. Ji ber wê piçûkxistina jinê, kuştin û sûcên li hemberî jinê pirtir dibe û gihîştiya asta ku kuştina jinan li herêmê wek karekî rojane, mîna rabûn û rûniştinê bûye.”
`Desthilata Başûr bi partî û saziyên xwe hevkarên sûcên li hemberî jinê ne`
Endama RJAK`ê herwiha diyar kir ku armanca sereke ji van sûc û kiryaran hovane jî, çewisandin, piçûkxistin û kolekirina jinê ye û wiha behsa rola desthiltê û zagonên wê kir: “Li Başûr sûcên li hemberî jinê ne bi destê cîvakê tenê tê kirin; partî û saziyên hûkumetê jî hevkar in. Tevî jin û qaşo hin saziyên jinan di nava hikûmetê de ne, yan jî partiyên wan de hene jî, bi aqilê mêrtî tev digerin û ji hişmendiya azadiya jinê dûr in. Ev jin û rêxistin di nava hikûmetê de, li hemberî sucên li ser jinan bêbertek in. Ji ber wê zilamên civakê û desthilat tevayiya hêza xwe ji bo çewisandina jinê bi kar tînin û dixwazin rewşa heyî ya jinê wek çarenûseke neguhêre (qeder) bidin qebulkirin.”
`Hikûmet bûye ya mêran; sûcdar û kûjeran ceza nake, tersî wê şerê jina azadîxwaz dike`
Jîno eşkere kir ku kujerên jinan ji aliyê dadgehê ve nayên cezakirin û tên berdan û ev agahî da: “Dadgeheke me demokrat hêz û cesaretê dide mêran ku bêhesab jinê bikûje û sûcan li hemberî wê pêk bîne. Hikûmet û partiyên desthilatar li hemberî jina rêxistinkirî, çalekvanan, rojnamevan û nîvîskaran heman sûcan dikin û bi revandin û kuştina wan dixwazin bi teybetî jinê bêdeng bikin. Di rêveberiyê bixwe de hişmendiya jinşewisandin û kuştin heye, wê çawa mêrê sûcdar û kujer ceza bike?”
`Goristanên taybet ji bo jinên dibin qurbana hişmendiya mêr e`
Jîno wiha axaftin xwe domand: “Hovîtiya vê hişmendiyê bi bêwijdanî didome, felaketên li ser jinên tên kirin li ti derê nebûne. Ji aliyê malbatan ve jî bi pereyan wê mirî difiroşin û bi lihevkirinê tê jibîrkirin. Piştî kuştina jinê jî zagonên civakê û desthilatê, bixwe dibin sûcdar. Jixwe jina ku tê kuştin demeke dirêj termê wê li nexweşxaneyan dimîne, me gelek car hewl da ku termê wan bigirin û bi maresîm bispêrine axê. Lê hin caran ji aliyê hikûmetê û kesên sûcdar ve termê wan tên revandin û li goristanên bê navnîşan tên veşartin. Goristanên taybet ji bo jinên dibin qurbana hişmendiya mêr e, ev gor bê nav û pênase ne û piştî kuştina wê weke mirovan nayê dîtin.”
Çareserî û têkoşîna jinê ya li hemberî sûcan
Jîno li ser têkoşîna jinê wiha axivî: “Li hemberî vê hişmendiyê û sûcên wê têkoşîn û tevgera jinê bi xebateke bêhempa didome. Ji ber nebûna aboriyeke serbixwe ya jinê ku ev jî di encama vê hişmendiya mêr ya desthildar de ye, jin bêhêz dimîne. Li başûrê Kurdistanê ti proje ku para desthilat û partiyê wê tê de nebin, nîne. Lewra bi aboriyeke serbixwe jin nikare ava bike. Çarseriya bingehî ew e ku guhertin di zagona desthilatê û mejiyê civakê de bên kirin. Em jî di vî milî de dixebitin. Hem projeyên çareseriyê me pêşkêşî hikûmet û parlementê kirine, hem jî bihêzkirina hizirî ya jinê û hişyarkirina civakê bi perwerede û samîneran tê kirin. Lê mixabin ji aliyê desthilatê ve xwestina çaerseriyê nîne û her doza azdiya jinê û sûcên li hemberî wê wek pirsgirêkên civakî pênase dike. Li hemberî vê doz û mafên jinê, tenê bi têkoşînekêexurt ya jinan wê bi ser bikeve. Divê jinên çalakvan û rêxistinên jinan ji bin bandora desthilatê derkevin, pê neyên xapandin û taboyên di mejiyê wan de hatîn avakirin, bişkînin. Herwiha bi ceweherê jinê gavên xwe bi hevgirtî û yek dengî bavêjin. Lewera êşa jinan li vê cîhanê yek e.”
`Bi ruhê 8`ê Adarê wê têkoşîn bidome`
Endama RJAK`ê Jîno Reşîd bi pêmana cejna jinên cîhanê pîrozbayî li hemû jinê cîhanê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Divê 8`ê Adara vê salê têkoşîna jinê hê geştir bibe. Bi dengê jinê em banga azadiyê jinê dikin. Jina azad wê bi xwe civaka azad û durist ku mafê jinê û wekheviya têde heye, ava bike. Ez 8`ê Adarê li jinan cîhanê pîroz dikim û banga xurtkirina doza têkoşîna jinê dikim. Em wek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) Bi ruhê Klara Zidkî, Roza, Sakîna Cansîz, Hefrîn û Vîyan û tavayiyên jinên têkoşer soza têkoşna azadiya jinê didin.”