Nivîskar Hendirên Şêx Raxib pirtûkek bi navê ‘Tirkiye li Biradostê çi dike?’ nivîsand. Di pirtûkê de cih tê dayîna armanc û hewildanên dewleta Tirk ên li herêma Biradostê.
Nivîskar Hendirên Şêx Raxib pirtûkek bi navê ‘Tirkiye li Biradostê çi dike?’ nivîsand û çapkir. Çapa yekem 500 pirtûk derket û ji 166 rûpelan pêktê.
Naveroka pirtûkê de mijarên siyasî, leşkerî û dîrokî hatine destgirtin. Her wiha cih daye û armanca bi cihbûna dewleta Tirk a li Biradostê. Nivîskar di pirtûkê de bîlanço û zanyariyên hûr derbarê hejmara leşker, çek û baregehên dewleta Tirk ên li herêmê de eşkere dike.
Di beşek a pirtûkê de behsa rol û dîroka Biradostiyan a di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd bi taybetî jî behsa dîroka Xanê Lepzêrîn û destana Qelaya Dimdimê dike.
Nivîskar Hendirên Şêx Raxib derbarê naverok û armanca nivîsandina pirtûka xwe de ji Rojnews re axivî.
Hendirên Şêx Raxib di destpêkê de balkişand ser armanca deweleta Tirk a dagirkirina Biradostê û got: “Biradost dilê erdnîgariya Kurdistanê ye, ji berku sê parçeyên Kurdistanê bi heve girêdide. Vê yekê jî wisan kiriye ku dewleta Tirk çavê xwe berde dagirkirina herêma Biradostê.”
Şêx Raxib da zanîn Biradost di sêgoşeya navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de cih digre ji bona wê dewleta Tirk dixwaze cihê xwe di herêma Birdostê de qayîm bike. Her wiha got, devera Birdost deverekî sinoriye, di warê leşkerî û aborî de xwedî cihek stratejîke.
Di dewamê de Şêx Raxib destnîşankir dewleta Tirk zêdetirî 30 kîlometre bi kûrahî û 52 kîlometre firehî ketiye nava xaka herêma Birdostê. Her wiha got ji sedî 40’ê xaka Biradostê rastî topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker tê.
Şêx Raxib got, bi cih bûna dewleta Tirk a li Biradostê gefe li ser ewlehiya Hewlêrê û statûya Başûrê Kurdistanê dixe jêr metirsiyê.
Nivîskar Şêx Raxib di pirtûka xwe de dibêje, eger dewleta Tirk cihê xwe di Biradostê de qayîm bike, wê êdî bi hêsanî jê dernekeve û divê pêşî lê were girtin. Her wiha diyar dike niha dewleta Tirk li sinorê Birdostê mijûlê avakirina hîlalek Tirkî ye û ji bilî ziyanên giyanî ku digihîne welatiyan, gefê dixe ser ewlehiya parçeyên din ên Kurdistanê jî.
Her wiha îşaret bi wê yekê jî dike dagirkirina Birdostê heta astekê herêma Qendîlê dixe bin dorpêçê û dibêje ev yek jî ji bo siberoja gelê Kurd wê pirsgirêkan derxe.
Di dawiyê de jî Nivîskar Hendirên Şêx Raxib got: “Armanca min a nivîsandina vê pirtûkê ewe ku ji dewleta Tirk re bêjim bi şer û kavilkariyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, dîrokê ev yek piştrast kiriye, ji bona wê divê vegere ser mêzê danûstandinê û pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.”
Rojnews