Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo nivîskarên girtî pirtûk imze kirin

02/03/2022
in Uncategorized
A A
Ji bo nivîskarên girtî pirtûk imze kirin
Share on FacebookShare on Twitter

PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û ARÎ-DER, ji bo piştgiriya nivîskarên girtî li Şaxê Petrol-Îşê yê Êlihê çalakiya imzekirina pirtûkan li dar xistin.

PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û ARÎ-DER, ji bo piştgiriya bi nivîskarên girtî re li Şaxa Petrol-Îşê ya Êlihê çalakiya îmzekirina pirtûkan li dar xistinm. Di çalakiyê de, pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin.

Di çalakiyê de pirtûkên Laleş Çelîker, Leyla Atabay, Îdrîs Erenç, Gulazer Akin, Cengîz Sînan Çelîk, Abdullah Yilmaz, Ahmet Akgul, Resûl Baltaci, Tayyip Ûgûr, Ercan Dogan, Ramazan Çeper, Necmettin Tûral û Nesîp Tarim hatin îmzekirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê yê Êlihê, Feysal Ozdemîr got, hejmara nivîskarên zêdetir e ji 90’î.

‘Li berhemên wan xwedî derkevin’

Ozdemîr got, ji bo piştgiriya nivîskarên girtî, wan ev çalakî li dar xistiye, “Derfetên nivîskarên di girtîgehê de nînin ku pirtûkên xwe bigihînin xwînêran. Divê em xwedî li berhemên nivîskarên girtî derkevin.”

Ozdemîr, da zanîn ku girtîgeh ji bo vîna gelan bişikînin hatine avakirin û wiha peyivî: “Zindan bûn navenda perwerdeyê ya vî gelî. Li vê derê, girtiyên ku li şûna teslîmiyetê berxwedan hilbijartin, li her deverê xwe bi pêş xistin. Nivîskarên ku me îro pirtûkên wan ji we re anîn jî ji van girtiyan in. Pirtûkên ku di nava şert û mercên zehmet de derdikevin, berxwedana li gelek meydanan, bi taybetî berxwedana zîndanê rohnî dikin.”

Piştî Êlihê wê li Rihayê bin

Ozdemîr da zanîn ku piştî Amed û Mêrdînê ew li Êlihê bi pirtûkhezan re hatine gel hev û piştî vê jî ew ê berê xwe bidin Rihayê. Kekê yek ji nivîskarên girtî Abdûllah Yilmaz, Şukru Yilmaz jî malavahiya beşdarên çalakiyê kir. Yilmaz bal bire ser zextên li girtîgehan û got, girtî li dijî zextan li her warî xwe perwerde dikin û pirtûkên ku nivîsandine jî berhemên vê perwerdeyê ne.

MA/ÊLİH

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.