Rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal axivî û behsa pirtûkxaneyê kir.
Di sala 2018’an de cara yekê pirtûkxaneyeke mezin ku zêdetirî 50 hezar pirtûkî dihewîne bi navê Pirtûkxaneya Amara bi armanca pêşxistina xwendinê hat vekirin û bi demê re şaxên xwe belav kirin. Derbarê vê mijarê de, Rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal axivî û behsa pirtûkxaneyê kir.
50 hezar pirtûk hene
Dilvîn Tobal da zanîn ku di Pirtûkxaneya Amara de ji 50 hezar pirtûkan zêdetir heye û wiha got: “Pirtûkxaneya Amara di sala 2018’an de hat avakirin, armanca avakirina vê pirtûkxaneyê ku cihek ji bo rewşenbîr, nivîskar, xwendekarên hemî astan. Destpêka ev pirtûkxane hat vekirin, pirtûkên ku dihatin peydakirin nêzî 2 hezar bûn, lê di roja îro de ji 50 hezar pirtûkan zêdetir e ku bi sernavên xwe 10 hezar in. Beşên ku li vir peyda dibin ol, roman, helbest, huquq, felsefe û dîrokî ne bi zimanê Erebî û Kurdî. Şaxên pirtûkxaneyê berfireh in, li Reqayê pirtûkxaneya Borseyîd bi alîkariya pirtûkxaneya Amara hat vekirin, her wiha li bajarê Kobanî pirtûkxaneya Emin ku pirtûkxaneya Amara û Kampanyaya Şemal pê ve rabûn û di rojên pêş de dê li Dêrik û Hesekê jî bê vekin.”
Ji 8 salî heta 80 salî
Dilvîn Tobal bal kişand li ser hejmara mezin a kesên ku berê xwe didin pirtûkxaneyê û wiha domand: “Destpêka ku ev pirtûkxane hat avakirin, me ji çend kesan dest pê kir û rêjeya mirovan jî kêm bû, lê niha em dibînin ku rêjeya mirovan ji pirtûkxaneyê re baş e, ev yek dide diyarkirin ku asta xwendinê jî pêş ketiye. Di demê şer de jî bandor li ser serdana mirovan ji pirtûkxaneyê qut nebû û di rojê de nêzî 40 kes derbasî wê dibe navbera kirîn, xwendin, lêgerîn û lêpirsînê ji bo pirtûkan ji temenê 8 salî heya 80 salî. Pirtûkxaneya Amara mezintirîn pirtûkxane ye li ser asta Rojavayê Kurdistanê ye.”
‘Zanist çekê herî bihêz e’
Dilvîn Tobal destnîşan kir ku pêvajoya tê de dijîn, pêwîstî bi zanîn û xwendinê heye û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin, xwendin pirr girîng e. Ji ber ku kesê ku dixwîne zane dibe û kesê ku zane jî dibe dikare biaxive û ev yek ji bo her kesî/ê pêwîst e. Şerê cîhanê hemî li ser serê me diqewime lewma pêdivî bi zanînê heye da ku em bikaribin li hember vî şerê bisekinin, zanist çekê herî bihêz e li hember her cureyên şer. Lewma em wekî Kurd gereke bidin îsbatkirin ku em zane ne û girîngiyê didin xwendinê ji bo pêşketina me.”
JINHA