Li Dêrikê piştî gelek hewldan û guhertinan, pirsgirêka çopê bi tevayî hat çareserkirin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Ser du salan re ye, welatiyên herêma Koçeran ya başûrê Dêrikê ji ber sergoyê li ketina gundên herêmê û riya deriyê sînor yê Sêmalaka azar dikişandin.
Şaredariya Gel ya Dêrikê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di nava hewlandana de bû heta ku cihekî guncaw ji bo avêtina çopê peyda bike. Şaredariyê gelek caran sergo guhert, lê dîsa jî pirsgirêk bi awayekî bingehîn nehat çareserkirin.
Şêniyên herêmên nêzî sergoyê, ji ber bêhna nexweş û belavbûna mêşên ku dibin sedema nexweşiyan li şaredariyê gilî dikirin.
Şaredariya Gel bi lêçûna 100 milyon lîreyên sûrî ev pirsgirêk çareser kir ku cihekî ji bo komkirina çopê li derveyî herêmê veqetand.
Destpêkê cihê avêtina çopê li Eyn Dîwan li nêzî kolana sereke bû. Li gorî şêniyan, ev yek ji bo wan cihê nerihetiyê bû, her wiha dîmeneke nexweş dida herêmê.
Herî dawî Şaredariya Gel bi hevkariya şirîketên Zagros û Cûdî stasyoneke ava kir û ev pirsgirêk bi temamî çareser kir.
Di çarçoveyê vê projeyê de, 5 donim erd li nêzî gundê Wank ê başûrê Dêrikê hate veqetandin. Şaredariya Gel ji beriya salekê ve dest bi xebatên avakirina stasyonê kir ku, cih qîr kir û proje temam kir.
Şêniyê bi navê Omer Îsmaîl ê ji herêma Koçerat diyar kir ku wan ji ber sergoyê zehmetî dikişandin û wiha got: “Ji ber şewitandina çopê, bêhna wê ku sewal û kûçik lê kom dibûn zehmetî dikişandin. Her wiha cihê wê yê di navbera herêma Koçerat, bajarê Dêrikê û deriyê Sêmalkayê yê stratejîk de dîmeneke ne şaristanî dida herêmê.”
Omer Îsmaîl spasiya Şaredariya Gel kir ku daxwazên şêniyan bi cih anîn û cihê çop guhert.
Li gorî Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Şêrwan Xelîl, ji bo vê stasyonê kamyonên mezin bi giraniya 50 ton hatine veqetandin, çop wê li vê stasyonê were komkirin, paşê veguhêzin stasyona sereke ya li navçeya Holê ya Hesekê ku depoyên stratejîk û tendurist in.
Xelîl diyar kir ku piştî ku stasyona nû ket xizmetê yên kevin hatin rawestandin û diyar kir ku çop wê li Holê were komkirin da ku werin tedwîrkirin.
Hêjeya bibîrxistinê ye ku Desteya Şaredarî û Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê 3 stasyon, li Dêrik, Qamişlo û Amûdê ava kir, çop li van stasyonan tên komkirin piştre ji bo stasyona Holê tê veguhastin da ku werin tedwîrkirin.
ANHA