Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kooperatîfa “Kîbele” ya ku bi dehan tê de dixebitin

02/03/2022
in Uncategorized
A A
Kooperatîfa “Kîbele” ya ku bi dehan tê de dixebitin
Share on FacebookShare on Twitter

Kooperatîfa Jinan ya Kîbele ya li Pirsûsê hatî avakirin, di qonaxa hilberînê de bi dehan jin tê de dixebitin ku berhemên xwe dişîne bajarên derdorê. Tevî derfetên kêm jî ev 4 sal in bi hilberînê zêde dibe.

Kooperatîfa Jinan a Kîbele ya ku li navçeya Pirsûsa Rihayê hat avakirin, 4 sal in derfeta xebatê dide bi sedan jinên li navçeyê. Kooperatîfa ku di Gulana 2019’an de bi 3 jinan û 2 kîsikên sebzeyan dest bi jiyana xwe ya hilberînê kir, niha bi keda zêdeyî 50 jinan berhemên xwezayî yên çêdikin li derveyî bajêr difroşe. Kooperatîfa ku piştgiriya ji herêmê negirt, ji jinan girt û mezin bû, berhemên xwezayî yên wekî îsota hişk (Pul biber), salçeya îsotan, fêkî û sebzeyên hişk û şerbeta hinarê çêdike.

 

“Tevî derfetên kêm em bi ser ketin”

Yek ji rêveberên Kooperatîfa Jinan a Kîbele Fatma Taş destnîşan kir ku ew kooperatîfeke demsalî ne, diyar kir ku kooperatîf bi fikra afirandina îstîhdamê û qada hilberînê ya jinan derbasê jiyanê bûye. Fatma Taş da zanîn ku tevî derfetên xwe yên kêm bi 3 kesan dest pê kirine, îro bi dehan jin dixebitin, wiha got: “Ne qeymeqamtiyê ne jî şaredariyê piştgirî nedan me. Tevî van zehmetiyan jî me dest bi karê xwe kir. Her çiqas piştevaniya civakê û herêmê ji tunebû, baweriya me bi jinan hebû. Bi rastî jî em bi ser ketin. Destpêke me bi du kîsên sebzeyan dest bi vî karî kir. Niha em bi tonan îsota hûr û şerbeta hinarê çêdikin. Me hem di aliyê civakî de hem jî di aliyê aborî de piştgirî nedît.”

 

“Piştgiriya me ya ji bo malbatan hîn zêdetir me motîve dike” 

Fatma Taş diyar kir ew havînê hildiberînin û zivistanê jî pakêt dikin û wiha got: “Em herî zêde bi kooperatîfên li Ovacikê re dixebitin. Em di meha Hezîranê de dest bi hilberîna berhemên wek hişkirina, îsotên hûrkirî û ava firingiyan dikin. Em di meha ewil a payîzê de bi awayekî xwezayî şerbeta hinarê çêdikin. Em di qonaxa hilberînê de ji bo nêzî 50 jinan kar peyda dikin. Me îsal nêzî 20 hezar kîlo şerbetên hinarê hilberand û di vê pêvajoyê de me piştgirî da 40 malbatan û ev yek jî me gelek kêfxweş dike. Em careke din bi wan re motîve dibin û dixebitin.”

 

“Em bi baweriya xwe hatin van rojan”

Fatma Taş serpêhatiyên xwe yên 4 salan bi gotina “Ev çîrokeke serkeftinê ye” bi gotina “Em mezin dibin û em ê mezin bibin” diyar kir ku wan bersiva herî mezin daye yên ku ji wan re gotine, “Hûn nikarîn bikin.” Fatma Taş got ku xala herî girîng a serkeftina wan bawerî ye, diyar kir ku jin dikarin di her karê ku bi xwe bawer bin û bi ser bikevin.

 

“Divê rêveberiyên herêmî qada hilberîn û bazarê ava bikin`

Fatma Taş ji bo hilberînê bang li partiyên siyasî kir û di dawiyê de wiha got: “Ez dixwazim der barê kooperatîf û hilberînê de bang li partiyên siyasî bikim. Jiyan bi hilberandinê ava dibe. Divê rêveberiyên herêmê li ser vê yekê bisekinin. Ji xeynî vê kooperatîfên me yên mezaxtinê pir kêm in û divê di vî warî de xebatek bê meşandin. Ger mezaxtin tunebe, hilberîn ji pir hindik dibe. Lewma divê li herêmê qadên bazarê bên avakirin.”

JINHA

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.