Rojnameya Ronahî

Sedema sereke ya pirsgirêkên herêmê dagîrkeriya tirkî ye

Mihemed Xanim/Qamişlo

Henan Osman teqez kir ku birêxistinbûn û yekîtiya gelên herêmê, wê têkçûna dagîrkeran misoger bike û got, gava herî xurt ya ber bi azadiyê ve ye.

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, Erdogan û çeteyên wî gefên xwe li ser herêmê zêde dikin û Erdogan ji bo qirkirina gelên herêmê bi hêzên navdewletî re di nava bazarê de ye. Li ser vê mijarê Cîgira Rêveberiya Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî ya Lubnanê Henan Osman ji me re axivî.

‘Dewleta tirkî ya faşîst li kû hebûna azadiya Kurdan hebe, êrişî wir dike’

Henan diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker, destkeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li ser desthilatdariya xwe xeter dibîne û axaftina xwe wiha domand: “Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, gelê Kurd sîstemeke demokratîk ava kir. Kurdan pêşengiya projeya Neteweya Demokratîk kir û bi awayekî serkeftî herêmê bi rê ve dibin. Projeya Neteweya Demokratîk, bû bingehê rêxistinbûn û azadiya gelên herêmê. Dema dagîrkeriya tirkî dît ku ev projeya demokratîk pêş dikeve û wê çareseriyê bi xwe re bîne li seranserê herêmê, li ser xwe xeter dît. Ji ber wê dixwaze ji aloziya Sûriyê sûdê bigre û armanca xwe ya dagîrkiriyê pêk bîne. Dewleta tirkî ya faşîst li kû hebûna azadiya Kurdan hebe, êrişî wir dike.”

‘Rûsya û Amrîka hevkarên Tirkiyê ne’

Henan da xuyakirin ku dewletên weke Rûsya û Amêrîka, ji bo berjewendiyên xwe beşdarî krîza Sûriyê bûn û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya tirkî li ber çavê cîhanê komkojiyan dike. Rûsya û Amerîka qaşo li herêmê garantor in lê xwe bêdeng dikin. Dîroka her du dewletan ji her kesî re diyar e. Ji bo berjewendiyên xwe, çi ji destê wan tê dikin. Ev her du hêz dijminên gelan in. Niha jî dixwazin gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bikin qurban. Lê wê negihin armanca xwe. Lewra bê gelê Kurd çareseriya krîza Sûriyê ne pêkan e.”

‘Armanca dagîrkeriyê çewisandina vîna azad e’

Henan da zanîn ku armanca êrişên dagîrkeriya tirkî ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, têkbirina Projeya Biratiya Gelan e û axaftina xwe wiha domand: “Ev 10 sal in dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin. Sûcên dijmirovî dikin, jin û zarokan dikujin. Di dema dawî de, êrişên dagîrkeriyê yên bi  balafirên bêmirov zêde bûne û rasterast sivîlan dikin hedef. Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze bi van êrişan, îradeya gel bişkîne. Dagîrkerî bi êrişên xwe yên ser sivîlan, polîtîkaya xwe ya qirkirinê didomîne. Dewleta tirkî ji bo tevayiya gelên herêmê û Rojhilata Navî xeter e. Dewleta tirkî ya qirker wê di hundirê xwe de têk biçe. Siyaseta wê ya dagîrkeriyê li tevayiya qadan têk çû, ji ber wê bi awayekî hovane êrişî Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê dike.”

Henan  bal kişand ser berxwedana  gelê Kurd ya li hemberî êrişên dagîrkeriyê û wiha axivî : “Dagîrkeriya tirkî bi van êrişan, dixwaze îrade û baweriya gelê Kurd têk bibe. Lê nizane ku gelê Kurd tevayiya lîstik û xefkên dagîrkeran nas dike. Gelê ku baweriya xwe bi fikir û felsefeya azad aniye, ti caran gavan paş ve navêje û ji bilî azadiyê ti tiştî qebûl nake. ”

‘Yekîtya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike’

Cîgira Rêveberiya Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî ya Lubnan’ê Henan Osman da zanîn ku projeya Neteweya Demokratîk, kilîta  tevayiya  pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Proje û fikrê Neteweya Demokratîk, ji gelên Rojhilata Navî re xelasiya ji dagîrkerî û serdestiyê ye. Ji ber wê divê gelên herêmê li gorî wê xwe pêş bixin û nirxên hatîn bidestxistin biparêzin. Ji her demê zêdetir pêwîstiya gelên herêmê bi yekîtiyê heye, tenê projeya Biratiya Gelan ya birêz Abdulah Ocalan dayî pêş wê bikare aramî û demokrasiyê li herêmê çêke. Pêwîst e baweriya ti kesî bi dewletên Rojavayî û rêxistinên mafê mirovan neyê ,ew sirf ji bo berjewendiyên xwe kar dikin.”