Ji hêla jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve, Emel Horê û Şêrîn Elî wek serokên komînên Xeta Şehîd Şîlan Kobanê hatinhilbijartin.
Di çarçoveya civînên Kongreya Star de yên ji bo hilbijartinên hevserokên komînan û amadekariyên kongreya duyemîn a Kongreya Star de, civînek li Xeta Şehîd Şîlan Kobanê hate lidarxistin û hevserokên komînan hatin hilbijartin.
Di civînê de rêvebera Kongreya Star Fatima Hesen da zanîn ku jinan li Bakurê Sûriyê gelek pêşketin bi xwe re çêkirin û ji ber wê jî jinan nîşanî hemû cîhanê dan ku pêşketina ji hêla rêxistinî ve, gelek pêşketin û serkeftinan bi xwe re tîne.
Di dawiyê de Emel Horê û Şêrîn Elî wek serokên Xeta Şehîd Şîlan hatin hilbijartin.






