Navenda nûçeyan-Qamişlo
“Jin Kulîlka Bihara Çandê ye” bi vê durişmê jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, mihrîcana wêje û hunera jinê ya heftane, dest pêkirin.
Li ser navê Rêvebeiya Xweser Ariya Mele Ehmed û Endama Komîteya Amadekar Botan Hoşê bi boneya 8`ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, ev mîhrîcan li tevayîya jinên berxwedêr pîroz kirin.
Jinan bi cil û bergên filklorî û tilîlan, mîhrîcan Wêje û Hunera Jinê destpêkirin û bi govend û dîlana jî pîroz kirin.
Bernameya mîhrîcanê ya roja yekê wiha ye:
-Xwendina çîrokekeke kurdî ya nivîskar( Nêrgiz Îsmayîl)
-Mûzîk ( Koma Gere Stêrk)
-Şaon (Koma şehî Ezîz Ereb)
-Govend filklorî ( Koma Yursoyo)
-Xwendina helbesta suryanî; helbestvan ( Reşa)
-Pîşkêşkirina filim ( di seat çaran de)