Rojnameya Ronahî

BANDORA ŞERÊ LI UKRAYNA LI ROJHILATA NAVÎ

Mûrad Rojhilat

Amerîka ya ku di sedsala 20. de hegemonya emperyalîst ji Brîtanyayê dewir girt, sala 2021’ê ji Efxanistanê vekişiya û li Rojhilata Navî hêza xwe kêm kir. Diyar dibe ku hegemonya Amerîka wekî berê nikare xwe bide meşandin. Ji bilî wê jî qadên biryarê hewl didin derkevin meydanê. Di vir de dewleta Tirkan û Rûsan dixwazin vê valatiyê bi şeklê xwexurtkirinê bi kar bînin.

Amerîka dixwaze hêza xwe ya li Ewropa mezin bike û hewl dide Almanya di binê kontrola xwe de bihêle. DYA Ukrayna li hemberî Rûsan sor kir. Ji bo ku Rûsya êrişî Ukrayna bike meseleya ku wê Zelenskî Ukrayna beşdarî NATO bike derdixist pêş û di bin re jî ronahiya kesk ji Rûsan re pê xist da ku êrîşî Ukrayna bike. Tişta balkêş jî ew e dema hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê kom dibûn Amerîka daxuyanî da û got wê Rûs êrîşî herêmê bike û dagîr bike. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kin Rûsan êriş kir. Êrişa ser Ukrayna êrişa ser xaka Ewropa ye. Ji ber vê jî Ewropa pêwîstiya xwe bi Amerîka dibîne, yanî Amerîka dixwaze bi vê êrişa Rûsan Almanyayê bi temamî kontrol bike û di heman demê de helwesta Tirkan ya li hemberî vê êrîşê bibîne û li gorî wê li hemberî wan helwestekê dayne. Eger bala we kişandibe dema Rûsan êriş kir Amerîka got Tirkiye hevalbenda me ya biqîmet e û lazim e helwesta xwe diyar bike. Ev jî dide diyarkirin ku, eger Tirkiye di vî şerî de helwesteke zelal nede diyarkirin wê her du alî jî jê aciz bibin û wê ji bo dewleta Tirkan encamên nebaş bi xwe re bîne.

Eger Tirk xwe bidin milê Rûsan wê NATO endamtiya wan bixe nîqaşê û heta derxistinê jî biçe, lê eger pişta xwe bide Ukrayna wê di demek nêz de encamên xirab ji bo Tirkan derkevin meydanê. Ji ber wê jî di her sê aliyan de jî Tirk nikarin xwe ji vî şerî xilas bikin. Çawa bike jî wê encamên xirab bi xwe re bîne. Eger bêdeng jî bimîne dîsa zirar ji bo wan heye, hem jî gelekî xirab. Niha medyaya Tirkan gelek bi ser Rûsan de diçin, lê pir zêde pişt re ka wê çi bibe zêde lê mêze nakin. Yanî eger bizanin dema pêş her gotinek wê li Tirkan bizîvire wê vî karî nekin, lê bi kêm mejîtiya xwe hewl didin dostên xwe yên esrarfiroş, Zelenskî, rizgar bikin lê Zelenskî êdî bi medyayan nema rizgar dibe. Em hemû jî dizanin ku hemû payebilindên Tirkan bi alîkariya hikumeta Zelenskî bi tonan madeyên hişber derbasî Ewrûpayê dikirin, belkî jî rayedarên Tirkan herî zêde ji vê jî ditirsin ku dema dewleta Ûkrayna bikeve hemû sucên wan kirine derkevin holê. Lê ji wê zêdetir, ev şer ji bo kirîza li Tirkiyê gelekî xirab e. Ji ber ku wê bihayên tiştan gelekî zêde bibin  û rewşek kambax li ser miletê Tirk re derbas bibe. Dewleta Erdoxan temîna gaza xwezayî ji Ûkrayna û Rûsiyayê dike, şerê li herêmê tê wateya krîza enerjiya gaza xwezayî.

Bandora şerê heyî wê li ser Sûriyê jî xuya bibe.

Bandorek ew e ku nakokiyên Rûs û Tirkan wê li ser rewşa Ûkraynayê zêdetir bibe û ev jî bihêle ku Rûsya tewrê xwe li Sûrî li hemberî Tirkan zelal bike, şerekî mihtemel wê li Sûriyê di navbera Rûsya û Tirkan de derkeve, ji bo ku Tirk li ser xaka bakur û rojhilatê Sûrî nemîne wê Rûs hewildanên berbiçav bike. Çeteyên Çeçenî derbasî nava xaka Ûkrayna bûn, tê zanîn ku bi salan e hikumeta Erdoxan desteka xwe ji bo rêxistina Çeçenan pêşkêş kiriye û dike. Yanî ger desteka Tirkan nîn be Çeçenî nikarin derbasî Ûkraynayê bibin, ev rewşa jî wê tesîrek nebaş li ser rewşa Tirkan a li Sûrî, Ermenistan û Lîbyayê bike.

Bandoreke din a li Sûrî bike jî ew e ku dê şerê heyî kurtir bike. Mirov şerê heyî dikare li ser bingehê şerê Tirk û Rûsan bi nav bike. Ji ber ku li Asya û Rojhilata Navîn Amerîka hêza xwe winda dike û berê xwe dide Ewrûpayê, bi taybetî jî berê xwe dide Deryaspî. Dixwaze enerjiya hatiye keşifkirin desteser bike, ji bo wê jî herêmên Asyayê ji xwediyê wan re dihêle û diçe. Li ser vî bingehî Tirk jî dixwaze valatiya heyî dagire, Rûsya jî hewil dide Împaratoriya Sovyetan paşde vegerîne û li Asyayê bibe hakimê yekemîn. Çîn ji bo ku di ferqa meseleya ekonomiya emperyalîst de ye dixwaze ekonomiyê bi kopyayên xwe ve bixe bin serweriya xwe. Îran ji bo vî şerî bêdengî hilbijartiye. Ji ber ku ew jî hewl dide hîlala Şîayan ava bike. Ji ber ku Amerîka li Kendavê zeîf ketiye Îran dixwaze ji vê rewşê sûdê wergire û cografya xwe fireh bike. Lê, şerê parvekirinê wê di demeke nêz de xwe zêdetir bide der. Amerîka bi firotina Ûkraynayê dixwaze bibe hakimê Ewrûpayê û li ser Deryaspî xwe xurt bike, û mejiyê NATO jî nû bike. Ji ber ku gelek welatên Sovyetê di nava NATO’yê de hene, ev yek ji bo Amerîkayê mesrefeke zêde ye. Gava ku Amerîka tercîha xwe tenê ji bo Ewrûpayê bike wê Tirk jî kêrî karê wan neyê, dibe ku Tirkan jî ji NATO’yê derxînin.