Rojnameya Ronahî

Şehîd Ehmed Mihemed Bi Merasimeke Girseyî Spartin Axê

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Îro (28-2-2022) saet 2`an bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo bi merasimeke girseyî şervanê QSD`ê Ehmed Mihemed (Reşo Qamişlo), ku di encama Qezayekê de şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Merasimê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Pişt re li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsêxan Gulo sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û got: “Hêza heta niha hiştî ku projeya Rêveberiya Xweser li ser lingan bimîne û herêmên me ewle bin, fedekariya şehîd Ehmed û hevriyên wî ye.”

Şemsêxan axaftina xwe wiha Qedand: “Bi berxwedan û têkoşîna şehîdên azadiyê me gelek destkeftî ji Şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê re pêk anîn.”

Herwiha Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Nezîr Sofî soza berdewama rêça şehîdan heta serkeftina dawî da û wiha axaftina xwe qedand: “Em hemû deyndarê şehîdên xwe ne û em ê têkoşîna ji bo wefedariya bi fedekariyên wan re berdewam bikin.”

Pişt re nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ehmed Mihemed di nava dirûşman de spartin axê.