Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk (MSD) û xwişka wê di êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dan.
Kesên nasnameyên wan ne diyar, duh serê sibê saet 06.00’an de, bombeyek destan avêtin mala Endama Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk (MSD) Dîlan Şêx Mehmud a li Taxa Ezîziyê ya Hesekê. Di êrîşa bombeyî de endama MSD’ê Dîlan Şêx Mehmud û xwişka wê Dîlyar Şêx Mehmud jiyana xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê, hêzên Asayîşê çûn cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin.






