Welatiyên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûyîn, li hemberî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên bi armanca koçberkirinê û ambargoya hikumeta Şamê, li ber xwe didin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Wekî tê zanîn ku gumrik ji bo kel û pelên di navbera welatan de tên veguhastin, tê ferzkirin. Lê hêzên Firqeya Çaran a hikumeta Şamê ev yek berevajî kir û bi rêya bendên xwe yên kontrolê li ser rêya di navbera Heleb û Şehbayê de, bacê li ser kel û pelên ku dikevin kantonê ferz dike.
Kantona Şehbayê tenê çend kîlometreyan dûrî bajarê Helebê ye ku şêniyên kantona Efrînê lê koçber bûne û ji ber bihabûnê, di dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane de zehmetiyên mezin dikişînin, ji ber ku hikumeta Şamê ambargo li ser kantonê daye ferzkirin û artêşa Tirk rojane herêmê bombebaran dike.
‘ARMANC LAWAZKIRINA BERXWEDANA ME Û DERXISTINA ME JI ŞEHBAYÊ YE’
Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir diyar kir ku siyaseta hikumeta Şamê ku li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne û bombebarana berdewam ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser herêmê, bi hev ve girêdayî ne, armanca her du siyasetan lawazkirina berxwedana gel û derxistina wan ji Şehbayê ye.
Zelûx Bekir têkildarî dorpêç û siyaseta birçîkirinê wiha got: “Piştî berxwedana dîrokî ya ku me li Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker ku hêza duyemîn hêza NATO’yê 45 rojan li ber xwe da û piştî koçberkirina me ji kantona Şehba û mayîna me di kampan û malên nîv wêrankirî de, em dibînin ku hikumeta Şamê li şûna ku piştgiriya me bike, dorpêçê li ser me ferz dike.”
Zelûx Bekir wiha dom kir: “Encamên dorpêçê piştî koçkirina me diyar bû, yekemîn madeya bingehîn ku rê li ber ketina kantonê hat girtin, mazot e ku ger bikeve kantonê jî dê bi berdêla pereyan be. Dorpêça hikumeta Şamê bi mazotê ve ne sînordar e û her şeş mehan carekê bi berdêla pereyan dikeve kantonê, kêmbûna derman û rê girtina li ber nexweşan ku ji bo dermankirinê biçin Helebê, zehmetiyên koçberan zêde dikin.”
Zelûx Bekir armanca siyaseta birçîkirinê bi armanca şikandina berxwedana gelê Efrînê yê koçberkirî û têkbirina îradeya wan ve nirxand, her wiha diyar ku ev siyaset û plan wê têk biçin û di dawiya axaftina xwe de bang li garantorê Rûsî li Şehbayê kir ku dorpêça li ser gelê Efrînê rake.
ZEHMETIYÊN QADA TENDURISTIYÊ
Endamê rêveber ê Rêxistina Heyva Sor a Kurd Heyder Reşîd têkildarî zehmetiyên ku rêxistina wan di encama dorpêçkirina kantonê de dikişinin, ji ajansa me re axivî.
Heyder Reşîd got: “Piştî koçberkirina me ber bi kantona Şehba ve, hin nexweşiyên mîna laşmanya, tayê û nexweşiyên din di nav koçberan de belav bûn. Ji ber vê yekê me alîkarî ji malbatên xwe yên koçber li hemû gund û navçeyên kantonê bi rêya navenda me yan jî klînîkên gerok pêşkêş kir. Lê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û rêgirtina li derbasbûna madeyên tibî û dermanan, karê rêxistinê asteng dike.”
Heyder Reşîd diyar kir ku hikumeta Şamê 6 milyon lîreyên Sûriyê li ser her trimbêlek an kamyonek ku dermanan hildigire, ferz dike. Ji ber vê yekê ew di peydakirina dermanan de rastî zehmetiyan tên, bi taybetî dermanên tansiyon û şekirê.
Heyder Reşîd got bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê rê nadin şêniyên Efrînê ku derbasî bajarê Helebê bibin ji bo dermankirinê, ji ber vê yekê ew neçar in ku di rêyên ku mayîn lê hene derbasî Helebê bibin, di encamê de bi dehan koçberên Efrînê bi vî awayî hatin kuştin û birîndarkirin. Reşîd her wiha bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku dawî li dorpêç û li siyasetên hikumeta Şamê bînin.
ENCAMÊN DORPÊÇÊ LI SER ÇANDINIYÊ
Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya kantona Efrînê Basim Osman bal kişand ser ziyanên ku di encama dorpêça li ser kantona Efrînê de gihaştiye sektora çandiniyê û got: “Çandiniya li kantonê bi avdanê tê kirin, wekî kartol, pîvaz, sîr, genim û ceh. Lê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye û rêgirtina li ber derbaskirina mazotê bû sedema kêmbûna berhemên sebze û genim ji nîvê kêmtir. Her wiha nirxê bermîlek mazot gihaşt 700 hezar lîreyan û kîsek semad jî 40 hezar lire. Ev yek bû sedem ku cotkar hemû zeviyên xwe naçînin, ji ber ku nikarin lêçûna çandiniyê bi cih bînin.
Ev yek bû sedem ku sebze û fêkî ji herêmên din bi berdêla bacê derbasî kantonê bibin, ji ber vê yekê nirxê kel û pelan bi dehan qat zêde bû û barê şêniyên herêmê girantir kir”.
Basim Osman di dawiya axaftina de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo ku dorpêça li ser şêniyên Efrînê yên koçber rabe, bikevin nava hewldanan.
ANHA