Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Îro (24-2-2022) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo, 56 şehîdên meha Sibatê û 121 Şehîdên pêngava `Gurzê Gelan`hatin bîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo ji bo bîranîna 56 şehîdên meha Sibatê ku li dever û salên cuda şehîd bûne, merasîmeke bîranînê li dar xist. Bîranînê bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Pişt re li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Ebdulkerîm Saroxan axivî û diyar kir ku her şehîdekî ji gelê Kurd re pêngavek meşandiye û tevayiya destkeftiyan bi saya şehîdan hatine bidestxistin, gelê ku destkeftiyên wan ji xwîna şehîdan bin, ji wan bêhtir bi nirx tune ye, ji ber vê yekê divê em ji her tiştî bêhtir parastina xeta şehîdên xwe bikin.
Ebdulkerîm Saroxanir dazanîn ku dijmin dixwaze bi şerê taybet hebûna me ji kokê rake. Di şerê herî zehmet de me li ber xwe da, komkujî li hemberî me hat kirin lê em bêhtir bi hêz bûn.”
Herwiha Partiya Kesk ya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên Pêngava `Gurzê Gelan` bi dirûşma “121 dar ji bo bîranîna lehengên destana Gurzê Gelan” li Goristana Şehîd Delîl Saroxan 121 dar çandin.