Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Bi boneya salvegera 7`an ya êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser gundên asûr ên Til Temirê Meclisa Parastina Xabûr ya Asûr daxuyaniyek da û diyar kir ku êrişên dewleta Tirkiyê ya dagîrker ên li dijî herêmê berdewamiya wan êrişan e.
Daxuyanî wiha ye:
“Îro salvegera 7`an ya bûyerên Xabûrê ya ku di 23`yê Sibata 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî gundên asûr kirin û di encamê de gelek şervanên hêzên leşkerî yên Yekîneyên Parastinê û Meclisa Parastina Xabûr ya Asûr şehîd bûn û bi sedan sivîl dîl hatin girtin.
Ev roj di dîroka gelê Asûr de rojeke reş e û ji komkujiyên li dijî hebûna asûrî ye. Ji ber êrişa bi lez şêniyên wan gundan, nekarî xwe biparêzin an jî birevin. DAIŞ`ê jî bê cudahî 285 sivîl revandin ku di nav de kesên temenmezin û zarok hebûn. Gund şewitandin û perestgeh wêran kir.
Li ser beravên çemê Xabûr 33 gundên asûr hene tê de zêdetirî 17 hezar kes dijiyan. Di her gundekî de dêrek hebû.
Niha ew gund hema bêje vala ne û tenê derdora 2 hezar kes tê de dimînin ku piraniya wan kesên temenmezin in. Ji ber ku gelek malbat ber bi Ewropayê yan jî Hesekê û Qamişloyê ve koçber bûn.
Ev êriş bi awayekî neyînî bandor li asûran kir, ji ber ku berê jî rastî qirkirinan hatin.
Xuya ye ku tişta DAIŞ`ê dest pê kir, dewleta Tirkiyê ya dagîrker û çeteyên wê niha didomînin. Dewleta Tirkiyê ya dagîrker rojane gundên asûr topbaran dike.
Tevî ku di êrişên DAIŞ`ê de sala 2015`an zêdetirî 8 dêr wêran bûn, niha zêdetirî 6 dêrên din ji ber topbarana dewleta Tirkiyê ya dagîrker bi wêranbûnê re rû bi rû mane. Dêr li gundên li eniyên şer rastî topbaran û bombebarana balafirên dewleta Tirkiyê tên.
Em bi tundî komkujiya li dijî gelê me ya li gundên Xabûr ku bi destê DAIŞ`ê di 23`yê Sibata 2015`an de pêk hatî, şermezar dikin û bang li komîteya lêpirsînê ya Navneteweyî dikin ku sûcdaran di dadgeha cezayan ya Navneteweyî de darizînin.”