Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bernameya Çalakiyên 8`ê Adarê bi daxuiyaniyekê hatin eşkere kirin

23/02/2022
in Uncategorized
A A
Bernameya Çalakiyên 8`ê Adarê bi daxuiyaniyekê hatin eşkere kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jin ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi daxuiyaniyekê bernameya xwe ya çalakiyên 8`ê Adarê eşkere kir.

Daxuiyanî wiha ye:

“Bi  navê  platforma  çalakiyên  hevpar  ên  tevger  û  rêxistinên  jin  ên bakur û rojhilatê Sûriyê , bi dirûşmeya “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin”  em 8` ê Adarê li jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, hemû jinên cîhanê, dîl girtiyên di zindana de û li dayîkên şehîdan pîroz dikin, bejna xwe li hember cangoriyên azadiyê ditewînin, bi boneya roja jinê ya cîhanî ku rastî 8`ê Adarê tê, em bi rêzdarî  hemû şehîdên ku mohra xwe li rûpelên dîrokê xistin e ji bo azadiya jinê bi bîr tînin.

Hemû cîhan her sal roja jinan ya cîhanî,  ku dikeve 8`ê Adarê pîroz dikin, li ser helwest û hevgirtina xwe di tekoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa tekezî dike, û bi israr rola xwe ya girîng di avakirina civakeke li ser bingeha wekhevî û edaletê dilîze.

Pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê di encama têkoşîna bi milyonan jinan  ji bo bidestxistina mafên xwe pêk hat, tevî têkoşîna bi dehan salan jin ji aliyê zihniyeta baviksalar  û desthilatdar ve rastî her cureyên tundî, zordarî û koletiyê hatin, ji bo şkandina îradeya wan û durxistina wan ji dîrokê li hemû cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn bi destên rejîmên otorîter û dewleta Tirkiyê ya dagîrker û rêxistinên tundrew  jin li herêmên dagîrkirî yên Sûriyeyê rastî işkenceyan tên li (Efrîn, Serêkaniyê,Girê spî, Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz) ji ber binpêkirinên sîstematîk ên wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê weke (qirkirin, koçberkirin, girtin, destavêtin, zewaca bi darê zorê). Lê agirê têkoşînê tu carî venemirî û îspata wê ya herî mezin jî şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Ya ku ji aliyê jinan ve tê  birêvebirin û bi kerakterên xwe yên taybet tên naskirin, û bi taybetmendiya xwe karîbû hêza xwe weke dayîk, rêveber, leşker, siyasî û diplomasî îspat bike. Di avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk xwedî rolek pêșeng ji bo hemu jinên cîhanê û Di tekoșîna xwe de bû mînak û çavkaniya ilhamê û heta niha jî jin ji bo parastina destkeftiyên ku bi destxistin tekoșîna xwe ya ku bê westandin didomîne.

Bi saya tekoşîna YPJ`ê û şehîdên azadiyê mîna (Sosin Bîrhat, Awaz Urmiyê, Nûjyan, Rojîn, Viyan, Îvana Hofman, Kerîma Loran, Hevrîn Xelef, Hind, Seada, Zîlan Ereb, Wîdad Yûnan, cumana El Mûsa) pêk hat.

Bi vê boneyê em bang li hemû jinên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin ku beşdarî çalakiyên Roja Cîhanî ya Jinan bibin û em bang li rêxistin û tevgerên jinan li cîhanê û bi taybet li Sûriyê dikin ku ji bo parastina şoreşê û bilindkirina asta tekoşînê bibin yek. parastina nirx û mîrasê têkoşîna jin, mayindekirina  ewlehî û aştiya cîhanî, bidawîkirina dagîrkeriyê û misogerkirina vegera herêman, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî,û ne navendî xebat bidin meşandin.

Li ser vî esasî bi durûşma “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” destpêkirina hemleya xwe ya ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan ya Cîhanî ya sala 2022 an emê raghînin.

Çalakiyên me ji 23`ê Sibatê heta 10`ê Adarê bi vî rengî dest pê dike:

. 1- Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8ê Adarê wê bêne li dar bixin.

2- Di 1/3/2022`an serdana goristanê şehîdan û pêxistina mûman li ser gorê şehîdan û li ser navê platformê daxuyanî bê dayîn.

3- Ji bo roja jinan ya cîhanî dayîna semînerên taybet.

4- Lidarxistina panêlan li ser asta herêmî û Rojhilata Navîn û li ser torên civakî.

5- Di 10/3/2022`an de li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ji hemû tevger û rêxistinên jinan re şahiyek wê bê li dar xistin.

6- Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameya xwe çalakiyên curbecur pêk tînin.

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.