Jinên Minbicê bi semînera bi sernavê “Jin di serdema demokratîk de” du aliyên girîng yên Şoreşa Rojava nîqaş kirin. Destkeftiyên jinan û girîngiya piştgiriya jinan ji jinan re di her qada jiyanê de.
Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl bi hevkariya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Paşrojê re semînerek bi sernavê “Jin di serdema fikrê demokratîk de” li hola Çand û Hunerê ya Minbicê da.
Di semînerê de endamên Rêxistinên Civaka Sivîl, saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a demokratîk û partiyên siyasî amade bûn.
Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl Sozdar Xalid axivî û wiha got: “Projeya neteweya demokratîk ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye bi hewldana rizgarkirina Rojhilata Navîn ji koletiya dewletên kapîtalîst û sererastkirina şaştiyên ku pergalên sosyalîst kirin, bû.”
Sozdar Xalid îdeolojiya azadî pênase kir û da zanîn ku ew di aliyê yekemîn de tê wateya rizgarkirina jinan. Ew jî bi rêya rêxistin û aktîfkirina rola jinan di civakê de pêk tê û wiha pê de çû: “Azadiya civakan ji azadiya jinan dest pê dike û şoreşa bêyî jinê ne pêkan e ew şoreş bi ser keve.”
Li aliyekî din jî berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir behsa rola jin û mêran di serdema fikrê demokratîk de kir û wiha got: “Doza jin û mêr ji dozen sereke di civaka me de ye. Ew doz li ser navê ol û kevneşopiyan rastî şêweyên reşkirinê hat.”
BEŞDARIYA MÊR DI ŞOREŞA JINÊ DE NE TÊ WATEYA SERKEFTINA ŞORŞEŞÊ
Îbtîsam Ebdulqadêr da zanîn ku jin di civakê de ji her kesî zêdetir rastî zilm û tundiyê hatiye, bi taybet jî bi navê ol û ev tişt got: “Jin baweriyê bi xwe nake û bi demê re dibe milkê mêr û çawa dixwaze wê bi kar tîne. Di encamê de jin dibe kole.”
Îbtîsam Ebdulqadêr diyar kir ku piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek guhartinên erênî di zihniyeta mêran çêbûn û wiha domand: “Mêran bi jinan re şoreş bi rê ve bir û hewl da civakeke azad bi rêxistin bikin. Ev yek jî guhartineke erênî ye. Lê belê nayê wateya ku şoreş bi ser ketiye. Me ji bo azadiyê her tişt pêk anî. Ji ber divê azadî bi pêş keve, were birêxistinkirin û geşkirin.”
Di dawiya semînerê de hate gotin ku divê jin parastina jinê bike, piştgiriya wê û desteka wê di hemû qadan de bike.
ANHA