Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxuyaniya Barzanî li dijî yekîtiya netewî ye

09/07/2018
in Uncategorized
A A
Daxuyaniya Barzanî li dijî yekîtiya netewî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê û endamê Konseya Revêber a KNK’ê Dr. Ebdulkerîm Umer nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Nêçîrvan Berzanî da û diyar kir ku ev daxuyanî li dijî yekîtiya netewî ye. Umer got, “PKK’ê başûr parast, yê li başûr dagirker dewleta Tirk e.”

Ebdulkerîm Umer anî ziman ku daxuyaniya Barzanî li dijî yekîtiya neteweyî ye û dagirkeriya Tirkiyê rewa dike. Umer her wiha diyar kir ku li hemberî dagirkeran yekitiya kurdî pêwîst e.
Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê û endamê Konseya Revêber a KNK’ê Dr. Ebdulkerîm Umer derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê û daxuyaniya serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de axivî û diyar kir ku Barzanî bi daxuyaniya xwe êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser başûr meşrû dike.
Ebdulkerîm Umer da zanîn ku ev demeke dirêj e dewleta tirk êrîşî xaka başûrê Kurdistanê dike, hin herêm dagir kirine û got: “Dewleta tirk bi armanca Împaratoriya Osmanî û Misakî Millî zindî bike Efrîn, Cerablus, Bab û gelek heremên cuda dagir kirin, rojane gefên dagirkirina Şengal, Mexmûr, Silemanî, Qendîl, Heleb, Mûsil, Helepçe hwd. dixwe û dixwazin wan bajaran tev li xilafeta osmanî bikin. Dewleta tirk a dagirker eşkere dibejê ku destkeftiyên gelê kurd hedef digirin. Her tim dibejin ku ew hebûna kurdan qabûl nakin. Ne parçeyek Kurdistanê, her çar parçeyên Kurdistanê hedef digirin.”
Ebdulkerîm Umer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hincetên dewleta tirk ên bi armanca dagirkirinê û bi bîr xist ku Tirkiye her tim PKK’ê dike hincet da ku êrîşên xwe yên dagirkirinê li ser herêmên kurdan pêk bîne û wiha dewam kir: “Yên ku gelê başûrê Kurdistanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xelas kirin PKK bû. Berxwedana ku gerîla li vir da meşandin pir pîroz e. PKK’ê ji bo rizgarkirina xelkê Başûr bi dehan şehîd dan. PKK başûrê Kurdistanê dagir nake lê dewleta tirk dagirkeriyê pêk tîne.”
Ebdulkerîm Umer li ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ku gotubû PKK’ê axa başûr dagirkiriye diyar kir ku daxuyaniya Barzanî li dijî yekîtiya neteweyî ye û nakeve xizmeta gel û got: “ Ev daxuyanî êrîşên dewleta tirk li ser axa başûrê Kurdistanê meşrû dike. Barzanî bi vê daxuyaniya xwe diyar dike ku ew destekê dide dewleta Tirkiyê û parastina wê dike, daxuyaniya wî xetereyeke mezin e. Dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd tev digere, ji lew re bila kes nebe alîkarê dagirkeriyê.”
Hevserokê Desteya Karên Derve yê Kantona Cizîrê û endamê Konseya Revêber a KNK’ê Dr. Ebdulkerîm Umer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya kurdan û wiha got: “Bi yekitiya gelê kurd li dijî wan êrîşan em dikarin roleke bibandor bilîzin. Her wiha girîngiya kongreya neteweyî dîsa derdikeve holê. Li dijî hemû êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê pêwîst e kongreya neteweyî were lidarxistin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.