Rojnameya Ronahî

`Ziman hebûna me diyar dike`

Darîn Silê/Qamişlo

Parastin, bikaranîn û axaftina bi zimanê dayîkê bingehê hebûna her neteweyê ye û nasnameya her mirovî ye. Kesê zimanê xwe yê dayîkê winda bike, hebûna wî  winda dibe û ti wateya jiyana wî ya neteweyî namîne.

Roja 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO ve wek “Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê” hatiye hilbijartin û li seranserê cîhanê wek rojeke pîroz tê dîtin.

Zimanê kurdî di dîrokê û dinyayê de ji zimanên herî kevnar e. Bi dehan cihên dîrokî yên ku dergûşa şaristaniyê ne, şopên vî zimanî heta roja me ya îro parastine. Li rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran şagirt û xwendekar bi zimanê xwe yê zikmakî bi “zimanê kurdî” perwerdeya xwe dibînin û fêrî zanistê dibin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Fakûlteya Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Darwîn Darî 21’ê Sibatê di serî de li şehîdên azadiyê, Rêber Abdullah Ocalan û li tevayiya Cîhanê pîroz kir û axaftina xwe wiha domand: “Zimanê kurdî hebûn û mayîna Kurdan diyar dike. Eger zimanê kurdî nemîne wê demê hebûna Kurdan jî namîne.”

Darwîn got, sala 1987an min xwe fêrî zinamê kurdî kir. Wê demê seydayê Cegerxwîn em fêr kirin. Me bi dizî xwe fêr dikir. Lewra desthilatdariya rejima Sûriyê li ser me hebû. Em neçar bûn ku bi rengekî feşartî xwe fêr bikin.

`Gavên mezin ji bo pêşxistina zimanê kurdî hatin avêtin`

Darwîn Darî da zanîn ku bi fikir û felsefeya Rêbertiyê, herwiha bi saya ked û têkoşêna Şoreşa Rojava, gihîştine astekeke pir bilind, êdî her kes eşkere perwedeya bi zimanê kurdî dibîne û ev li axaftina xwe zêde kir: “Piştî Şoreşa Rojava li bakur û rojhilatê Sûriyê xwendina bi zimanê kurdî sal bi sal pêş ket. Herwiha xwendekar dibistan û zanîngehên bi zimanê kurdî çêbûn. Gavên pir mezin ji bo pêşxistina ziman hatin avêtin. Em bi van gavan pir kêfxweş in.”

Zor û zehmetiyên destpêkê

Darwîn bîr xist ku dema dibistanên kurdî vekirîn û dest bi dayîna perwerdeya bi kurdî kirîn rastî gelek zor û zehmetiyan hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destpêkê me hem ji aliyê rejimê hem ji aliyê malbatan ve zehmetiya dikşand. Lewra rejimê zimanê me qet qebûl nedikir û dixwest rê li pêşiya berwedana me bigire. Herwiha baweriya malbatan jî bi perwerdeya bi zimanê kurdî nedihat. Xwendekarên li dibistanan jimara wan pir kêm bû. Zehmetî û êşa herî mezin ew bû ku hin ji malbatên me yên Kurd bi zimanê xwe ne bawer bûn. Heta niha jî beşek li civakê li dijî perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Gelekan jê wisa didît ku zimanê serdest ew e yê ku nûnertiya wan dike ne zimanê dayîkê. Lê rojbiroj ev fikir di nava civakê de hat guhertin û civakê bixwe pêwîst dît ku zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin. Ji bo wê jî niha bi sedhezaran zarokên me li dibistanên xwe û bi zmanê xwe xwendina xwe dikin. Ev ji bo me hebûnek e. Eger civak zimanê xwe girîng nebîne û qebûl neke, kesên din qebûl nakin. Dema em hebûna xwe diyar bikin wê her kes hebûna me li ber çavên xwe bigire.”

Darwîn Darî got, rast e dibistan û zanîgehên me hatine vekirin û perwerdeya bi kurdê tê dayîn, lê heta niha zimanê kurdî fermiyeta wî nehatiye qebûlkirin. Em dibêjin wê rojek were û wê zimanê me fermî were qebûlkirin. Çimkî berwerdan berdewam e û wê têkoşîna me ya ji bo pêşxistina zimanê dayîkê dewam bike.

`Paşguhkirina zimanê dayîkê şermeke mezin e`

Darwîn Darî got, pêwîst e Kurd tev li zimanê ji pêşiyan wek mîras mayî xwedî derkevin û bi awayekî baştir fêrî nifşên nû bikin. Şermeke pir mezin e eger mirov xwe fêrî zimanê xwe neke û pê neaxive û nenvîse. Gelê Kurd ne îro tenê, divê her roj bi kurdî bixwîne, bihizire, biaxive û binivîse. Qirkirin û qedexeyeke dijwar li ser zimanê me hebû, ji ber wê pir girîng e ku em zimanê xwe pêş bixin û çanda xwe geş bikin.

Darwîn diyar kir ku tişta ku mirovan ji zindiyên din cuda dike ziman e û xaftina xwe wiha domand: “Dema dagîrker dixwazin civakekê tine bikin, destpêkê êrişî ziman dikin. Lewra ziman hebûn, çand û nasname ye. Niha jî Ji bo ku gelê Kurd were tinekirin, dewleta tirkî ya dagîrker û hevkarên wê, êrişî ziman û çanda me dikin. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo û Şoreşa Rojava zimanê me pêş dikeve û hebûna me tê diyarkirin.”

`Li şoreşa ziman xwedî derkevin`

Hevserokê Fakûlteya Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Darwîn Darî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd kir ku li şoreşa ziman xwedî derkevin û got, divê em xebateke xurttir bikin û em bi hêvî ne kesê heta niha tevlî şoreşa ziman nebûyî ew jî tevlî bibe û milê siyasetê bi ziman ve girê nede.