Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Basim Osman: Ji ber dorpêçê li Şehba çandinî paş ve çûye

23/02/2022
in Uncategorized
A A
Basim Osman: Ji ber dorpêçê li Şehba çandinî paş ve çûye
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê Basim Osman diyar kir ku ji ber kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê, îsal mewsima çandiniyê li Şehba wê pirtir zirarê bibîne.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Kantona Şehbayê bi erdê xwe yê berhemdar navdar e. Cotkar bi giranî genim û ce diçînin. Herwiha axa wê ji bo çandina sebzeyan jî pir baş e.

Li gorî daneyên Komîteya Çandiniyê, piraniya zeviyên çandiniyê yên kantona Şehbayê ji bo çandina genim û ceh hatine diyarkirin û rûbera wê digihêje 10 hezar hektaran.

Hikumeta Şamê siyasetên xwe yên keyfî li ser kantona Şehba ferz dike, nahêle madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin û ev yek bandoreke neyînî li çandiniyê dike. Nirxê bermîla mazotê îsal gihaştiye 450 hezar lîreyên Sûriyê. Lê di sala borî de 200 hezar bû. Her wiha nirxê tûrika semadê bûye 120 hezar lîreyên Sûriyê ku sala borî bi 60 hezar lîre bû.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Efrînê Basim Osman destnîşan kir ku îsal li herêmê gelek zehmetî çêbûne. Osman wiha axivî: “Ji ber siyasetên hikumeta Şamê, nebûna semadê, bi taybet semada Yorya û nebûna dermanên çandiniyê, rûberên çandiniyê kêm bûn û em negihaştin pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê.”

Osman diyar kir ku şênî nikarin zeviyên li eniyên şer biçînin û her wiha mayinên ku çeteyan li herêmê bi cih kirine, li ser jiyana şêniyan xetere ne.

Osman destnîşan kir ku guhertina avhewayê, nebarîna baranê di zivistanê de û faktorên din ên avhewayê bi awayekî neyînî bandor li çandiniyê kir. Osman da zanîn ku ji ber daketina pileyên germahiyê heta binî sifirê, sebzeyên zivistanê telef bûne.

Her wiha Basim Osman diyar kir ku li gorî plansaziya îsal, dê berhemên bejî mîna genim û ceh, bequlî û berhemên avî mîna petat, pîvaz, bacanên sor, xiyar, îsot, gijnîj û kemûnan biçînin.

ANHA

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.